Komeke ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên gerîla bûn: Hêviyên azadiya riya gerîlatiyê ye

0
333

Komek ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin û bang li tevahî ciwanên azadîxwaz kirin ku ew jî cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin.
11 ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne. Ciwanan diyar kirin ku li ser banga Komalên Ciwan tevlî nava refên gerîla bûne û bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî nava refên gerîla bibin.

Ciwanan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan xetimiye nikare li berxwe bide û destnîşan kirin ku di pêvajoyekî wisa dîrokî de, divê her ciwanek xwe berpirsyar bibîne û tevlî çalakiyan bibe û cihê xwe di nava refên gerîla de bigire.

Bi temamî daxuyanî wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî nirxên mirovahiyê kar dike, ji bo hebûna xwe ya ku di esas de tune ye bide ferzkirin, û desthilatdariya xwe li cîhanê serwer bike, polîtîkayên qirêj dimeşîne. Êrîşî projeya Netewa Demokratîk û Tevgera Azadiyê dike. Armanca wan bi vê polîtîkayê tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku li hemû cîhanê belav bûye ye.”

“Êrîşa ku di 17’ê Nîsanê de li dijî çiyayên Kurdistanê hatine destpêkirin, ev êrîş ji aliyê hêzên hegemonîk, bi taybet dewleta Tirk û PDK’ê ku bi xeta îxanetê cihê xwe di dîrokê de girtî, hate destpêkirin. Armanca vê êrîşê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û gelên ku hêza wan asteng dikin e. Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo parastina baweriya gelê xwe û pûçkirina planên qirkirin û talanê li hemberî van êrîşan bûn weke mertalekê û berxwedaneke bê hempa raber kirin.”

“Hemû polîtîkayên bê exlaq, çekên kîmyawî, êrîşên hewayî û bejahî ya ku dewleta Tirk ji bo tunekirina gerîla dabû meşandin, ji aliyê gerîlayan ve bi vîn û baweriyeke xort vala hate derxist. Dewleta Tirk bi têkçûnê re rû bi rû maye, ev yek carek din dide xuyakirin ku şerê gerîla şerê îrade û azadiyê ye.”

“Li ser vê bingehê li ser banga Komalên Ciwan em weke ciwanên Ereb û Kurd ên vî welatî, li hemberî êrîşên qirkirinê parastina ax û namûsa xwe erka xwe dibînin, ji ber vê jî em biryara tevlîbûna nava refên gerîla didin. Di pêvajoyeke wisa de, divê her ciwan bibe bersiv, rabe serhildan bike, xwedî rol be û tevlî nava refên gerîla bibin. Ji ber ku hêvî û xeyalên azadiyê riya gerîlatiyê ye. Li ser vê bingehê banga me ji bo hemû ciwanên azadîxwaz ewe ku tevlî nava refên gerîla bibin. Emê bi rihê fedayî dagirkerî û îxanetê têk bibin. Ji bo vê jî em dibêjin “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê”

Herî dawî piştî daxuyanî hate dayîn ciwanên siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê” berzkirin.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz