Ciwanên kantona Şehbayê Şehîd Bêrîtan bi bîranîn

0
47

Bi boneya salvegera 25’emîn a şihadeta şehîd Bêrîtan, Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona şehbayê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîranîn.
ŞEHBA_Bi boney 25’emîn salvegera şihadeta (Gulnaz Karataş) Bêrîtan,Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi çalakiyekê şehîd Bêrîtan bi bîranîn.
Şehîd Bêrîtan ku di sala 1992’an de di 25 meha Cotmehê de di encama êrişa hêzên PDK’ê û dewleta Tirk de şehîd ket.
Şehîd Bêrîtan ji bo nekeve destê hêzên PDKê xwe ji zinaran davêje û şehîd dikeve ,ciwanên kantona Şehbayê jî bi çalakiyekî bibîr anîn.
Çalakiyê bi deqeyekê li ser giyanê şehîdan rêzgirtin destpêkir.
Her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ê Kantona Şehbayê Cûdî Mustefa axivî.
Mustefa di serî de bal kişand ser êrişên Kîmyawî ku li ser gerîllayên azadiya kurdistanê pêk tên û xiyaneta PDK’ê di van êrişan de ,her wiha 17 şehîdên ku bi çekên kîmyawî şehîd ketine bibîr anî û soza rakirina tola wan dûbare kir.
Piştî axaftina Cûdî Mustefa ,ji bo beşdarvanên çalakiyê fîlma Şehîd Bêrîtan hat pêşkêş kirin ,di wê fîlmê de balê dikşîne ser berxwedaniya jina kurd û lehengiya wê ,her wiha di fîlmê de belê dikşîne ser xiyaneta PDK’ê Jî.
Piştî ku fîlm hat temaşe kirin,ji aliyê Ciwanan ve Broşûr di derbarê jîn nameya şehîd Bêrîtan de hatin parvekirin.
Di dawiyê de li ser Bîranîna Şehîd Bêrîtan Ciwanan Helaw ji bo beşdarvanan belav kirin.