Komalên Ciwan: Pêngava 15’ê Tebaxê di ciwanên Kurdistanê de rihê şoreşgerî ava kir

0
68

Koordînasyona Komalên Ciwan got; “Pêngava 15’ê Tebaxê, di gel de hestên welatparêziyê, di jinan de xeyalên azadiyê, di ciwanên Kurdistanê de rihê şoreşgerî û di dil û mejiyê dijmin de jî teqîn pêk anî.”

BEHDÎNAN – Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku guleya yekemîn ku teqiyaye di mejiya ku dijmin ava kirî de ye û got; “Di pêngavê de Guleya Yekemîn, di ew kesayeta ku dijmin ava kirî de teqiya, kesayeta ku fikir û hestên wî kole bûn de teqiya. Ev yek jî nîşana ji nû ve zindîbûna gelê Kurd e. Ji bo vê jî Rihê APOYÎ ji bo gel û ciwanên Kurdistanê yên ku kesayeta wan wêran bûye, bû çavkaniya jiyanê, û bûye wesîleya ji nû ve herikandina kaniyên azadiyê ye.”

Heman demê de di daxuyaniya ku hatî dayîn de, bang li tevahî ciwanên Kurdistanê hate kirin ku, di şerê serketinê de bibin Egîd.

Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOQRATÎK RE

Em 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, ciwanên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û li hemû hevreyên xwe pîroz dikin. Em di şexsê fermandarên xwe yên destanwarî Egîd û Zîlan de hemû şehîdên şoreşê, cangoriyên şoreşa me ya azadiyê ya ji bîrnabin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Tevî ku 38 sal derbas bûne jî, rih, wate û bandora vê serkeftinê heya roja me ya îro berdewam dike

Pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê fermandar Egîd de rêxistinbûn û çalakiya rihê APOYÎ îfade dike. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re tola salan ya qirkirina dewleta Tirk li ser gelê Kurd hate hildan. Egîdên ku bi rihê APOYÎ berxwedane, ne tenê bersiv dan qîrîna berxwedanê ya li Zindana Amedê, di heman demê de ji gel, jin û ciwanên Kurd re pêşengtî kir ku, ew hembêzên xwe ji azadiyê re vebikin. Tevî ku 38 sal derbas bûne jî, rih, wate û bandora vê serkeftinê heya roja me ya îro berdewam dike. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re Kurdistan ji bin nalîna herî mezin a çewisandinê derket û dest bi nivîsandina dîrokekî nû kiriye. Di dîrokê de yek ji mezintirîn destkeftiyên gel rastiya wê afirandiye. Mûcîzeya PKK’ê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re, di serî de li ciwanên Kurdistanê bandoreke kûr kir û veguherî teqîneke îdeolojîk, serhildaneke felsefî û pêngaveke nû ya azadiyê. Li hember afirînerên vê rojê, yên ku hêştine dewleta faşîst rû bi rûyê şerê gel ya bê eman were, dewleta KT’ê di xeyalên xwe yên qirkirinê de matmayî mane.

Bi destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê re, derbeke dîrokî li polîtîkayên dijmin ket.

Ji her tiştî zêdetir Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî kesayeta Kurd a ku dijmin li ser wê serdest bû hate pêşxistin. Ne tenê ax û nirxên Kurd, dil û mêjiyê wan jî dagirkerî bû. Riya Kurdan tarî bû û hişekî wan ya bê bîr hebû. Di nava rewşeke wisa de ku êdî hebûna xwe dikirin mijarên nîqaşê, hebûna xwe înkar dikirin, Kurdiyatî bela serê xwe didîtin û dixwazin ji wê birevin. Di nava bê baweriyekê de bûn, wisa hesab dikirin ku berxwedan bê sûde, dîsa bawer dikirin ku nikarin bi berxwedana xwe dewletê bixînin, yanê bi tevahî ji xwe bê bawerbûnek hebû, KT’yê qirker jî wisa hêvî kir ku ji vê bê bawerîbûnê encamekî serkeftî derbixîne. Lê dema têkoşîna hebûn û azadiyê, li dijî Komara Tirkiyeyê hate meşandin, ev rastiya heyî berovajî kir. Bi destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê re, derbeke dîrokî li polîtîkayên dijmin ket.

Egîdên dilsoz, bi îrade û îdeolojiya xwe ji bo azadiyê fedayî bûn

Di pêngavê de Guleya Yekemîn, di ew kesayeta ku dijmin ava kirî de teqiya, kesayeta ku fikir û hestên wî kole bûn de teqiya. Ev yek jî nîşana ji nû ve zindîbûna gelê Kurd e. Ji bo vê jî Rihê APOYÎ ji bo gel û ciwanên Kurdistanê yên ku kesayeta wan wêran bûye, bû çavkaniya jiyanê, û bûye wesîleya ji nû ve herikandina kaniyên azadiyê ye. Egîdên dilsoz, bi îrade û îdeolojiya xwe ji bo azadiyê fedayî bûn. Ji kesayeta ku dijmin weke mirî lê kiriye, xwe rizgar kirin. Di gel de hestên welatparêziyê, di jinan de xeyalên azadiyê, di ciwanên Kurdistanê de rihê şoreşgerî û di dil û mejiyê dijmin de jî teqîn pêk anî.

Sira guhertina bi heybet a di nava ciwanên Kurdistanê de bi pêşketî, zindî hêştina rihê 15’ê Tebaxê ye

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo her ciwanekî Kurd ku bi hesreta azadiyê bû, bûye nasnameya serkftinê. Ciwanên Kurdistanê ev bû 38 salin bi vê rihî jiyan dikin, bi vê rihê li berxwe didin û şerê serkeftinê didin. Pêngava 15’ê Tebaxê heqîqeteke ku di rihê ciwanên Kurdistanê de xwe dayî der e. Sira guhertina bi heybet a di nava ciwanên Kurdistanê de bi pêşketî, zindî hêştina rihê 15’ê Tebaxê ye. Niha li Kurdistanê nifşek ji ciwanên Egîdyane hatiye afirandin. Giyanê ciwanekî leheng ku rastiya dijmin di hestiyên xwe de hîs dike, li hember dijmin hesab dipirse û bi fedekarî ji bo azadiyê têdikoşe, hatiye pêşxistin.

Şoreşa Azadiya Kurdistanê 38 salin îspat kiriye ku rihê APOYÎ, îradeya APOYÎ û baweriya APOYÎ têk naçe û temînata serketinê ye

Rihê APOYÎ di 14’ê Tîrmehê de veguherî rihê Alî Çîçekan, di 15’ê Tebaxê de, di Egîd de zindî bû û îro di berxwedana serketinê ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê de xwe dide der. Îro li Zap, Avaşîn û Metîna destanên berxwedanê yên herî mezin bi vî rihê bi heybet û bê navber tên afirandin. Şoreşa Azadiya Kurdistanê 38 salin îspat kiriye ku rihê APOYÎ, îradeya APOYÎ û baweriya APOYÎ têk naçe û temînata serketinê ye. Berxwedana me ya serketinê ku îro jî bi rihê 15’ê Tebaxê berdewam dike, teqez wê serkeftinê bi dest bixe. Li ser vê bingehê em careke din Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû ciwanên Kurdistanê pîroz dikin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di şerê serkeftinê de bibin Egîd.”

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz