Ciwanên Bajarê Tebqayê bi çalakiyekê çekên kîmyawî şermezar kirin

0
41

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li çiyayên Kurdistanê ku bû sedema şehadeta 17 hevalên Hêzên Parastina Gel şermezar kirin.
Di meşa ku li hemû bazarên Tebqayê de pêkhatiye dirûşmeyên berxwedana gerîlayan berz kirin û ji rêxistinên mafên mirovan xwestin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk rawestin, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî bûyerên li çiyayên Kurdistanê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezr kirin

Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî wê hefteyekê li Tebqa û gundewarê wê bidome .