Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li ser mijara “Rastiya Jin” komxebatek li darxist

0
97

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê bi dirûşmeya ‘Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê ser bixin’ komxebatek li darxist.

KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dirûşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê ser bixin” komxebata xwe ya di çarçoveya mijarên “rastiya jin a di nava pergala Rêjîma Sûriyê, dewleta tirk û malbata Berzanî” de li darxistin.

Komxebat bi beşdarbûna delege, endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê û endamên sazî, rêxistin û dezgehên heremê li hola Ronîwar hat li darxistin.

Piştî yek deqe rêzgirtinê axiftina destpêkê ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed ve hat kirin. Hebûn Mihemed bal li ser êrişên ku li ser jinan tên meşandin kişand û wiha got: “Armanca me ji vê komxebatê nirxandina pêvajoya heyî û di nav de êrîşên ku di asta yekem de jinan hedef digrin e. Weke tê zanîn nêzikatiyên Rêjîma Sûriyê ji jinan re zayendperest û baviksalar bû. Lê jinan ev yek guhertin û di şoreşa 19`ê Tîrmehê de diyar kirin ku jin dikarin di tevahî qadên jiyanê de pêşengtiyê bikin û rola sereke bilîzin. Niha jî em dibînin dewleta tirk hewil dide careke din jinan vegerîne rewşa xwe ya beriya şoreşê, ji ber vê êrîşên cur be cur li ser jinan tên kirin. Ji ber vê divê ku em weke jinên ciwan xwebirêxsitin bikin û li hember van êrîşan bibin bersiv.”

Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Xada Mehmûd mijara “Rastiya Rêjîma Sûriyê” bi rêve bir, xwendekara zanîngeha Kobanê Rodîn Hemed mijara rastiya dewleta tirk û Cîhan Temî jî rastiya malbata Berzanî vegot. Di derbarê hersê mijaran de beşdarvanan nirxandin û şiroveyên xwe jî anîn ziman.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz