Ciwanan bersiva banga seferberiyê dan – Emê di nava refên gerîla de tecrîdê bişkînin

0
85

Komalên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ku bê navber hem li çiyayên kurdistanê û hem jî li tevahî kurdistanê dewam dike, banga sefeberiyê kir. Banga seferberiyê kir.

BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker û bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji 17’ê Nîsanê de êrîşî Herêmên Parastina Medyayê kirine. Dixwazin di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tevahî gelê Kurd û gelê bindest ve qir bikin û li ser qirkirina wan xwe bidin jiyan kirin. Ji bo vê jî dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya hêzê NATO’yê, li çiyayên Kurdistanê, li hember gerîla her rêbazê hovane, ji gazên kîmyawî bigire heya bombeyên nuklerî hemûyan bikartîne. Lê belê ev êrîşên dagirkeriyê wisa bê bersiv nayên hêştin, dagirker çiqas êrîş dike, gerîla ewqas şer dike, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê û dostên wê ve jî ewqas tevlî nava refên gerîla dibin.

Ji bo wê jî Komalên Ciwan, li hember hemû êrîşên dagirkeriyê, yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, li ser tevahî Kurdistanê seferberî îlan kir. Seferberî di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate îlan kirin. Ji ber wê jî ciwanên Kurdistanê bersiva banga seferberiyê ya Komalên Ciwan dan û tevlî nava refên PKK’ê bûn.

Ciwanên ku ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku cihê xwe di nava refên gerîla de girtine, tevlîbûna xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihandin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagiker, ku bê navber dewam dike, li hember wê bang li ciwanan kirin ku, bersiva êrîşan bidin û tevlî nava refên gerîla bibin.

Ciwanên ku tevlîbûne, ku ji pêkhatiye Kurd û Ereb ve ne, bang li tevahî ciwanan kirin, ku ew jî ji şikandina tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo misoger kirina Kurdistaneke azad, xwe berpirsyar bibînin, û tevlî têkoşîna azadiyê bibin.

Bi temamî daxuyaniya ku ciwnan daye wiha ye;

Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ji bo tevahî gelên bindest û azadîxwaz ve, pêvajoyeke hesas e. Rewş û aloziyên ku sîstema modernîteya kapîtalîst di nav de jiyan dike, ji bo derketina wan ji van krîzan, sexta xwe li ser gelên azadîxwaz zêdetir dike.

Bi sexta li ser gelê azadîxwaz û tevgera azadiyê ve, hêzên faşîst dixwazin hebûna xwe bidin domandin. Hebûna xwe jî bi pêkanîna komkujiyên li ser gelan misoger dikin. Lê belê PKK’ê ku weke tevgera gelane, li dijî vê faşîzmê ji mirovahiyê re bûye hêvî.

Ji dema pêşketina şoreşa 19’ê Tîrmehê û vir ve, êrîşên wan yên li ser herêmê û daxwaza têk birina vîna herêmê ya ku li ser sîstema demoqratîk ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo û xeta fedayî hatî ava kirin, kêm nebûye.

Dewleta Tirk ya faşîst, bi girankirina tecrîda ser Rêber Apo, bi êrîşên ser Herêmên Parastina Medyayê, ku bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, dixwazin vîna gelan bişkînin. Heman demê de dîsa bi riya MÎT, bi bin pêkirina mafên exlaqî, weke bikaranîna çekên kîmyawî û nukler, ya li dijî gerîla hatî bikaranîn, xwastin gerîla têk bibin. Lê belê gerîla bi berxwedana xwe ya dîrokî rê li ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk girt, û ji gerîla derbekî giran xwar. Dewleta ku dixwaze xwe li ser hêviya Osmaniya ji nû de zindî bike, li hember gerîla têk çûye. Gerîla bi berxwedana xwe ji dewleta Tirk re sînor danî.

Em weke ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê, yên Kurd û Ereb, ji bo tolhildana şehîd Jiyan û tevahî şehîdên Zap û Metîna, li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk ya dagirker pêk tîne, soza tevlîbûna nava refên gerîla didin. Da ku em berxwedan û têkoşîna heyî hîna zêdetir xurt bikin.

Çawa ku berxwedana zîndanan bi serket, şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşket, wê tevlîbûna me ya li çiyayên Kurdistanê jî, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkîne. Emê planên dewleta Tirk ya faşîst têk bibin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn ya Demoqratîk ava bikin.

Bijî Serok Apo

Bijî Berxwedana Gerîla

Bimire Faşîzma dewleta Tirk