Li dijî sûcên hovane yê Tirkiyê bi hezaran gel li stadgeha Şehîdên 12 ê Adarê kom bûn

0
34

Îro bi hezaran xwepêşandêrên ji pêkhateyên cuda yên herêma Cizîrê li stadgeha Şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo kom bûn û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kirin.
Qamişlo-Xwepêşandêrên ji sê aliyan (Çerxerêya Siyahî, Nexweşxaneya Ferman, Mizgefta Qasimo) hatin û gihaştin stadgeha Şehîdên 12ê Adarê.

Bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo, Hesekê û herêma Cizîrê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” hat lidarxistin.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelan Rêber Apo , gerîlayên ku bi êrişên kîmyewî li herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, alên PKK ê û alên rêxistinên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin.

Girseya gel bênavber dirûşmeyên “Bijî gerîla” qîr kirin û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li djiî gerîla û gel şermezar kirin.
Li stadgeha Şehîdên 12`ê Adarê bi navê Hevseroktiya desteya rêverber a PYD Fewze Yousif axivî.
Fewze di destpêka axaftina xwede berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê pîroz kir ,her wiha sekna bi rûmet a ku îro di meşê de derketiye ji aliyê gelê Herêma Cizîrê ve silav kir, Fewze Yousif di dawiyê axaftina xwe da bê dengiya hêzên desthilatdar û saziyên ji xwere dibêjin mafên mirovan diparêzin bi tûndî şermezar kir.
Her wiha li ser navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Meclisa Malbatên Şehîdan jî axaftin hat kirin.

Piştre Koma “Awazên Çiya” ya hunerî jî strananên ku piştgirî dide berxwedana gerîla pêşkêş kirin.