Roja reş ango Fermana 74’an a li ser civaka Êzîdî

0
42

Civaka Êzîdî koka xwe ji kurdên resen ku esl , çand û baweriya xwe parastiye .
Ruxmî 74 fermanên qirkirinê dîsa jî tune nebûne, ji komkojiyên osmaniyan heya komkojiya Dayîş dîsa civaka şengalê xwe parast ,
Di 03 Tebaxa 2014’an de bi planek bê bext ku Emerîka plan kiriye û bi destê PDK’ê Turkiyê û Qeter pêk hatiye
Dayîş bi hemû hêz û Teknîka ku ji musulê girtiye êriş bir li ser şengalê,
Di vê êrişê de rola herî zêde a PDK’ê bû,
li gorî hin çavkaniyan (mesrur berezanî) ku wê demê fermandarê pêşmergeyan li şengalê bû ,fermana paşvekişandinê da ,ne tenê bi wê jî (mesrur berezanî) bi awayekî yekser bi Emîrên Dayîş
re ket têkiliyê û çek jî li ser sînorê di navbera Sûriyê û îraqê radestî Dayîş kir.
Di encama wê komkojiyê de bi hezaran êzîdî hatin şehîd xistin û bi hezaran jin li bazarên Reqqa û musulê hatin firotin.

Lê li ser fermana Rêber Apo tevgera azadiyê mudexeleya şengalê kir
Di vê mudexelê de civînek veşartî li perlemana îraqê hat girtin û bi dengdayîna herî zêde hikumeta îraqê mudexeleya tevgdra azadiyê bi awayekî fermî qebûl kir.
Lê dîsa damara xiyanetê ruxmî ku civaka êzîdî radestî Dayîş kirin xwestin pêşî li berxwedana HPG û ciwanên êzîdî bigirin, hat asta ku ji hêzên berxwedanê jî şihadet bi destê pêşmergeyên
PDK’ê jî çêbibe.
Lê bi hêza berxwedanvanên li şengalê şengal hat rizgar kirin. û plana PDK,QETER ,TURKIYÊ,EMERÎKA têk çû.
Piştî ku PDK’ê ,DAYÎŞ,Û TURKIYÊ têk çûn di şengalê de vê carê bi hedefgirtina pêşengên berxwedana şengalê xwestin tola Dayîş rakin û di tebaxa 2018’an de mam zekî şengalî şehîd xistin .
Piştî wê mam sayîd ., fermendar Dijwar,û zerdeşt şengalî şehîd xistin.
ev şihadet bi awayekî yekser bi destê istixbarata MÎT û PDK’ê bûn.
Herî dawî li zaxo dewleta tirk geştiyar kirin armanc û di encamê de 40 kes şehîd û birîndar çêbûn ,ji wan piranî zarok û jin bûn û ji pêkhateya Ereb bûn .
Tê zanîn ku tu zarok an jin an pîr ji komkojiyên dewleta tir nafilte ,lê dîsa ruxmî ku li ber çavên cîhanê hemû ew komkojî kirin beriya Dewleta tirk PDK,ê daxwyanî da û ew komkojî rawa kir.
Heya ku PDK’ê di kurdistanê da heye wê xiyanet berdewam bike.
Rêber Apo ji bo gelê êzîdî dibêje:

Ji bo azadiya Şengalê em dikarin behsa du bûyeran bikin, bûyera yekem Derwîş Evdî ye, ya duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye, ji Şengalê heta Reqayê gelê Êzidî rastî komkujiyeke mezin hat. lê Me di vê qadê de bi hemû kesên ku komkujî pêk anîn re şer kir û me tola gelê Êzidî hilanî.
Em kêfxweş in, ez rêz û hurmeta xwe ya bêdawî ji gelê Şengal re dişînim, êdî bila xeman nexwin , êdî divê avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin.”
her wih rêber Apo ji bo qehremenişya derwêşê Evdî jî dibêje

Xwezî ez li Çiyayê Şengalê

Li cem Dewrêşê Evdî bûma!

Li ser pişta hespên spî

Li deşta Mûsilê bûma!

Dema ku Dewrêş ketî,

Min ew li pişta xwe bikira û bibira çiyayên Kurdistane!

Min jê re bigota, ‘’Binere,

Bi hezaran Edûlê û Donzdeh hene!

Li van çiyayan ku xwedavendan kon vedaye

Min bigota, ‘’bi aramî raze!’’

Min bigota, ‘Mirin…

Her ji kût ê,

Ji kû ve tê

Êdî xeman nexwe!

A ku teqez bûyî Kurdîtî û jiyana azad

Rasteqîniya ebedî ye!’’