Panorama ya Ciwanên Şoreşger Ji sala 2010 ‘an de heya 2022

0
71

Di destpêka sala 2010 ‘an de li rojhilata navîn geşedanên nû destpêkirin,ev geşedan li hemberî gendelîya dewletê û diziya wê bû ,çîna serdest refahetê jiyan dike ,lê gel xizane û birçiye ,hêrsa gel li beramberî dewletê êdî gihîşt zîrveyê ,li hemberî zilma dewletê di 17 kanûna 2011 ‘an de ciwanê tunisî bi nave* Mihemed bû elezîzî* agir berda bedena xwe ,piştî berdana agir êdî vegerî serhildanê ev serhildan nêzî mehekê ajot û serokê Tunisê Zeyn Elabidîn ji ser dest hilate hat xistin ,

Di nava demek kurt de ev çiruska şoreşê ber belavî her dere bû ji misir û lîbiya heya yemen û libnan û herî dawî sûriyê bû ,di sûriyê de jî li bajarê dera yê li ser îşkenceya xwendekaran gel rabû serhildanê û belavî hemû parêzgehên sûriyê bû ,lê dewletên emperyalist jî êdî deste xwe xistin nava vê şoreşê de ,êdî ji armanca azadiyê bû xizmetkirina hêzên derva û vegerî şerê çekdarî,ev bûyerên li sûriyê hemû bi awayekî yekser bandora xwe li ser herêmên rojava jî kir,

Di sala 2011’an de gavên mezin hatin avêtin, têkbirina planên Dewletên Kendavê,Tirkiye, Nato û PDK’ê bûn, yanî têkbirina planên Îxwan El-Mislimîn û ENKS’ê bûn .
plan jî ew bû ku di bin navê em bi şoreşa Sûriyê re ne li dijî rêjîma Asedin, Kurdên Rojava yê Kurdistanê, bi taybet jî ciwanan, bixin xizmeta planên xwe, lê belê Tevgera Ciwanên Apoyî ev plan pir xeternak di dawiya sala 2011’an de êdî têk bir û êdî piraniya ciwanên Rojava û gelê Rojava di despêka sala 2012’an de hişyar bû, lîstik dîtin û vegeriyan rêya Azadî û Şoreşa Kurdistanê.
Li Rojavayê Kurdistanê Herêma Cizîrê li ser Kobanê û Efrînê bibû cihê bandor kirinê. di Herêma Cizîrê de jî bajarê Qamişlo cihê bandoriyê bû.
di despêka sala 2012’an de tevahiya Qamişlo û hemû herêma Cizîrê û Rojava, ciwanên şoreşger ji dest xeta xiyanet kar û hevkaran girtin, Kurd tevahî hişyar kirin û plana Îxwan El-Mislimîn û PDK ê têk birin.
Tevahiya van serkeftinan û gavên ku ciwanan avêtin, veguherîn û bûn bingeha şoreşa 19 ê Tîrmehê di sala 2012 an de,
di 18’ê Tîmeha 2012’an de dema ku li Şamê teqîna mezin çêbû û mezintirîn Fermandarê Sûriyê mirin, hewayek nû çêbû ku êdî Rêjîm têk diçe, her wiha dema ku çeteyên Nato û Tirkiyê û dewletên Kendavê, êdî Minbic, Cerablus û Girê Sipî dagirkirin, vê yekê êdî rizgar kirina qadên Rojava ferz dikir,
ji ber wê di 19 ê Tîrmehê de bi hêza leşkerî û gelêrî, êdî Kobanê û li pişt wê Efrîn û Dêrik û gelek bajar bi pêşengtiya YPG û Ciwanên Şoreşger hatin rizgarkirin,
piştî 19 ê Tîrmehê bi demekê wek her car xayînên ENKS ê li Efrînê di nav xiyanetê de bûn
û heval Çekdar Amed şehîd xistin.
Her wiha endamê ciwanan Kemal Dirbêsiyê, bi gurûpên YPG ê re li Dirbêsiyê dema li ser karekî taybet bûn, bi destên çeteyên ENKS û artêşa azad şehîd bû.
Di sala 2013an de destpêka salê de cara yekem rêxistina jinên ciwan li Kobanê Konferansa xwe li dar xist, li tevahî Zanîngehên Sûriyê bi konferansan, konfedrasyona xwendekarên Kurd hate damezrandin.
Di dawiya sala 2012an de êrîşên li ser Eşrefiyê ji aliyên ENKS û çeteyên navneteweyî (Artêşa azad) ve pêşketin, lê bi bin ketin,
vê carê Ketîba Selaheldîn. /Ehrar Efrîn û Ehfad Barzanî yên ENKS’ê û çetên Artêşa Azad ve êrişî Qestel Cindo yê Efrîn kirin , lê ew jî bin ket, piştî wê êrişî Serêkaniyê kirin dîsa çeteyên ENKS ê Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra êriş kirin di nav wan de Ehfad Barzanî û Ketîba Mişel Temo jî hebûn.

despêka 2013`an da Serêkaniyê rizgar bû.
Di dawiya sala 2012an de êdî Rojava ketibû şerê dîrokî bi çeteyên cîhanî re, ji ber wê tevgerek li gor wê dihat xwestin, KCRK’ê di dawiya meha 9an de li Qamişloyê kongreyek li dar xist û xwe weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ragihand.
di havîna 2013 an de şerên man û nemanê hatin meşandin. Li Kobanê jî ji her alî ve çeteyan êriş kirin, lê bi binketin bi pêşengtiya gelek şehîdên Qehreman di nav de, Ciwanên Şoreşger jî cih girt û heval Çekdar Efrîn û Firat Gever û gelek endamên ciwanan
şehîd bûn.

> Ragihandina Ciwanan:
Li herêma Cizîrê jî Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad û yên ENKSê êriş kirin, her dever bû şer
ji SerêKaniyê, Til Temir, Hesekê, Qamişloû heta bi Rimêlan û Til Koçer, gelek fermandar û endamên YPG û YPJ şehîd bûn û di nav de endam û rêveberiya Tevgera Ciwanan de jî şehîd hebûn; ji wan hevalan şehîd Hogir Kobanê, Bêrîtan, Şehîd Canfeda, şehîd Leheng, şehîd Zinar, şehîd Mezlûm Fatimê û gelek hevalên hêja gihîştin şehadetê, lê bi canfedatiya wan serkeftin çêbû gel û şoreş hatin parastin.
di sala 2013an de ciwanên şoreşger ji Efrînê ta Kobanê ta Til Koçer gelek şehîd dan.
Dema Rojava derbasî sala 2014’an bu êdî hat îspat kir ku ne çetê ENKS’ê ne yên Artêşa Azad ne jî yên Cebhet El-Nusra nikarin YPG û YPJ û şoreşê têk bibin vê carê dewletên dijî şoreşê DAIŞ îlan kirin .
di sala 2014an de Tevgera Ciwanan di rêza pêş ya eniya şer de cih girt, li herêma Cizîrê di şerê Til Hemîs, Til Berak de cih girt û şehadet çêbûn. Di dema êrişa li ser Şingalê de jî ciwanan.seferberî ragihandin û gelek ciwan çûn şingalê, li wir jî Zinar Qamişlo şehîd ket û gelek endam jî birîndar bûn,
di şerê mezin yê DAIŞ ê li ser Kobanê de jî, dîsa tevgera ciwanan li refên pêş bûn û gelek endam û pêşeng şehîd bûn, mîna Jiyan ku rêveberiya ciwanan li Kobanê bû, şehîd Rênas, û şehîd Milîtan, şehîd Fîras, şehîd Hemûdê û hin hevalên din di eniyên şer de cih girtin.
Di dema berxwedaniya Kobanê de, di rakirina sînorê di nav Dêrik û Cizîrê de , di nav Qamişlo û Nisêbîn de cih girt.
Di ragihandina 3 kantonan de Tevgera ciwanan di avakirina kantonan û saziyen wê de cih girt û karîbû ku xweseriya ciwanan û rola wan di peymana civakî de bi cih bike.
Di sala 2015an dayiş li Kobanê , têk çû.

Di vê salê de, êdî hereketa ciwanan pêwîstî dît sîstema xwe ji nû ve bigre dest, şert û merc guherîn ciwanên partiyên kurdî ketin nav rêxistin û sîstemê her wiha ciwanên Ereb, Suryan û di nav kantonan de pêwîstî bi sîstemkirina rêxistinên ciwanan hebû ji ber wê tevgera ciwanên şoreşger, jinên ciwan ên şoreger konfedrasyona xwendekarên Kurdên welatparêz, ciwanên PYDê û ciwanên partiyên kurdî yên ku beşdarî TEV-DEM bûn bi hev re çûn kongreyekê û êdî yek rêxistin sîwan a ciwanan ava bû ku ew jî (Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR) bû.
Di vê salê de komkujiya Kobanê de, heval Rênas Qamişlo şehîd bû.

