Gelê Kurdistanê welatparêze

0
71

Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan….

Ev salên em dijîn û rojên bi hemû germahiya xwe ve dijîn ji her demê zêdetir we tevan dihejîne, mijûl dike û neçarî bihîstin û fikrandinê dike. Hûn dipirsin tişta tê serê me çiye û dê ji vir û şûn de çi bibe. Ji aliyekê ve hêviyên mezin, ji aliyê din ve jî fikarên mezin tên jiyîn. Ya herî girîng jî di bin bandora jiyanek nû de, çavên xwe li jiyanê vedikin, tevî hemû zext û îşkenceyan weke tenê ev jiyan bê jiyîn pejirandin, hemû hebûna xwe ji bo vê jiyanê fedakirin, dibe şêwaza jiyana we ya hûn niha dipejirînin. Hûn jî dizanin di dîrokê de yekem care bi pêşketinek wisa re rûbirû ne. Yekem care hûn di ferqê de ne, we siûda jiyanekê bidest xistiye û yekem care hûn gihiştine meşa ber bi serkeftinê ve. Vêca em bikarin hinekê li dîroka xwe binêrin: Em hinekê li cîhanê û dijmin binêrin: Ji bo xwe çi kiriye, çi dixwaze û ew bi xwe çi dijî? Em li xwe binêrin: Em dikarin baştir fêm bikin dîrok, cîhan û dijmin ji bo çiye. Birîn kûre, lê derfeta şîfa û zindîbûnê jî heye. Ya ku di nehemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê de pêk tê, diyar dike wê birîn hinek din baş bibe û bikare xwe bigihîne başiyê. Misogeriya ezameta jiyanê hatiye fêmkirin. Ev şer, ne şerek wisa ye hema em vebêjin me ji aliyê siyasî û leşkerî ve ser xistiye. Dê ev bibe nêzîkbûnek pir teng. Ya herî girîng ev şer tenê me li jiyanê navegerîne, tenê nagihîne lêgerîna nasname û pêkhatina nasnameyê, me dide bawerkirin jiyana herî xweşik jî pêkane û hem jî me gav bi gav nêzî wê dike. Ev destkeftiyên mezinin. Ji bo miletek weke me jiyana wê hatî binpêkirin, her roj paşketî û ketî hatî dîtin, nexistine dewsa mirovan jî, siûda jiyanek wisa xweşik bidest xistin, bi peyvan naye ravekirin. Divê em vê wisa bizanin. Dijmin bi hemû hêza xwe, çapemenî û weşana xwe, leşker û polîtîkvanên xwe ve, çima bi hemû derfetên xwe ve evqas li ser me disekine? Ew baş dizane desteserkirina jiyanê û şiyarbûna miletekî tê çi wateyê. Baş dizane miletek ku ji qehran xistî çi dixwaze, çawa dixwaze û vê çawa bidest bixe. Ev jî dijmin xistiye nav xofê. Vêca em li kiryarên dawî binêrin: Hûn faşîzma 12’ê Îlonê dizanin. Ber bi sala 1980’î ve, li Kurdistanê şiyarbûnek destpê dikir. Ev jî di rêbertiya PKK’ê de çêdibû. Hinek cihên ku saziyên şerê taybet ên faşîzmê destpêkê xwe lê birêxistin kirîn hene. Evder jî Mereş, Sêwas, Meletî û Erzînganin. Li ser van komkujiya destpêkê di dawiya sala 1970’î de, hinekê jî ji bo bîrxistina dîrokê pêk anîn. Ya rastî xwestin beramberî şiyarbûna miletê me bi komkujiyek wisa hêj di gava destpêkê de bibersivînin, biçewsînin û carek din çavên xwe venekin. Divê mirov vê wisa fêm bike. Şerê taybet, faşîzma wê, MHP, ji dewleta netewperest ne qût bû. Baskên dewletê yên veşartî bûn, baskên sivîl bûn an jî wisa dixwiyan. Lê gelek karesatên anîn serê pir miletan hene. Herî dawî karesatên anîn serê miletê Qibrisê, di dîrokê de anîn serê miletê Rum û Ermenî hene. Li gorî gotina wê demê, bi Teşkîlat-i Mahsusa (Girêdayî Enwer Paşa Teşkîlata Îstîxbaratê) komkujiyê ji axên wan û jiyana wan qût kirin. Xeleka wê ya herî dawî jî, di dawiya sala 1970’î de xwestin bînin serê miletê Kurd. Divê mirov dîrokê baş bizane. Herî dawî her kes ji komkujiya Sêwasê metirsî jiya. Ew komkujiyek biçûke û koka wê jî di bingeha dîrokê de ye. Komkujiya Dêrsimê weke doh nû ye, dîsa komkujiya Mereşê jî weke doh nû ye. Lê ev komkujî bûn û hem jî komkujiya Kurdane. Di van salan de bi xayînan re pêwendî hebûn. Îdrîs-î Bîtlîsî di meriyetê de bû. Wexta li Başûrê Kurdistanê û li her derî şoreşgerên durist dihatin tinekirin, ew hatin xurtkirin. Cerdevanên gundan ji nişkê ve derneketin. Bingeha wan beriya sedî salan, di wextê Îdrîs-î Bîtlîsî, wextê Siltan Ebdûlhemîd, wextê Mustefa Kemal de û herî dawî jî di pêvajoya 12’ê Îlonê de hat avêtin. Dîroka hemûyan jî heye. Dîroka berxwedanê jî heye. Xeleka vê ya herî çepgir PKK bû. Îsyan çêdibûn. Di du mehan de û herî zêde di şeş mehan de bi rêbaza herî xirab dihatin çewsandin û her demê jî zêdetir ketin rû dida. Berxwedana PKK’ê, berxwedanek nû ye. Bi qasî rast nasîna dijmin, ewqas jî tevgerek xwe û serdemê rast dinase û xwe dispêre rast zanîna dîrokê ye. Vê tevgerê li ser bingeha zanistî destpê kir. Rast nêzî milet bû, hewl da rêxistinê rast pêş bixe. Hewl da rast nêzî şer jî bibe. Ev dema em ber bi sala 1980’î ve hatin, bû sedem ku dewleta Tirk bi şêwazek qet nehatî dîtin êrîşî ser bike. Hûn çîroka 12’ê Îlonê bi komkujiyan, îşkenceyan û şerê ku hêjî didomê ve dizanin. Me li dijî vê berxwedaniyek mezin kir. Em di wextê de derketin dervî welat. Gelek mirovên me derketin dervî welat, em jî derketin. Em bi aqil û rast tevgeriyan, girêdayî derfetên herî kêm, li ser bingeha çeper girtin û di demek herî kin de jî cardin vegera welat pêk bînin derketin. Di dîrokê de mînaka vê derketinê û vegerê nîne. Derketin û ketinek girêdayî şoreşên mezine. Weke hîcreta Îslamiyetê, weke Îslamiyetê Mekke fetih kirî. Şoreşên mezin, meşên mezin hene. Ev jî meşek mezin ku dişibê wane. Pêngava 15’ê Tebaxê, beriya wê û piştî wê, dişibe meşa dirêj a Mao li Çînê kirî, Şoreşa Franse û Şoreşa Mezin a Rus. Em hîcretekê dikin û di demek pir kin de jî vê vediguherînin vegerê. Ev veger jî bi azweriya welat, azadî û serkeftinê ve dagirtiye. Vegerek bi rihê fetihkirinek mezin ve dagirtiye.

Destpêkê kes vê ferq nake. Derketina me jî weke derketina komî ya ji Mekkê bû. Dema dijmin di xew de em derketibûn. Dema em ketin navê jî yekîneyên me yên gêrîla weke lêdana di Şerê Bedîr’ê de, bi lêdanekê ketin nav. Ev mînakên dîrokî ne û em jî dişibin wan. Em bi we re wateya Pêngava 15’ê Tebaxê nîqaş dikin. Ev milet îro çima evqasî yekîtiyê çêdike? Tevî evqas îşkenceyan çima evqasî li ber xwe dide û her roja derbas dibe evqasî mezin dibe? Yek raveya vê heye: Ji ber her tişt ji bo milete, jiyan bi xwe ye, heta gavek ji jiyanê jî hêjatire û jiyanek bilinde, Pêngava 15’ê Tebaxê ew gihandin hev. Milet evqas rakir ser piyan û li hember hemû cîhanê dikare evqasî li ser piyan bigire. Hinde di vê çalekiyê de mafdarî, ezamet û mirov ber bi karek hemû jêhatiyên xwe bixe meriyetê ve baz dida xurt bû, di encamê de hemû cîhan jî li dijî derbikeve, dijmin bi her tiştê xwe ve êrîşî ser jî bike, her çendî di hundur de îxanet bê ferzkirin jî, serkeftina wê misogere. Ji ber mafdarî heye, vîna mezin heye. Hemû cîhan bi ser me de hat. Ma em bin ketin? Îxanetê evqasî ji piştê ve li me da, lewaziyan evqasî xwest ji hundur ve me birizîne. Ma karîn me bixin? Na! Îro em pir saxlem li ser piyane. Ger dersek baş bê fêmkirin û berziya jiyanê bide bidestxistin, dersa ji wê mezintirîn nîne. Ew ders dikare hezar carî bide serxistin. Em jî vê dersê didin û vê dersê ji bo we tevan pêşniyar dikim. Ji tinebûnan, ji rewşên ku yek bi qasî sere derziyê jî be derfeta serkeftinê bidest nexistî, em çawa heta roja îro hatin? Ev tenê dikare bi dersa serxistinê bê ravekirin. Bizanin ser bixin! Jiyan û şêwaza me, şêwaza serxistinê bû. Meşa me, şêwaza me ya xwe tevlîkirinê, soz û gava me rast bû. Bi dersen serxistinê ve dagirtî bûn. Dijmin her tim winda dike. Îro li cîhanê binêrin, li Emerîka binêrin, li Almanya binêrin, li hemû Ewrûpa li pişt û Rusya binêrin: Çiqas hêzên ku dikare xwe bigihîniyê hene, hemû jê re palpiştin, lê dîsa jî winda dike. Ti çeka teknîk a neceribandî nemaye. Dersa me, dersa serxistinê, dersa wî jî dersa windakirinê ye. Hûnê vê bizanin. Gelo rihê dersa serxistina Pêngava 15’ê Tebaxê çiye? Şêwaza xebatê, şêwaza lêdanê û leza wê çiye? Ev hemû di nav dersa serxistinê de ne. Wisa mezin tê hizirîn, rih wisa dibihîse, ziman wisa daxive û gav wisa lez tên avêtin. Ger hûn baş bizanin û pêk bînin, kes nikare li pêşiya me raweste. Ti astengî jî nikare pêşî li serkeftina me bigire. Ev serkeftinên xweşin. Ger hûn dibêjin; “Mirovim, ji bo min jî welatek, ji bo min jî jiyanek hîn xweştir hewce dike”, nexwe wê bi van dersên serxistina rast ve bidest bixin. Madem hûn evqasî jiyanê dixwazin, madem hûn dibêjin; “Bila evqas xweşikbûn ji bo me jî hebin”, nexwe rast tevlî bibin. Bêguman ev şer ne tenê ji bo hilweşandin û tolgirtinê bû. Ji bo aliyê jiyanê ya herî xweşik bê bidestxistin bû. Ji bo welat, milet û mirovê pir hatî kirêtkirin xweşik bikin û jiyanê bînin rewşek ku bê jiyîn. Em ne gêjin, xwe evqasî dijwar vale feda nakin. Bila ne partî, ne miletê me, dost û ne jî dijmin me qet şaş fêm nekin. Em jî çiqas rast binasin, emê ewqasî rast tevbigerin. Sûda vê ji bo her kesî jî heye. Pêşî divê hûn gelê me rast binasin. Hûn ji bo nirxên biçûk şerên mezin dimeşînin, pir êş dijîn. Ji bo zaro û zêçekê, ji bo parçek zevî, ji bo odeyekê zehmetiya hûn nejîn nîne. Lê bidestxistina welatê mezin, bidestxistina azadiya mezin, yekîtiya milet a mezin û mala xwe parastin, xweşikbûna jiyana wê ya mezin sazkirin, yeqîn dikim ji bo pêkhatina armanca her kesî rêya herî raste. Vî şerî ev hemû eşkere kirin. Hişê me şiyar kir, kesayeta me rast kir, rihê me fireh kir û yekbûna me saz kir. Ma ji bo jiyînê cureyek din dibe? Em nikarin Pêngava 15’ê Tebaxê û beriya wê cuda pênase bikin. Bijî ji me re, me ev gav serkeftî avêt. Ger hûn ji min bipirsin, îro mirov çiqas dikare li ber xwe bide û ya herî girîng jî çawa pêş bikeve, min demjimêr û roj hejmartin. Ne hêsane. Li hemû îsyanên Kurdan binêrin, îsyana ku bi girseyek deh hezar kesî ve rabûyî ser piyan di hefteya yekemîn de belav dibe. Îsyana Bedirxan Beg bi artêşa xwe ya panzdeh hezar kesî ve di sê rojan de belav bû. Belavbûna raperîna Şêx Seîd a deh hezaran di hefteya yekemîn de bû. Derdora Seyît Riza hat dorpêçkirin. Hêza Barzanî ya bîst û çar demjimêran li ber xwe bide nîne. Ev hemû rastî ne. Yên me ji sifrê destpê dikin û her roja derbas dibe pêl bi pêl mezin dibin. Îro dijmin ji çiyayên Kurdistanê hatiye derkirin û ji taqet ketiye. Ti cihê ku bombe nekirî û çeka bikar ne anî nema. Hilkişiya ser her çiyayî, lê ser neket. Ma me tenê bi çekê ev rewş ava kir? Na. Ma em bi çekê hatin vê astê? Na. Çek ji dijmin hezar qatî zêdetir bû. Ma qet me bi hejmarê çareser kir? Na! Ma me ji ber li çiyan bûn jiyan kir? Na! Di bin vê de gelek tişt hene. Beriya her tiştî rihê mirovê azad, sebir, rik, mafdarî û dildariya jiyanê heye. Zanebûna şer, şerê mirin û mayînê heye. Şêwaz û taktik heye. Ev hemû hinekê vî şerî didin serxistin. Dijmin bi rewşek hêvî nake re rûbirû dihêle.