Hevpeyman

Hevpeymana Tevgera ciwanên şoreşger ê sûriyê   

Danasîn:

Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ser esasê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin de, di tevahiya Sûrî de rêxistina pêşeng a ciwanan e. Her wiha li hemberî jerontokrasiya(pîrsalarî) ku îradeya ciwanan tune dihesibîne nasnameya ciwanan a azad diparêze. Li beranberî tevahî civakê û bi taybetî jî li hemberî hemû ciwanan xwe berpirsiyar dibîne.

Navê Rêxistin: Tevgera ciwanên şoreşger ê sûrşyê

kurtnavê rêxistinê: TCŞ.S

Armancên Rêxistinê:

– Tevgera Ciwanên Şoreşger Rêber Abdullah OCALAN ji xwe re wekî Rêberê îdeolojîk, felsefîk û polîtîk esas digire. Li ser vê bingehê ev Tevger xwe li hemberî azadiya Rêber Apo berpirsiyar dibîne û di vê armancê de xwedî tekoşîn e.

– Di çarçoveya paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê de, civaka exlaqî û polîtîk esas digire û li ser vê bingehê dixebite.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku yek ciwan jî di nava civakê de bê rêxistin nemîne têdikoşe, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan pêşengtiyê dike.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger Sîstema Xweseriya Demokratîk wekî modela herî rast dibîne û bi rola pêşengtiyê têde cih digire ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê.

– Parastina destkeftiyên şehîdên şoreşa netewa demokratîk yek ji armanca xwe ya sereke dibîne.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger bêyî ku cudahî têxe nava ol û netewan yekîtiya tevahî ciwanên Sûrî ji xwe re armanc digire.

– Li dijî hemû ramanên kevneperest , paşverû û desthilatdar rihê ciwantiyê yê afirîner diparêze.

– Nasnameya ciwanan a civakî dike hêzeke demokratîk, şoreşger û tekoşer ji bo avakirina jiyaneke azad, hevpar, komunal û dadperwer.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo parastina mîrasa şaristaniya demokratîk bi hişmendiya netewa demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst têdikoşe.

– Tekoşînekî bêhempa dide meşandin li hemberî xeta îxaneta dîrokî ya ku dagirkeran li Kurdistanê û Sûriyê dane avakirin.

– Nasnameya Ciwanên azad û çalakger derdixe pêş û li dijî hişmendiya jerontokrasî(pîrsalarî) ya ku ciwanan biçûk dixe, vîna wan desteser dike û bikartîne tekoşîn dike.

– Kesayetê ciwanên lêgerînvan, azadîxwaz, jîndar, bi çoş dide pêş û li dijî hemû rêbazên şerê taybet ê modernîteya kapîtalîst ku dixwaze ciwanan ji rê derbixe û bêhiş bikin û li dijî çanda nûjen a kapîtalîst tekoşîn dike.

– Li dijî hişmendî û hesreta desthilatdariya ku pergala kapîtalîst di nava civakê de ava kiriye têdikoşe.

– Li hemberî qirkirina çandî ya ku modernîteya kapîtalîst li ser çanda civaka komunal û demokratîk ferz dike tekoşîn dike û li hemberî valaderxistina vê polîtîkayê xwedî erk û berpirsiyarî ye.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger, zayendperestiyê ji binî ve red dike û tekoşîna jiyana azad û exlaqî li ser esasê azadiya jinê ji xwe re armanc digire. Her wiha di rê, rêbaz û şêwazê tekoşînkirin û xwe gihandina zanista wê de jîneolojî tê esas girtin.

– Li hemberî polîtîkayên ku ciwanan ji ax, çand û welat qut dike tekoşîn dike û bi hişmendiya welatparêzî û parastina cewherî girêdayînek xurt ava dike.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger, sîstema perwerdeya dewletparêz û kevneperest red dike. Li hemberî wê, tekoşîna perwerdeya azadîxwaz û ronakbîrî wekî erkekî şoreşgerî û azadiyê esas digire. – Tevgera Ciwanên Şoreşger şoreşa 19 Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî herêmê wekî destpêka şoreşa gelan qebûl dike.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger pêkanîna van armancan, bi temsîlkirina felsefeya Rêberê Netewa Demokratîk Rêber Apo ve mumkun dibîne.

Endamtî:

– Kesayet û rêxistinên ku vê hevpeymanê dipejirînin û ji bo armancên wê kar dikin, dikarin tevli nava xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger bibin.

– Kesayet û rêxistinên derveyî pîvanên civaka exlaqî, polîtîk û welatparêzî(xiyanet, fuhuş, kuştin û hwd.) tevdigerin, li gorî rêgezên rêxistinî endamtiya wan a rêxistinê tê sekinandin.

Erkên Endamtiyê:

– Ji bo pêkanîna armancên rêxistinê ji dil û hemû hêza xwe dixebite.

– Berxwedana ku li ser hîmê parastina cewherî, li dijî hemû êrîşên ku dixwazin destkeftiyên şehîdên şoreşa netewa demokratîk tune bikin, bi pêş dixe.

– Her endamek ji bo pêkanîna armancên rêxistinê, dûrî ezezîtî, malbatperestî û berjewendiyên teng bi berpirsiyarî dixebite.

– Her endamek di warê zanakirin û perwerdekirina xwe û ya hevalên xwe li ser hîmê çanda paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de berpirsiyar e.

– Her endamek li ser armanca demokrasî, azadî û civaka polîtîk û exlaqî xwe bi rêxistin dike. Li ser bingehê mafê parastina rewa li dijî zordestiya dewletê û hêzên çete welat û gelên xwe diparêze.

– Her endam ji bo mezinkirin û xurtkirina Tevgerê xwedî berpirsiyar e.

Mafên Endamtiyê:

– Her endamek mafê wê/wî yê berendamtiyê (namzetiyê) di hemû astan de heye.

– Her endamek li dijî tewambarkirinê di çarçoveya rêbazên fermî ya rêxistinê de dikare xwe biparêze.

– Her endamek mafê wê/wî yê tevlibûna nîqaş û biryargirtina di nava rêxistinê de heye.

– Ji mafê her endamî ye ku ji perwerdeyên rêxistinê sûd werbigire.

Taybetmendiyên Endaman:

– Pîvanên mirovên demokrat û sosyalîst ên azad ji bo xwe bingeh digire.

– Li dijî ramanên Neteweperest, olperest, zanistperest û zayendperest tekoşîn dike. Baweriyê bi pîvanên demokratîk tîne.

– Danasîna ciwantiyê li ser esasê temen napejirîne, lê mîna diyardeyekî civakî , rihê tekoşer û şoreşger pênase dike.

– Çalakiyên demokratîk weke rêbaza bingehîn ya tekoşîna demokratîk a civakî û hemdem dibîne.

– Baweriya wê/wî li ser hîmên parastina cewherî bi tekoşîna li dijî hemû êrîşên ku dixwazin azadiya civakê tune bikin, heye.

– Ji bo pêkanîna armancên rêxistinê bi biryar, ji dil, ji xwe bawer û çalak e.

– Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rêgezên azadiyê ve girêdayî ye, xwedî vîn û rihê zanebûna bîrdoziya kûr a Rêber Apo ye.

– Hemû pêywendî û têkiliyên siyasî- dîplomatîk a ku dijberî berjewendiyên netewa Kurd û Xweseriya Bakûr-Rojhilatê Sûrî ye ji bingeh ve red dike. Li hemberî wê îradeya gelan esas digire.

– Bi ziman, nasname, reh û çanda xwe ya dîrokî ve girêdayî ye, Bi rihê welatparêzî û demokratîk ên civaka komunal a şoreşgerî ve dagirtî ye.

Teşeya Rêxistinê:

1- KOMÎN:

Komîn rêxistineke civakî ya herî biçûk a hevpar e. Rêxistinkirina ciwanên gund, tax, bajarok, dibistan, zanîngeh û kargehan dike. Komîn temsîla livebaziya demokrasiya raste rast dike. Hemû kar û barên ciwanan ên çandî, aborî, civakî û parastina cewherî temsîl dike. Derbarê hemû pirsgirêkên ciwanan de biryarên bingehîn di hundirê van komînan de tên sitendin. Her komîn hevserokatiya xwe û komîteyên pêwîst di nava xwe de hildibijêre. Komîn mehê carekê civîna xwe li dar dixe, bi riya rêveberiya xwe rapora mehane pêşkeşî meclîsa herêma xwe dike. Komînên Ciwanên Şoreşger dikarin xweser xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî rêxistinkirî tevli komînên giştî bibin. Ji bo perwerde û meşandina kar û xebatan her komîn berpirsiyar e navendên bi navê Agirgeh(Ocax) ava bike û li wan Agirgehan xwe bi cih bike. Komîteyên ku di nava komînan de tên avakirin.

1- Komîteya Parastinê:

Di çarçoveya parastina cewherî de li dijî hemû êrîşên fizîkî û bîrdozî ên ku li ser ciwanan û gel pêk tên li ser bingehên bîrewariya parastinê, ciwanan û gel perwerde û bi rêxistin dike. Her wiha li ser esasê Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî kar û xebatên xwe bi pêş dixe. Xebatên parastinê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi nava HPC- Ciwan xwe rêxistin dike, hevpeymana Tevgerê û hevpeymana HPC ji bo xwe esas digire.

2- Komîteya Perwerdeyê :

Li gorî pêwîstiyên ciwanan akademî û dewreyên perwerdeyê vedike. Ev komîte bingeha hemû komîteyan îfade dike, li ser vê esasê li hemberî hemû kar û xebatên ciwanan xwe berpirsiyar dibîne.

3- Komîteya Çand û Huner:

Hemû xebatên çand û hunerê yên ciwanan bi rêve dibe. Çanda Şaristaniya Demokratîk bi pêş dixe. Bi taybetî li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî bername û projeyên çandî bi rêxistin û pratîze dike.

4- Komîteya Ragihandinê:

Di nava ciwanan de ji bo danasîn û pêkanîna projeya Netewa Demokratîk, xebatên propaganda û ajîtasyon dimeşîne, di heman demê de ji bo pêşxistina weşanên ciwanan dixebite. Her wiha ji bo valaderxistana êrîşên ragihandinî yên xwe dispêre şerê taybet kar û xebat dike.

5- Komîteya Werzîşê:

Ji bo ku ciwan di beşên werzîşê de xwe bi pêş bixin û pêwîstiyên xwe pêk bînin, ev komîte wan bi rêxistin dike. Li hember feraseta modernîteya kapîtalîst civakê bi tenduristî bi pêş dixe.

6- Komîteya Siyasî:

Ev komîte li ser esasê siyaseta demokratîk di nava partiyan de ciwanên ku baweriya xwe bi vê peymanê anîne, endamtiya wê qebûl kirine xweser xwe bi rêxistin dike.

7- Komîteya Aborî:

Ji bo pirsgirêkên ciwanan ên bêkariyê çareser bike û bibin xwedî berhem kar dike. Wek rêbaz sîstema koperatîf bingeh digire. Her wiha di karê xwe de çandiniyê, xwedîkirina heywanan û vekirina kargehên biçûk esas digire û aboriya komînal bi pêş dixe.

8- Komîteya Rêxistinkirinê:

Ev komîte ji bo xwe gihandina beşên ciwanan ên bêrêxistin kar dike. Ji bo rêxistinkirina van ciwanan polîtîka û projeyên taybet ava û pratîze dike. Her wiha ji bo çalakiyên pêwîst kar û xebat dimeşîne.

9- Komîteya Xwendevanan:

Ev komîte tevahiya xwendevanên zanîngeh, peymangeh û dibistanan ên ku baweriyê bi vê armanc û tevgerê anîne li gorî taybetmendiyên xwe, xwe bi rêxistin dikin.

10- Komîteya Dîplomasiyê:

Di çarçoveya xweserî û netewa demokratîk de têkiliyan bi rêxistinên ciwanan ên herêmî û navnetewî de bi pêş dixe. Ev komîte tenê di nava meclîsên herêm û giştî de li gorî pêwîstiyan cih digire. Ev komîteyên li jor li gorî pêwîstiyan di nav komîn û meclîsan de tên bi rêxistinkirin. Her komîte pazdeh (15) rojan carekê civîna xwe çêdike û her meh rapora xwe ji rêveberiya komîn û meclîsên girêdayî herêma xwe re pêşkeş dike.

1- MECLÎS:

Meclîs cihê herî bilind a girtina biryar û pêkanînê ye. Her wiha ji bo ku raste rast jiyana civakê rêxistin bike kar dike. Meclîsên ciwanan li gorî rêzkirinê; di serî de li bajar, herêm û di asta Sûrî de xwe bi rêxistin dike. Li gor pêwîstiyan hejmarên meclîsan dikare bê guhertin. Mehê carekê civînên xwe çêdike, bi riya rêveberiya xwe rapora xwe ji civîna meclîsa jorî xwe re pêşkeş dike.

A- Meclîsa Bajar:

– Ev meclîs bi riya hilbijartinê di asta bajar de tê avakirin. Îradeya herî bilind a biryargirtin û pêkanînê ya bajar e.

– Ji hevserokên komunên jêra xwe, neh(9) komîte û hevserokê meclîsê pêk tê.

– Li gorî pêwîstiyan hejmarê endamên meclîsê tê diyarkirin.

B- Meclîsa Herêmê:

– Bi konferanseke di asta herêmê de ev meclîs bi riya hilbijartinê tê diyarkirin. Îradeya herî bilind a biryargirtin û pêkanînê ya herêma xwe ye.

– Ji deh(10) komîteyan, hevserokên meclîsên bajaran û hevserokê meclîsa herêmê pêk tê.

– Li gorî pêwîstiyan hejmarê endamên meclîsê tê diyarkirin.

C- Meclîsa Giştî:

– Ev meclîs, di kongreya giştî ya di asta Sûrî de bi riya hilbijartinê tê diyarkirin. Ji deh(10) komîteyan, hevserokên meclîsên herêman û hevserokê meclîsa giştî pêk tê. Li gorî pêwîstiyan hejmara endamên meclîsê tê diyarkirin. – Belavkirina endamên meclîsê li gorî rewşa herêmê ya polîtîk, rêxistinî û cografîk tê diyarkirin.

– Meclîsa Giştî, di navbera her du kongreyan de saziya herî bilind a sitandina biryarê ye.

– Ev meclîs ji sê meha carekê civînê xwe yê fermî pêk tîne.

– Heger pêwîstî hebe ku bi rengekî awarte bicivin an jî dereng bixin, dive bi erêkirina ji sisiyan du ji endamên kordînasyonê civîn tê pêş an jî bi paş tê xistin.

– Heger pêwîstî hebe bi erêkirina ji sisiyan du ji endamên meclîsê dikare hejmara endamên kordînasyonê kêm an jî zêde bike, yan jî endamtiya hinek endaman bisekinîne.

– Meclîs, di pêvajoyên hilbijartinan de di nava xwe de komîteya hilbijartinê ava dike. Ev komîte bi Komîseriya Bilind a Hilbijartinê re di nava pêywendiyê de karê xwe dimeşîne.

2- KORDÎNASYONÊN MECLÎSAN:

– Ev kordînasyon ji hevserokên meclîsa bajar û berdevkên komîteyên di nava xwe de pêk tê.

– Kordînasyona bajaran civînên xwe bi awayekî fermî mehê carekê çêdikin û raporên xwe pêşkeşî meclîsa bajar dike.

– Li hemberî meclîsa bajar berpirsiyar e.

B- Kordînasyona Herêman:

– Kordînasyonên herêman ji hevserokên meclîsa herêmê û berdevkê komîteyên ku di nav xwe de dihewîne ve pêk tê.

– Kordînasyonê herêmê her mehê carekê civînên xwe bi awayekî fermî çêdikin û raporên xwe pêşkeşî meclîsa herêmê dikin

. – Li hemberî meclîsa herêmê berpirsiyar e.

C- Kordînasyona Giştî:

– Kordînasyona giştî, ji hevserokên meclîsa giştî û berdevkên komîteyên ku di nava xwe de dihewîne ve pêk tê.

– Ev kordînasyon rêxistinê bi rê ve dibe, biryarên rêxistinê derbasî jiyanê dike, pêwendiyê di navbera rêxistinên herêman de ava dike û kordîne dike. Bi rola rêveberiya giştî di navbera du kongreyan de tevdigere.

– Kordînasyona giştî li hemberî kongre û meclîsa giştî berpirsiyar e, her wiha raporê xwe pêşkeşî kongrê û civîna meclîsa giştî ciwanan dike. Dîsa jî hemû biryarên ku ji aliyê Tevgerê ve têne girtin pêk tîne.

– Her mehê carekê kordînasyona giştî ya Tevgerê civîna xwe pêk tîne.

– Meclîs û kordînasyonê ciwanan sîstema hevserokatiyê esas digire.

D- KONFERANS:

– Konferans ji bo beşên rêxistinên xweser û herêman cihê herî bilind yê girtina biryaran e.

– Konferans salê carekê pêk tê. Heger pêwîstî hebe bi erêkirina ji sisiyan du endamên meclîsê dikare konferansê awarte kom bike yan jî dema wê bi paş bixe.

– Di konferansê de hemû kar û xebatên derbasbûyî tê nirxandin û siyaseta giştî ya xebatê tê diyarkirin.

– Beşên xweser li gorî xweseriya xebatên xwe di konferansên xwe de biryarên pêwîst digirin şertê ku hevpeymana giştî li ber çav digirin.

– Beşên xweser meclîsên xwe di konferansê xwe de hildibijêre.

– Konferansên beşên xweser ên rêxistinê û herêman xwe li hember kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger berpirsiyar dibîne û biryarê kongreyê pêk tîne.

E- KONGRE:

– Desteya herî bilind a girtina biryarên rêxistinê di asta Sûrî de ye.

– Di kongreyê de hemû kar û xebat tên nirxandin û siyaseta giştî tê diyarkirin.

– Kongre dikare hevpeymana rêxistinê biguhere, sererast bike, bipejirîne an jî nepejirîne.

– Kongre li ser bingeha rêgezên demokratîk û komînal pêk tên û li Sûrî tekoşîna demokratîk ya ciwanan pêş dixe.

– Her du salan carekê kongre tê li dar xistin. Di rewşên awarte de bi erêkirina ji sisiyan dudo endamên meclîsa giştî dikare kongre pêş de an jî paş de bibe.

– Li gorî şert û mercên demê berendamên kongreyê bi riya hilbijartin, li herêman û di nava beşên xebatên xweser de tên destnîşankirin.

Beşên xweser ên Tevgera Ciwanên Şoreşger:

1- Tevgera Xwendekarên Demokratîk:[2]

– Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi îradeya xwe ya azad wekî baskê Tevgera Ciwanên Şoreşger xwe bi rêxistin dike.

– Tevgera Xwendekaran bi taybetmendiyên xwe tevli meclîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger dibin.

– Di tevahiya Sûrî de di xeta xwendekarên lêgerînvan, heqîqet û azadiyê de xwendekaran bi rêxistin dike û wan dike hêza pêşeng û di ber gihandina zanist, civak û felsefeya azadiyê de xwe berpirsiyar dibîne.

– Tevgera Xwendekaran di ber xurtkirina beşên din ên xebatên ciwanan de berpirsiyar e.

– Tevgera Xwendekarên Demokratîk li hemberî meclîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger berpirsiyar e.

2- Ciwanên Partiyên Siyasî Yê Tevgerê:

– Ciwanên partiyên siyasî yên ku hevpeymana Tevgera Ciwanên Şoreşger pejirandibin, xwe bi awayekî xweser û bi îradeya xwe ya azad di nava Tevgerê de tê bi rêxistin kirin.

– Tevahî ciwanên partiyê siyasî yên ku di nava vê Tevgerê de cih digire, bi rengê komîteya siyasî li cem hev kom dike û wan di nava partiyan de dike hêza pêşeng ya siyasî û îdeolojîk.

– Bi awayekî mehane rapora xebatên xwe pêşkeşî civînên meclîsan dike.

– Ciwanên her partiyekî siyasî ji derveyî vê komîteyê xweser di hundirê partiyên xwe de xwe bi rêxistin dikin û xebatê xwe dimeşînin.

– Ciwanên partiyê siyasî di asta Sûrî de salê carekê konferansa xwe ya hevbeş li dar dixe.

Pêwendiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Bi Yekîtiya Jinên Ciwan(YJC) Re:

– YJC, di nava pergala Ciwanên Şoreşger mekanîzmayên xweser ve xwe bi rêxistin dike.

– YJC, di pêşxistina pergalê Ciwanên Şoreşger de rola pêşeng dilîze, li gorî rêgeza hevserokatî, nûnertiya wekhev, tevlibûna wekhev tevli dibe.

– Di pergala Ciwanên Şoreşger de tevahî endamêm jin, li hemberî YJC û Tevgera Ciwanên Şoreşger berpirsiyar in.

– YJC, ji tevlibûna pergela Ciwanên Şoreşger re bi rêxistinbûna hêza xwe ya biryar û bi mîsyona pêşengtî re tevli dibe. Di tevahî qadan de îradeya biryargirtin ayîdî xwe ye. Her birîmên rêxistinê, di her mijarên ku jin eleqeder dike, rêxistina jinê bi muxatapgirtinê re îradeya jina bi rêxistinkirî derdixe holê.

– Di xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger de erkdarkirina jinên ciwan bi erêkirin û agahiya YJC çêdibe.

– YJC, tevli civînên koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe. Ji Ciwanên Şoreşger re raporên agahdarkirinê pêşkeş dike.

Pêywendiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Bi Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Re:

– Tevgera Ciwanên Şoreşger bi xweseriya xwe û îradeya xwe ya azad, di nava Meclîsa Ciwanên Sûrîya Demokratîk de cih digire.

– Di nava Meclîsê de wekî hêza îdeolojîk,felsefîk û welatparêzî rola pêşengtiyê dilîze û xwe bi rêxistin dike.

– Tevgera Ciwanên Şoreşger raporên xwe pêşkeşî Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk dike û li hemberî meclîsê berpirsiyar e.

Pêywendiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Bi Xweseriya Demokratîk A Bakûr û Rojhilatê Sûrî Re:

Bi riya hilbijartinên Rêveberiya Xweser beşdarî sîstemê dibe. Di hemû astan de xwe tevger dike û bi temsîliyeta xwe tê de cih digire.