Di van salan de ji ber şerê taybet yê Berzanî û Erdogan û ji ber ambergoyê koçberiya ciwanan ji Rojava zêde bibû ji ber wê, tevgera ciwanan li dijî koçberiyê jî çand hemle li pey hev meşandin herî dawî hemleya (WELAT WELATÊ ME YE TOLHİLAND SOZA ME YE) û hemleya (EZ NAÇİM), di warê aborî de jî di van salan der hewildanên ciwanan ya avakirina koperatîvên aborîya ciwanan pêşket.
Di sala 2016an de weke her car xebatên rêxistinî perwerde û çalakî her berdewam bû, di vê salê de jî di eniya ciwan de û di warê eniyê de û di nav sîstema xweser de tevgera ciwanan YCR gavên girîng avêtin.
Yek ji wan gavan ew bû ku ji bo rêxistinbûna ciwanên civaka Ereb li qadên Cizîrê, Minbic û Girê sipî û Şehba, Tevgera Ciwanên Ereb hate rêxistinkirin û îlankirin.
di vê salê de Kordînasyona ciwanê Kurd ên Rojava damezrandin û meclîsa ciwanên Sûriya Demokratîk avabû
her wiha di nav Federaliya Rojavayê Kurdistanê ya demokratîk de desteyan ciwanan û yekîtiya werzîşê jî, ji salên borî zêdetir hatin bi hêzkirin,
Tevgera ciwanan YCR tev li şerê Minbicê jî bû di vê salê de û heval Ciwan û Fîras û hin hevalê din şehîd bûn.
Bi derbasbûna sala 2017`an re êdî hereketa ciwanan, bingehê sîstema xwe ku armanca wê bû avêtibû
ji wê dema ku vê sîstemê hîn zêdetir mayînde û bi beden bike û pêşve bibe, ji ber wê êdî hereketa ciwanan di vê, salê de li ser dagirtina hundirê sîstema xwe dixebitî
Di hêman demê de Partiya Sûriya Pêşerojê hat damezrandin, tevgera ciwanan jî ciwanên partiya pêşerojê jî rêxistin kirin û pêşxistin.
Weku tê zanîn Reqa û beşek ji Dêrezor jî rizgar bû di vê salê de tavahî şer li pêş bû, tevgera ciwanan bi xizmeta gelê Reqa, Dêrezor û Minbicê re mijûl bû û ji milekî din ve ciwanên van herêman rêxistin kir û ev yek pir bi lez pêk hat weke gavên sereke yên sala 2017an bûn.

> Ragihandina Ciwanan:
Di dawiya sala 2017an de hemleya (SERÎ HİLDE) komelên ciwan raghiand wekî tevgera ciwanan li Rojava jî beşdariyek aktîv a vê hemlê çêbû.
Bi rast hatina vê hemlê re û têkçûna DAİŞ li Reqa re faşîzma Tirk bi teşwîqa Emêrka û Rûsya yê êrişî Efrîn kir ENKSê ya çete û çetê Tirk û cebhet El-Nusra êriş birin ser Efrînê hereketa ciwanan jî seferberî ragihand 14 endamên ciwanan li Efrînê şehîd bû; ji wan şehîd Navdar bû.
Di 2018an de li ser esasê şerê gelê şoreşgerî tevgera ciwanan ket tevgerê ji bo rexnedayina Efrînê û hazirtiya rizgarî û parastina destkeftiyê şoreşê di vê salê de jî li kêleka xebata şerê gelê şoreşgerî, xebata akademî û perwerdê sereke bû bi taybet jî li qadên civaka Ereb di havîna vê salê de pêşengên ciwanên Efrîn û Şehba di encama qezayeke cebilxanê de, heval Birûsk, Hewar û Gerzan şehîd bûn.
ji bo bîranîna van hevalan akademiya şehîd Gerzan û ya şehîd Hewar hate avakirin, di dawiya vê salê de kongreya YCR çêbû û YCR êdî pêwîstî dît xwe li gorî rizgarkirina ,Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêrazorê û giştî Sûriyê rêxistin bikin, êdî ne tenê ciwanên APOCÎ li Rojava bin, ji bo wê di kongrê de ku li Rimêlan bi beşdariya 7000 ciwanî pêkhat YCR veguherî Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê
Di destpêka sala 2019an de li Kobanê ciwanên şoreşger pêşengtiya konferansa ciwanên Rojhilata Navîn kir ku ji pir welatan beşdarî çêbû û meclîsa ciwanan a Rojhilata Navîn hat damezrandin her wiha di 4ê Nîsanê de bi festîvalek mezin a 15000 ciwan rojbûna serok ku bingehê têkçûna Daişê bû û têkçûna daiş li Hesekê hate pîrozkirin, ciwan jî her deverê Sûriyê beşdar bû
Di 2019 an de dewleta tirk a dagirker di 9 cotmehê de ango di salvegera komploya 1998 an de dewleta tirk bi lehvkiria hêzên navnetewî re êriş bir ser serêkaniyê û girêspî dîsa ciwanên şoreşger di wir de rola xwe lîstin di wê şerî de pêşengê ciwana Bawer agir û Reşîd Efrîn û Canfeda Efrîn şehîd ketin her wiha di çalakiyan de jî ciwanan rola xwe lîstin û birîndar jî dan.
Di 2020 û 2022 an de ciwanên şoreşger li beramberî êrişên dagirkeriyê li ser Heftenîn û Zap û avaşînê seferberi ragihandin û bi sedan ciwanan tevlî seferberiyê bûn.
Lê dewleta tirk a dagirker di 2021 an de li bajarê kobanê endamên ciwanên şoreşger kir armanc û di encamê de heval viyan heval mesud heval rojîn heval merhef û heval welîd ,heval nujiyan şehîdketin lê ji bo bîranîna wan ciwanan tekoşina xwe bilind kirin û soza tolhildana wan dan.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz