Rastiya Dijmin û dagirkerî

0
84

Dijmin weke peyv tê wateya” Dijî min “
Derketina dijmin ;piştî ku civaka xwezayî ya bi rêveberiya sîstema Dayîksalarî xwe bi rêve dibir ket bin desthilatdariya sîstema Baviksalar û sumeran ,çîn û dewlet ava kirin ,êdî civak bû du parçe “çîna serdest û çîna bindest “.
Çîna serdest kîne ?
Rahîbin,di roja me ya îro de jî ,zilamên dewletê ,weke:oldarên madî û bazirgan û h.w.d.Çîna bindest jî karker in ,ciwan û jin e .serdest û bindest ,di navbera van her du çînan de ,her şer û pevçûn derdikevin holê.
Her ku diçe dijminahî xurt dibe ,kuştin û qirkirin zêdetir dibe.
Di rastiys dijmin de sê xal bingehîn hene ,ger mirov van sê xalan bizanibe û xwe bi temamî jê rizgar bike ,wê demê êdî dike bi dijmin re şer bike.
1-Dijminê zihnî 2-Dijminê hundir 3-Dijminê derve .
Dijminê zihnî:
Tê wateya taybetmendiyên ne ayîdî te .
Emê sê xal girîng vekin:
1-Lêbralîzim
2-Asîmlasyon
3-Mêtîngerî
1-Lêbralîzim:
Peyveke firansî ye “Lîbertî:Azadî “yek ji stratejiya herî girîng a kapîtalîzmê ye .Yek pîvan xwe heye (Ferdperest) lîberalîzim mirovên tenê bi xwe difikirin ava dike.Însanên berjewendiya xwe diparêzin û ji bo wê her tiştê rawanî (manewî) didin windakirin .Dijmin di roja îro de însanên me wisa kirine ,bê nirx hiştine ,his,hest,bêmanewiyet,hestên welatparêziyê daye kuştin di însanên me de .Taybet di jin û ciwanan de .Rojane êrîş bi ser me de tên ,însanê me di qtilaman û fermanan derbas dibin,çanda me tê qirkirin ,em wisa kirin e.Em bê mejî hêştine an jî mêjiyek li gor xwe di me de çandiye .Înssnên ferdperest ,tenê ji xwe hez dikin ,yê tenê ji xwe jî hez dike ji welatê xwe ,nirx û pîvanên civaka xwe ,netewa xwe heznake ,yên ji wan nirxan jî hez nekin ji îxanetê re vekirî ne ,çinkî her tiştê dijmin dixwaze ew dike.
2-Asîmlasyon :Bi kurdî “pişaftin ango helandin”.
Dijmin dema bi qirkirina sor armanca xwe pêknanî ,rêbazên nerm wek qirkirina spî dide destpêkirin ,asîmîle dike ,şerekî nerm li ser civakê dide meşandin ,destpêkê xwe bi civakê dide hezkirin û wisa pêre şer dike ,di cewher de mirov dikuje.Mirov jî çanda wî zimanê wî,cewherê wî dûr dixe ku jê şerm bike a.çawa ku şekir spî ye ,dema tu deyne ser agir hêdî hêdî ew şekir ji rengê xwe yê spî vedigere rengê reş û ji cewherê xwe derdikeve ,dema ku wisa bû êdî tu wateya wî şekirî namîne .Pişaftin jî tiştekî wiha ye, însan hêdî hêdî tiştekî bi mirov nahêle bi temamî dikelîne ,rengên cuda cuda dide mirovan .Mînaka herî berbiçav kurd di nava xwe de kirine çar parçe tirk,ereb û faris zimanê wan wisa kirine ,çanda wan helandine ,cewherê wan wisa kirine ,dema ku wisa dibe êdî tu wate kurdiyeta wî namîne ,tu wateya jiyana wî namîne û êdî maneya jiyanê namîne .
Hebûna wî dibe ya yekî din ,cewherê wî jî wisa,dema ku wisa dibe êdî ew mirov di hundir xwe de dimire .Ji vê re “Qirkirina Çandî”tê gotin .
Herî zêde yên tên asîmîlekirin jin û ciwan in.Ji ber di nava civakê de ev her du xwedî rolên sereke ne .Jin perwerde dike ,dema hatin asîmîlekirin wê perwerdeya şaş bidin civakê ,ciwan jî li hember dijmin xwedî helwest û bertek in ,dema ku asîmle dibin êdî ew ciwan weke kalên 80’ê salî jiyan dikin,dema ku wisa dibe dijmin bi hêsanî dikare armancên xwe pêk bîne.
3-Mêtîngerî:
Bi latînî jê re kolonyalîzim tê gotin,pîvana wê hebûna heyî xira dike, û li gorî xwe dide avakirin ,destpêkê mêjiyê însan dimêje û fikra xwe tê de dide çandin rê û armanca mirov jê re dide diyarkirin û li ser wê dide meşandin.
Bi vî awayî civakê dagir dike bêyî ku xwe û civakê. Ji bo ku civak serî hilnede felsefeyekê pêş dixe ,felsefeya mirinê û wisa dide jiyîn ,bê bawerbûn û li ser fikirên sabît ji bo ku civak li ser tiştên din nefikire .Mînak di nava Kurdistanê de ev tişt pir li pêş e;Zarok ji dayîk dibe qedera wî jê re diyar dikin ger jin be ev tişt pir li pêş e ;Zarok ji dayîk dibe wî jê re diyar dikin ,ger jin be lîstokên zarokên di destê dayîkê de jê re tînin,ji ber dema ew jin mezin bû qedera wê diyar kirî be ,wan zarokan mezin bike an rengê wek penbe jê re tînin ji ber ew reng sembûla nazikbûn,zeyîftî û lawaziyê ye .Di şexsê jinê de hemû Kurdistan wisa mêtînger kirine.
-Dijminê Hundir:
Dema ku hêzên desthilatdar bixwazin êrîşî welatekî bikin û dagir bikin ,destpêkê di wê welatî de hin hevkaran ji xwe re çêdike ,ew kes kesên xwefiroş,ketî,bê çar e ,îxanetkar û aşiqê dijminên xwe ne,ew însan rê li ber dagirkirina welatê xwe vedikin û ji dijmin re dibin destek .Ji bo madiyetê sîxortî û ajantî dikin ,bê wijdantiyê dikin ,welatê xwe dixin tepsiya zêr û didin dijminê xwe ,mirovên wisa bi carekê jiyan ji wan re nabe ,însanên bê hest diafirin ,jiyan ji wan re heram e,taybet li ser axa Kurdistanê ya bi xwîna zarokên wê derya sor bûne,di welatekî wisa de ,îxanet bênamûstiye ,bêşereftiye .Ciwanên Kurdistanê destpêkê pêwîste bi molotofên xwe jiyana wan kesan bikn dûjeh ,jiyanê ji wan re bikin sûc ,cezayê wan mirovan agirê dilê dayîkên şehîdan e.
Kurdistan êdî îxanetê qebûl nake.
-Dijminê derve:
Hêzeke desthilatdar ,çavbirçî ku dixwaze sînorên xwe berfireh bike ,hêzek e dixwaze sînorên xwe firehtir bike,sererd û binerdê welatê beramberî xwe dagir bike .Hemî xweşikî û dewlrmendiya welatê beramberî xwe ji xwe re bigire.Ew dijminê derve ye .Dijmin dema dixwaze welatekî dagir bike her cûre şer dide meşandin ,însanên wî welatî ji hal datîne , ,dema çekdarî nikaribe siyasetê pêş dixe ,dema bi giştî nikarî bi ferd re mijûl dibe .
Ji bo ku dijminê derve hakimiyeta xwe li ser welatekî dagirkirî avabike .
-Yekemîn:
Bi zihniyeta wî re şer dike ,Duyemîn xwe ji mirovên ketî û bê wijdan nêz dike û di nava wî welatî de îxanetê pêş dixe ,mînaka herî berçav ,Kurdistan hat dagirkirin ,hat parçekirin lê neqebûlkirin tê de hebû ji bo wê jî bi mejî re şer kir û mêjiyê wî parçe kir .
Mirovên kurd îro di nava şoreşekê de ne ,ji tevahî welatên cîhanê tevlî nava Şoreşê dibin lê ciwanên kurd di nav de ne ji nav direvin û diçin hembêza dijminê xwe,eşqa dijmin bi vî awayî ,dema ku mirov dijminê xwe nasnekê wisa dibe.
Bihar Botan