Ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê

0
137

Zîndana Amedê ji 2 aliyan ve tê nasîn. Ji aliyekî ve bi berxwedanê, ji aliyê din jî bi hovîtiya faşîstan tê naskirin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê girtiyên siyasî yên li Zindana Amedê êdî bi tundî û îşkenceyek pir giran ve rû bi rû mabûn. Li aliyekî îşkence, lêdan, înkar, heqaret û lêdanê zêde bûbû, li aliyê din berxwedan, biryar, sekn û têkoşînek xurt derket pêş. Li aliyekî nûnerên dewletê, li aliyê din jî nûnerên gel hebûn. Nûnerên dewletê, biryar girtibûn ku girtiyên siyasî bi îşkence, heqaret û lêdanê terbiye bikin û vîna wan bişkînin. Biryar girtibûn ku bi tundiyê wan li gorî xwe terbiye bikin. Lê girtiyên siyasî ku nûneriya gel dikirin jî bi biryar û bawerî bûn ku dê tu carî li dijî vê zilm û zordariyê serî netewînin. Her ku nûnerên dewletê rêjeya îşkence û neheqiyê zêde dikir, girtiyên siyasî jî ew qas bêtir li berxwe didan. Herî dawî li dijî vê îşkenceya giran di 14’ê Tîrmehê de biryar dan ku êdî dest bi rojiya mirinê bikin.
Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li zîndana Amedê, li dijî tundî û înkara rayedarên girtîgehê, girtiyên siyasî li berxwe dan. Berxwedêrên ku pêşengtiya berxwedana zîndana Amedê kirine Mehmed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê dest bi rojiya mirinê kirin. Rayedarên girtîgehê li Girtîgeha Amedê di şexsê qadroyên pêşeng de bi îşkenceya ku li qedroyan dikirin, hewl didan ku civakekê bi tevahî tune bikin.

Li Girtîgeha hejmar 5 a Amedê, îşkenceyek zêde dihate kirin. Li dijî îşkenceyê giran, pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê, dest bi berxwedanê kirin û 21’ê Adara 1982’yan Mazlûm Dogan, li dijî sepanên dijmirovî, hovîtî, îşkence, şeva Newrozê çalakî li darxist. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan, di 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bedena xwe dan ber agir û çalakî kirin.
Tevî hemû çalakiyan, rêveberiya leşkerî ya girtîgehê dîsa îşkence zêde kir. Parastina li dadgehê asteng kir. Ji ber vê yekê damezirînerê PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş li salona danişînê çalakiya ‘’Rojiya Mirinê’’ ragihand. Gelek girtî beşdar bûn. Di çalakiya rojiya mirinê de Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi rihekî berxwedêr û îradeyekî xort gihîştin şihadetê. Alî çîçek di sala 1961’an de li navçeya Riha Hîlwanê ji dayîk dibe. Hîn di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike. Pêşî li Edenê tê girtin û li vir cara pêşî li cem Kemal Pîr dimîne. Rêhevalê wî Fûat Kav wiha behsa wê demê dike; “Piştî ku tê berdan navber nade têkoşîna xwe. Piştî demekê li Rihayê tê girtin. Îşkenceyeke giran lê dikin ji bo ku bibe îtîrafkarek. Paşê wî dibin zîndana Amedê. Ji ber ku xorte û timî çalake, li zîndanê jê re dibêjin “Stêrka Sor.”
Li vê derê jî li dijî hovîtiyê, zilm û îşkenceya li tu devera cîhanê nehatî dîtin li berxwe dide. 14’ê Tîrmeha 1982’an dema beşdarî doza PKK’ê ya Rihayê bû, dide pey biryara berxwedana mezin a Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Akîf Yilmaz. 66 rojan bi îradeyeke ji pola di rojiya mirinê de li berxwe dide. Bi vê sekn û baweriya xwe ya ji têkoşîna azadiyê girtiye, di 17’ê Îlona 1982’an bû şehîdê dawî yê berxwedana 14’ê Tîrmehê.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz