Karayilan: Rê nedin şerê Kurd-Kurd

0
217

Karayilan: Rê nedin şerê Kurd-Kurd
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ev şer ji bo Kurdan şerê man û nemayê ye û got, “Em ji xwe bawer dikin, em ê bi ser bikevin.” Karayilan bang hunermend, nivîskar û her kesên xwedî wijdan kir ku rê nedin şerê Kurdan ê li dijî Kurdan.

Karayilan ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest ku bila wekî sala 2008’an wan bi tenê nehêlin û got “Ev serdemeke awarte ye, divê Her Kurd rîskê bide ber çavê xwe, çi hewce bike, divê wê bike”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê êrişa ku dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû dest pê kirin û hevkariya PDK’ê pirsên ANF’ê bersivand.

Dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Bi vê êrişê re dixwazin çi bikin?

Beriya her tiştî ez dixwazim vî tiştî diyar bikim, ev êrişên dijmin ne êrişên adetî ne. Dewleta Tirk ji sala 2016’an û vir ve bi konsepteke nû tevdigere, ji xwe re stratejik kiriye esaas. Armanca vê straejiyê ev e, ji bo ku ew têkevin pêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê divê Tirkiye biçûk nebe û biryar dane ku Tirkiyeyê mezintir bikin. Di vê çarçoveyê de dane ber xwe ku sînorên Mîsak-i Mîllî di warê leşkerî, siyasî û ekonomî de û di qadên din de têxin bin kontrola xwe. Di heman demê de bi vî awayî armanca wan ev e ku bernameya Osmaniya Nû têxin meriyetê û Tirkiyeyê bikin dewleta herî mezin a li herêmê. Di cewhera konsepta wan de ev heye. Ji ber vê demeke dirêj e li dijî me şer bikin. Ne bi tenê di warê leşkerî, di warê siyasî û civakî û çandî de û di hemû waran de êrişî gelê Kurd dikin. Li ser Rêber Apo êşkenceyeke ku di dinyayê de mînaka wê tune, pêk tînin. Her tiştî bi awayekî awarte dinirxînin û tên ser me.

Wekî ku tê zanîn di sala 2021’and e jî hedefa wan ev bû ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin hedef. Ji ber vê hê berf li erdê bû, bi awayekî surprîz êrişî Garê kirin. Tê zanîn, wê demê derbên giran xwarin. Piştre bi awayekî berfireh êrişî Zap, Metîna û Avaşînê kirin. Wan dabûn ber xwe ku van deran dagir bikin û ji wir jî xwe bigihînin Garê û Qendîlê. Di nava sê mehan de wê her der dagir bikirina. Lê derbên giran xwarin û têk çûn.Dibe ku li çend cihan dest danîn ser hinek giran lê gerîla berxwedaneke mezin nîşan da.

NEKARÎN TÊKÇÛNA DI SALA 2021’AN DE QEBÛL BIKIN

Me dizanibû ku wê dewleta Tirk bi hêsanî vî tiştî qebûl neke. Ji ber peywira ku hikumeta AKP û MHP’ê ya faşîst wergirtiye divê ev stratejî pêk were. Lê nekarîn vî tiştî bikin û ber bi hilweşandinê ve diçin. Roj bi roj qelstir dibin. Hê saleke wan hene lê dewlet bi xwe jî dixwaze ev stratejî bi ser bikeve. Ji ber vê êrişên berfirehtir amade kirin.

Bêguman haya me jê çêdibû. Çavê me her dem li ser dijmin e, wan hêzên xwe perwerde dikirin, leşkerên xwe perwerde dikirin, di warê siyasî û dîplomasiyê de jî hêzên xwe yên herêmî amade dikirin. Lê ji bo ku hêzên navneteweyî tu kes li hemberî wê dernekeve û piştgiriyê bidin wan amadekarî kirin. Bi kurtasî dewleta Tirk him bi awayekî veşartî û him jî bi awayekî berfireh di warê dîplomatîk û leşkerî amadekarî dikirin. Di 17’ê Nîsanê de jî ev êriş wisa hatin destpêkirin.

NE OPERASYON E ŞEREKÎ MEZIN E

A rast mirov dikare bibêje di 14’ê Nîsanê de ev êriş dest pê kiriye, ji ber ku beriya wê bi qasî sê rojan êrişên hewayî dest pê kir û ev qad hatin bomberdûmankirin. Di lîteratura leşkerî de jê re dibêjin ‘Nermkirin’. Ji bo ku hedefên li ber xwe qels bikin, êrişên dagirker kirin. Piştre jî di 17’ê Nîsanê de bi şev ji aliyê başûr û bakur êriş kirin. Hewl dan leşkerên xwe ji hewayî ve deynin erdê. Ev ne operasyon e, ev şerekî mezin e. Tu dewlet wisa bi hêsanî bi hev re şer nakin. Ez ne bawer im li Ukraynayê jî eniyên wisa tune û her dem şer tê kirin. Ev şerekî mezin e. Dewleta Tirk a dagirker berê jî teknîk û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dema em li ya niha dinihêrin em dibînin bêtir giranî dane ser teknîkê. Di heman demê de helîkopter, balefirên şer, balefirên keşfê difirin, ji bejahî ve êriş dikin û ji qereqolên li ser sînor topên obusê diavêjin. Bi kurtasî armanca wan bomberdûmana bênavber û êrişa teqez e.

WÊ ŞER GURTIR BIBE

Ev herêmên ku êriş kirine, ne herêmên adetî yên hêsan in. Zap û Avaşîn mekanê berxwedanên dîrokî ye. Divê gelê me û her kes baş bi vî tiştî bizanibe, wê şer gurtir bibe. Ev teknîkeke xurt bi kar tînin û dixwazin encamekê bistînin. Lê têra xwe tecrubeyên hevalên me jî heye. Bi taybetî par di warê binê erdê û ser erdê de dayîna li dijmin û xweparastinê de tecrube çêbûn. Ji ber vê ew ê şerekî dîrokî pêk were.

Em niha di serî de ne, du roj in şer didome û em ê têkevin roja sêyemîn. Me name ji hevalan re şand û ew pîroz kirin. Di her pêvajoyê de rojên pêşîn gelekî girîng in. Heval di rojên pêş de jî bûn xwedî serkeftinê. Hêzên dagirker dibêjin nizanim me ev der bi dest xist bi tenê serbazekî me mir lê rastî ne wisa ye. Rastiyan nabêjin, raya giştî dixapînin û dixwazin di nav civaka Tirkiyeyê de jî atmosferekê çêbikin. Bêguman ev şer ji bo rejîma faşîst û qirker gelekî girîng e. Ev ji bo wan meseleyek man û nemanê ye. Heke Bahçelî û Erdogan di vî şerî de têk biçin, di heman demê de wê wan têxînin girtîgehê. Ev qasî dizî û sûc kirine, wê teqez werin darizandin.Ji ber vê hemû derfetên Tirkiyeyê seferber kirin. Rîsk dane ber çavê xwe û ji bo ku bi ser bikevin li derve û hundir ji destê wan çi were wê bikin û ew ê bikin jî.

JI BO GELÊ KURD ŞEREKÎ STRATEJÎK E

Ev şer ne bi tenê şerê PKK û dewleta Tirk e. Hinek derdora tiştên berevajî vî tiştî dibêjin. Na. Di vir de şaşiyek mezin heye. Ev şer li ser stratejiyekê dimeşe. Hedefa yekemîn a vê stratejiyê PKK ye lê hedef ne bi tenê PKK ye. Hedefên wan ên din jî hene. Hedefa wan ev e ku hemû destkeftiyên gelê Kurd tasfiye bikin. Piştre jî wê gelê Ereb têxin bin bandora xwe. Ne bi tenê çiyayên Kurdistanê wê Hewlêr û Bexdayê jî têxin bin kontrola xwe. Bêguman hedefa pêşîn PKK ye lê di esasê xwe de hedefa wan destkeftiyên gelê Kurd e. Ji ber vê ev şer ji bo gelê Kurd bûye şerê man û nemanê.

Di sala 2016’an de jî dema hatin Çelê gotin ‘Ev şerê man û nemanê û şerê rizgariya Tirkiyeyê ye.’ Rast e belkî ji bo Tirkiyeyê wisa ye, lê ew jî evqasî ne cahil in. Em jî dizanin ev şer ji bo me şerê man û nemanê ye. Em ne bi tenê ji bo PKK’ê ji bo gelê Kurd jî vî tiştî dibêjin. Heke ev bi ser bikevin wê hemû Kurdistanê têxin bin siyaseta qirkirinê. Ji xeynî vê tu tiştekî din wê nedin ber çavê xwe.

EV MESELEYA MAN Û NEMANÊ YE

Hemû hêza Tirkiyeyê ji bo vî şerî xerc kirin.Niha gelên Tirkiyeyê çima birçî ne? Tirkiye welatekî dewlemend e lê hemû dahata xwe bi awayekî veşartî û eşkere dan şer. Niha wê ji wan re bibêjin ‘We evqasî pere xerc kir lê hûn bi ser neketin’ û derbarê wan ew ê lêpirsînê bidin destpêkirin. Ji ber vê desthilatdariya Erdogan û Bahçelî ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin û li Kurdistanê serweriya pergala faşîst bidomînin dixwazin li hemberî me bi ser bikevin. Ev tişt ji bo wan jî û ji bo me jî gelekî girîng e. Ev ji bo gelê me û ji bo gelê Ereb û gelên Rojhilata Navîn girîng e. Ew li pêy xeyalên Osmaniya Nû ne û guh nadin kesî. Dixwazin careke din vegerin ser axa Osmaniyan. Ev ne planeke wisa veşartî ye. Ma her roj ji bo Kerkûkê nabêjin ‘A rast a me ye lê ji me stendin’ Nexwe hesabekî wan heye û heke ne wisa be, leşkerên wan li Başîkayê çi dikin? Li Kerkûkê çima evqas amadekariyê dikin? Heke stratejiya wan pêk were, wê statuya Kurdan têkeve xetereyê û ji holê rabe. Ji bo ku li xweşiya rayedarên PDK’ê biçe ji wan re dibêjin ‘Hûn rêveberiya Kurdan in’ Gelo hûn rêveberiya Kurdên ku derê ne? Ji bo wan dibêjin Rêveberiya Kurdên Bakurê Iraqê yan jî Serokwezîrê Kurdên Bakurê Iraqê. Ne li nava Tirkiyeyê û ne jî li derveyî wê Kurdan nas nakin. Kurdistanê qet nas nakin. Heqîqeta wan ev e. Xwe li ser vê konseptê rêxistin kirine û ev şer li ser vî esasî didome.

Divê gelê me baş bi vî tiştî bizanibe, li gorî me ev pêvajoyeke awarte ye. Ango seferberî ye, divê her kes çi tiştên ji destê wan tê bike. Em ji serdemek gelekî girîng û krîtîk derbas dibin, gelekî hesas e. Divê em vê pêla êrişê ya dijmin bişkînin, heke ev were şikandin, wê li Tirkiye û Kurdistan û herêmê serdemeke nû dest pê bike. wê çareserî pêk were, azadî û demokrasî bi pêş ve biçe. Li ser vî esasî ev berxwedan, berxwedana demokrasî û azadiyê ye. Ev berxwedana hebûna gelê Kurd e. Ev berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e, berxwedana demokrasiyê ya gelên herêmê ye.

Di van êrişan de rol û mîsyona PDK’ê çi ye? PDK di kîjan astê de tevlî vê operasyonê dibe?

Par jî PDK’ê piştgirî da vê stratejiya Tirkiyeyê. Hevkariyek kirin. Ev çawa kirin? Dora gerîla girtin û li ser gerîla ambargo pêk anîn. Ji aliyê din jî îstîxbarat kom kirin û bi rêxistinên îstîxbaratê ve xebitîn. Ji xeynî wê li pêşiya xeta gerîla kemîn danîn. Li Xelîfanê du caran êrişî gerîlayan kirin û gerîla şehîd bun. Par jî li ser vî esasî hevkariyek kirin. Lê wer xuyaye Tirkiye qîma xwe bi vî tiştî nayne û di asta herî bilind de, bi rayedarên PDK’ê hevdîtinan dikin. Wisa xuyaye PDK îsal di van êrişên dawîn de jî gavekê bi pêş ve çûye. Li gorî par îsal bêtir bi pêş ve çûye.

JI BO PDK’Ê JÎ REWŞEKE XETERE HEYE

Dema ku em tiştan dibêjin em buxtanan naxin stûyê PDK’ê. Belkî rayeadarên PDK’ê vî tiştî nabêjin lê heqîqet ev e. Di her hevdîtinên bi dewleta Tirk de dewleta Tirk bixwe vî tiştî diyar dike. Sermesele li bajarê Munîhê bi dijminê gelê Kurd Hûlûsî Akar re rûniştin. Pişre jî Hûlûsî Akar got ‘Di hemû waran de fikra me ya li ser PKKê yek e, em şirîkên hev in’. Di heman demê de Erdogan jî gelek caran heman tişt got. Herî dawîn me dît, li hev rûniştine. Jixwe dema hevdîtin pêk hat, berê êrişa hewayî û piştre jî ya bejahî dest pê kir. Ev ne tiştekî veşartî ye. Em naxwazin ew li hemberî me û li hemberî gelê Kurd bin. Ez nizanim wê encama vî tiştî çawa be. Rast e heta niha li dijî gerîla şer nekirine lê ji duh ve hêzên xwe kom dikin, li Dêrelok û Şêladizê hêzên xwe takviye dikin. Gelo wê çi bikin? Wê ev tişt bigihêje ku derê, em nizanin. Lê ev rewşeke xetere ye. Ji bo ku a niha şerekî yekser pêk neyê, ji bo ku Kurd li hemberî hev şer nekin, me gelekî hewl da. Ez dikarim vî tiştî bibêjim, ji bo vî tiştî ez gelekî xebitîm û hemû rêveberiya me wisa xebitî. Me her dem hewl da pêşiya vî tiştî bigirin û a niha jî dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin.

ŞERÊ DI NAVBERA KURDAN DE PROJEYA DEWLETA TIRK E

Di sala 2017’an de dema ku li Xanesorê êriş kirin û hevalên YBŞ’yî şehîd bûn, ji bo ku em jî êriş bikin li ser me zext hebû lê rêveberiya me ev tişt da sekinandin. Heke li gorî hevalên li wê derê bûya wan ê jî bersiv bidana êrişî. Piştre di payîza 2020’an de hêzeke zêde şandin ji herêma Zêbarî re. Li wan giran hevalên me hebûn. Me dît wê şer çêbibe, wan jî gule teqandin, me heval ji wir vekişand. Divê raya giştî baş pê bizanibe, par di 5’ê Hezîranê de bi nêta şer hêzeke mezin derket ser girên Metînayê, temaseke biçûk û şer çêbû. Yekîneyên li wir bi hêza xwe li wan giran bi cih nebûn, me jî hêzên xwe vekişand. Çima? Ji bo ku di navbera Kurdan de şer çênebe. Tu xêr di vî tiştî de tune, wê tu kes bi ser nekeve. Ev projeya dewleta Tirk e.

Armanca dewleta Tirk ev e ku ev şer bibe şerê ku Kurd li hemberî hev şer bikin. Em naxwazin tiştekî wisa pêk were. Lê sînorê her tiştî heye. Ji bo vê gelê me, welatparêzên Kurd, siyasetmedarên Kurd û hunermendên Kurd divê xwedî li berpirsyariya xwe derkevin. Ev wisa nadome. Em hêzeke fedaî ne, ji tu kesî natirsin. Em naxwazin ev şer bibe şerê ku Kurd li hemberî hev şer dikin.

ŞIRÎKATIYA XWE ZÊDETIR KIRIN

Têkiliyên we bi PDK’ê re heye? Heke hebe di kîjan astê de ye?

Di payîza par de bi berxwedana mezin a li Avaşînê me derbên giran li dewleta Tirk xist. Bêguman dewleta Tirk ne dewleke biçûk e, evqasî teknolojî û çekên kîmyewî bi kar tîne, lê dîsa jî bi ser nakevin. Bi rastî min digot qey wê Kak Mesûd biryara xwe biguherîne û ji bo vî tiştî min nameyek jê re şand. Ez wî spas dikim bersiv da lê di bersiva wî de çareserî tunebû. Ji bo me tişta girîng çareserî ye di nava wê de çareserî tunebû.

A niha dema em lê dinihêrin em dibînin şirîkatiya xwe ya bi dewleta Tirk gavekê bi pêş ve birine. Çawa bi pêş ve birine? Destûr dan ku hêzên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê başûr ve êrişî hêzên me bike. Ji ber ku dewleta Tirk nekarî roja pêşîn hêzên xwe ji hewayî ve deyne, hêzên xwe yên baregeha Sirê ya Şêladizê şandin. Di heman demê de hêzên xwe yên Bamernê jî bi helîkopterê sewq kirin. Ev tişt dide nîşandan ku şirîkatiya xwe zêde kirine. Bêguman ev tişt bi destûra PDK’ê tê kirin. Berê jî van hêzan îstîxbarat kom dikirin lê armanca wan ne mudaxeleyeke çalak û hêzeke operasyonel bû. Ez bawer im di navbera wan de peyman heye ku heke destûra wan tunebe, divê hêzên xwe nexin tevgerê. Ji ber ku a niha ev hêz ketine tevgerê nexwe wan jî destûra vî tiştî dane. Ev ji bo me girîng e. Ji ber ku dema ji bakur û başûr dora gerîlayan bigirin, wê ev rewş firsendeke mezin bide dewleta Tirk. Dema ku hêzên ji baregeha Sirê derketin, firsendek çêdibe ku dewleta Tirk di vê êrişê de encamekê bistîne. Bi vî awayî dixwazin ji her çar aliyan dora gerîlayan bigirin. Me bawer nedikir tiştekî wisa pêk were lê bersiva pratîk va ye wisa ye.

DIVÊ PDK PIŞTGIRIYÊ NEDE STRATEJIYA NIJADPEREST A DEWLETA TIRK

Em vî tiştî dibêjin. Ev stratejiya dewleta Tirk stratejiya li hemberî gelê Kurd e. Divê PDK piştgiriyê nede vî tiştî û bi vê stratejiyê şirîkatiyê neke. Çi berjewendiyên wan hene, em nizanin. Lê xetereya ji bo pêşeroja Kurdan zêde dibe. Ji ber ku ew dixwazin têkevin cihên stratejîk ên Kurdistanê. Dewleta Tirk têkeve cihekî ji wir dernakeve, ew di peyamên xwe de bi eşkere vî tiştî dibêjin. Bi milyonan pereyan xerç dikin û rê çêdikin, êdî tu kes nikare wan ji wir derxîne.Çima wisa dikin? Belkî hinek kes dibêjin ‘Ji ber ku PKK heye tên’ Ez jî vî tiştî dibêjim piştgiriyê nedin wan, em ê bibînin wê karibin werin an na.

Par jî nîqaşeke wisa hebû. Me got dijmin nikare xeta Zap, Avaşîn û Metîna dagir bike. Lê di pratîkê de em xwedî li vê gotinê derketin ne wisa? Em propagandayê nakin, bi giraniya vî bari diaxivin. Ez li vir bi propagandayên erzan mubalaxayê nakim. Li ber min heqîqet heye. Em dikarin vî dijminî têk bibin. Bi kurtasî divê PDK piştgiriyê nede vê stratejiya nijadperest a Tirkiyeyê, stratejiya dewleta Tirk li hemberî hemû Kurdan e.

PDK GULIYÊ BIN XWE DIBIRE

PKK ji bo başûrê Kurdistanê û ji bo federasyona Başûrê Kurdistanê garantorekî mezin e. Ev heqîqeteke mezin e. Heke PKK nebûya wê dewletê guh neda federasyonê. Heke PKK nebûya Komara Tirkiyeyê tu carî bi serokekî Kurdan re hevdîtin nedikir. A niha PKK heye û PKK ji bo wan gefek e. Ji ber tirsa PKK’ê bi hemû kesan re rûdinên. Divê mirov vi tiştî bibîne. Hûn piştgiriyê bidin wan bila PKK qels bibe, ka wê demê em ê bibînin wê silavê jî bidin we?Em gelekî baş dizanin ku wê silavê nedin we. Em hemû di dorê de ne. Ji ber ku li gorî wan PKK a herî xetere ye, PKK xistine rêza pêşîn. Dixwazin PKK’ê tasfiye bikin û piştre wê dor were ser hemû kesan. Ew li dijî statuya Kurdan e. Du meh berê Hûlûsî Akar di meclîsê de got ‘Ne li Tirkiyeyê û ne jî li derveyî Tirkiyeyê cihekî bi navê Kurdistanê tune.’ Bi vê armancê şer dikin û stratejiya xwe li gorî vî tiştî amade kirine.

Te dît dibêjin filankes dixwaze darê bibire û diçê guliyê ku li ser e dibire. Rewşa PDK’ê jî wisa ye. Dixwaza dara jiyanê bibire lê wê xisar bigihêje wê jî. Heqîqet ev e. Em dixwazin ji vê rewşê derkevin. Ji bo vê çi hewldan hewce ye, ez nizanim lê em hesas tevdigerin. Lê divê Başûr û Rojava van xetereyan bibînin. Divê siyasetmedarên Kurd van xetereyan bibînin û helwesta xwe diyar bikin.

Baş e hûn sekna gelê Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî berdêl da; ji enfalan derbas bû. Hîn beriya çend rojan salvegera Enfalê bû. Gelek komkujî û qirkirin bi serê vî gelî ve hatin. Gelekî welatparêz e, fedakariya xwe gelekî zêde ye. Di vê xusûsê de hurmeta me ji bo gelê Başûrê Kurdistanê heye. Mînak sala 2008’an operasyon li Zapê bû. Wê demê dewleta Tirk ji Bamernê, ji Amediyê xwest tevbigere, lê belê xelkê Bamernê û Amediyê derket pêşiya tankan û nehişt ku dor li gerîla bê girtin. Di wê serketina Zapê de rola gelê me yê Başûr jî hebû. Çi bû? Dewleta Tirk têk çû, heta wê demê xeta sor a yên ku têkiliya xwe bi Başûrê Kurdistanê re hebû. Neçar man, ew xet rakirin û piştî wê bi salekê têkilî danîn. Yanî eger ne ji serketina Zapê ya sala 2008’an bûya dibe ku ew têkilî jî nehatibûya danîn. Xelkê Şêladizê careke din bi lehengî meşiya ji bo dewleta Tirk şermezar bike, di heman demê de avêt ser baregeha wan, şewitandin. Ev yek bi rengê serhildanê û bi wêrekî kirin. Ya rast gelê me yê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê bi îrade be, divê bi îradeya xwe rabe ser piyan. Niha li dijî Tirkiyeyê pêwîstî bi rewşeke bi vî rengî heye.

Yanî helwesta gel baş e. Bi qasî em dibînin ji bilî PDK’ê her kes li dijî êrişa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ye. Yanî siyaseta li Başûrê Kurdistanê tenê ji PDK’ê pêk nayê. Lê belê bi qasî ku me dît û me bihîst heta niha hemû hêz li dij e. Ji ber ku her tişt li pêş çavan e, tiştekî veşartî nîne, di vir de ti berjewendiyên gelê Kurd nîne. Dewleta Tirk li ser bingeha Tûranîzmê dimeşe. Aliyê xwe yê şovenîst, neteweperest xurt e. Bahçelî kî ye? Dijminê gelê Kurd e. Hûlûsî ku vî şerî bi xwe dimeşîne, tenê taybetmendiyeke xwe heye; dijminatiya li gelê Kurd! Yanî bi van re çawa têkilî tê danîn, bi rastî jî mirov fêhm nake. Ez bi xwe fêhm nakim. Çawa dibe ku Kurdek rabe hevkariyê bike. Dewleta Tirk di dîroka xwe de kê pê re hevkarî kiribe jî tasfiye kiriye. Li mînaka Dersimê binerin. Li Dersimê eşîran hemûyan şer nekirin. Pênc eşîran şer kirin. Eşîrên din bi giranî bi dewletê re bûn. Lê belê piştî ku berxwedan hate şikandin, Dersim hemû hate koçberkirin. Hate qirkirin. Heman tişt ji bo Serhedê jî derbasdar e. Yanî rêbazeke vê dewletê heye, dîrokeke xwe heye; divê mirov xwe şaş neke. Yanî divê mirov zêde bi wan re têkiliyê daneynin. Bi taybetî jî divê li hemberî hev tiştên şaş nekin… Em heta niha li ber têkiliyên hikumeta Başûr ên bi Tirkiyeyê re bi taybetî jî têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ranebûn. Em li ber çi rabûn? Em li ber hesabên li dijî Kurdan rabûn. Yanî li dijî Kurdan operasyon tê meşandin. Ji vê re operasyon dibêjin, lê belê di rastiyê de di şer de li gel wan cih digirin.

Ez di wê baweriyê de me ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê hemû hay ji vê yekê heye. Careke din dibêjim; bila me bi tenê nehêlin. Bi her rêbaz û firsendê piştevaniya xwe nîşan bidin. Hem gelê me yê Behdînanê hem jî gelê me yê Soran welatparêziya xwe kûr e. Me dît, em baş pê zanin. Bi salan e li Behdînanê me, bi salan li Qendîlê mam. Gel baş nas dikim. Paqij e, durust e. Yanî em di wê baweriyê de ne ku her kes li dijî rewşa heyî ye.

EM TU TIŞTAN DIXWAZIN

Medya nêzî PDK’ê gelekî tîne ziman, dibêje ‘Gundî nikarin biçin gundên xwe, zerar li gundiyan dibe’. Rast e, haya me jî ji vê heye. Her wiha heta niha zêdeyî sih şehîd jî hatiye dayin. Ew şehîdên me ne. Lê belê divê mirov ê jî zanibe; Tenê li Zapê gundên Rêkan, Nêrweyî hatin valakirin. Gundên Sinûnê hînê nehatine avakirin, gundên li derdora Guhokê nehatine avakirin. Li her gundî ya malek heye yan jî nîne. Çima? Divê mirov li siyaseta xwe bipirse. Sedema neavakirina gundan ne tenê şer e. Şer sedemeke, rast e. Lê belê pirsgirêkeke giştî ye. Li aliyê din dewleta Tirk êriş dike. Divê em li dijî dijminê hevpar helwesteke hevgirtî nîşan bidin. Hingî dikare li ber rabe. Wê demê hêzên derve, hêzên navneteweyî wê nerazîbûnê nîşan bidin. Eger hêzeke serdest a Kurd van êrişan qebûl bike, hingî ev êrişên barbar wê ji rêzê bêne dîtin. Ji ber vê yekê em ji gel razî ne. Di vê xusûsê de hêviya me heye. Mîna ku min got, gelê me divê xwe berpirsyar biîne. Yanî divê ev pêvajo veneguhere şerê Kurdan ê li dijî Kurdan. Divê her kes li hemberî vê helwestê nîşan bide. Di vê mijarê de bi taybetî pêşmergeyên ku ked dane, bi taybetî alîgirên PDK’ê divê vê rêveçûnê bibînin. Banga min li wan e. Hêviya min heye. Divê bi vî rengî nebe, her kes derdora xwe binirxîne, helwestê nîşan bide. Rewş bi rastî jî ber bi nebaşiyê ve diçe. Em çi dixwazin. Du tiştan dixwazin:

Bila şer nebe şerê navbera Kurdan.
Bila PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a li ser dijberiya li Kurdan bîne. Bila dest ji vê siyasetê berde.

Daxwaza me ev e. Û ev yek divê daxwaza her Kurdekî welatparêz be. Di vê xusûsê de tiştên bêjim bi vî rengî ne.

EM DIXWAZIN NIRXÊN VÎ GELÎ BIPARÊZIN

We bendewariya xwe ji gelê Başûrê Kurdistanê anîn ziman. Bendewariya we hem ji Başûr hem jî ji tevahiya gelê Kurdistanê û dostan çi ye?

Ev ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê bû. Lê belê bendewariyên me ji gelê tevahiya Kurdistanê hene. Niha em şerekî rewa dimeşînin. Çend sal in em li Zapê ne. Û niha dagirkeriya Tirk hatiye dixwaze dagir bike, dixwaz bi cih bibe. Bi vê rêyê dixwaze li Başûrê Kurdistanê serwer bibe. Em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Ev berxwedan ji rêze nîne. Yanî em canê xwe didin. Her kêliyê, her deqeyê bombe diteqe. Êrişên hewayî û bejahî hene. Em li dijî vî dijminî şer dikin. Her kesên xwedî wijdan divê piştgiriyê bide me. Yanî binerin, dijmin bi tank, top, helîkopter, balafirên keşfê, her cûre cîhaz, her cûre çekên dijmin êrişî me dikin. Bi deh hezaran leşker anîne. Rewşeke wekhev nîne. Êrişî me dikin û em jî dixwazin xwe biparêzin. Mesele ne tenê parastin e, em dixwazin nirxên vî gelî biparêzin.

Êrişên li dijî me ne tenê li Zapê têne kirin; êrişa niha ya herî mezin li Îmraliyê li dijî Rêberê me tê kirin. 24 sal in Rêberê me di bin êşkenceyê de ye. Bi deh hezaran hevalên me niha li zindanê ne, hin ji wan li zindanê jiyana xwe ji dest dan. Li ser me zilmeke mezin heye, li ser gelê me zilmeke mezin heye. Em li dijî vî dijminî li ber xwe ddin. Em bi mafdarî dibêjin ku bila kes piştgiriyê nede vî dijminî. Gelo qezenceke me ya bi çi rengî heye? Yanî em ne ji bo pereyan şer dikin, ne jî ji bo mal şer dikin. Ez hatime vî emrî, ji bilî çeka min tiştekî min ê şexsî nîne. Rêber Apo 73 salî ye, tiştekî xwe yê şexsî nîne. Vaye jin û mêr ên ciwan ên Kurd, dest ji zanîngehan berdidin, tên Zapê û li ber xwe didin. Gelo ev yek ji bo mirovahiyê ne cihê rûmetê ye? Di vir de manewiyatek heye, di vir de nirxek heye. Divê mirov bibe alîkar, nebe alîkar jî qet nebe ji dijmin re nebe alîkar. Yanî em bi rêbazeke mafdar li benda vê yekê ne. We li bendewariyê pirsîn; em li benda vê ne.

EM JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ CANÊ XWE DIDIN

Em ji bo kê, ji bo çi şer dikin? Ji bo vî gelî, ji bo paşeroja vî gelî em şer dikin. Û em her roj şehîdan didin. Eger dozeke me ya mezin nebûya, eger ne ji doza pîroz, doza hebûn û azadiyê ya gelê me bûya û eger ne ji doza demokrasî û azadiyê ya herêmê bûya; me yê rahişta çenteyê xwe û bi cihekî din ve biçûya. Lê belê em niha dibêjin; divê em li dijî vî dijminî bi îrade bin, divê em şer bikin. Em canê xwe jî bidin divê em serê xwe netewînin. Divê em meydanê ji dijmin re nehêlin ku dijmin nikaribe xaka me, xaka me ya pîroz dagir bike, nikaribe Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em ji bo Başûrê Kurdistanê canê xwe didin. Bila her kes bi vê zanibe ku eger dijmin di vê gava xwe de bi ser bikeve wê herî zêde Başûrê Kurdistanê bikeve nava metirsiyê.

EGER TU PIŞTGIRIYÊ NADE, HINGÎ BÊALÎ BIMÎNE

Di vê xusûsê de ez careke din dawet dikim. Her kes divê careke din li ser bifikire. Yanî keç û xortên Kurd, gelo li van çiyayan ji bo çi li ber xwe didin? Ji bo berjewendiyên kê li ber xwe didin? Ev yek berjewendiyên gel e, demokrasî û azadî ye. Ji bilî wê çi ye? Eger mirove ji sedî sed xwedî bawerî nebe, 24 saet li aliyekî nikare 24 deqeyan jî li wir bisekine. De bila kerem bikin, kî dikare li wir bisekine? Kurojahro li pêşberî bajarê wan e, mirov dikarin derkevin lê binihêrin, jiyan li wir çawaye? Ya jî Şikefta Birîndara çawa ye? Yanî mirov beriya her tiştî xwedî wijdan e. Şerekî newekhev heye. Aliyek bi kleşê û bombeyan şer dike, aliyê din jî her cûre teknîk û balafiran bi kar tîne. Her cûre çek û jehrê bi kar tîne. Yanî divê mirov piştgiriyê bide yên ku bi kleş û bombeyê şer dike. Piştgiriyê nede jî divê bêalî bimîne. Ya ku em dixwazin ew e; bila hêzên PDK’ê bêalî bimînin, bila li me temaşe bikin. Yanî bila xwe nede aliyê aliyekî, bila li me temaşe bike. Yanî bila li filan cihî rêya me nebire, bi vî rengî nabe. Em ji ezmanan nehatin. Bi salan e em li vir in. Heta niha di navbera me de sala 1982’an peyman hate îmzekirin, di sala 1995’an de jî me li hev kir. Me ewqasî nanê hev bi hev re parve kirine, me serdana hev kiriye, ewqas tişt bû. Niha dijmin bi ser me ve tê, ewqas sal em li vir in. Ka bila binihêrin bê em çi dikin?

EM Ê VÎ DIJMINÎ TÊK BIBIN

Û em ji xwe bawer dikin, em ê vî dijminî têk bibin. Bi rê û rêbazên xwe, bi aqil û baweriya ji îdeolojiya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin! Bi taktîk û kûrbûna xwe, performansa ku me par nîşan dan, nîşaneya serketina me ye. Em dikarin bi ser bikevin. Nizanim çekê dijmin zêde ye, teknîkê gelekî bi kar tîne, leşkerên xwe zêde ye… Em ji xwe bawer dikin. Em dixwazin şer bikin. Em naxwazin ji wir derkevin. Em dixwazin dijmin têk bibin, ev îdîayeke! Eger hûn bawer nakin, ev jî îdîayeke. Em ne zarok in. Ewqas sal in em di nava vî karî de ne, em di nava vê siyasetê de ne. Em cahil nînin, me bi tonan pirtûk xwendine. Kesî aqlê xwe ji dest nedaye. Em zanin ku hebûn, paşeroj û azadiya gelê me bi vî rengî dibe. Berdêla vê çi dibe bila bibe em ê bidin. Eger pêwîst bike em ê canê xwe jî bidin. Em îro bi vê eşq û baweriyê şer dikin. Û em mafdar in.

RÊ NEDIN ŞERÊ KURD-KURD

Em bang li mirovên ku wijdanê vî gelî temsîl dikin, bang li hunermend, nivîskar û siyasetmedarên rasteqîn dikin. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin; piştigiriyê bidin me. Nehêlin ku şer veguhere şerê Kurd-Kurd, pêşî li vê bigirin. Em di demeke dîrokî de ne, di vê dema dîrokî de em ji xw bawer dikin û dibêjin, em ê bi ser bikevin.

Li dijî dijminê barbar, em bi îradeya ji hesin, bi wêrekiyeke mezin; keç û xortên Kurd li van çiyayan şer dikin. Me niha pîrozbahî şand. Van du rojên dawî hevalan destan nivîsandin. Ne tiştekî hêsan e, li Kurdistanê tiştekî nû ye. Hem rê û rêbaz nû ye, hem jî di rêvebirina şer de sekna îrade û bawerî nû ye. Bûne fedaî. Bûne fedaiyê welatekî, lewma ev welat wê bi ser bikeve. Ti hêz, tank, top nikare vê îradeyê bişikîne. Ji ber vê yekê em dibêjin ku rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û hemû welatparêzên vî welatî! Em zanin ku li Ewropayê her roj li kolanan e, em wan silav dikin. Li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me di nava liv û tevgerê de ye, di nava lêgerînan de ye. Em hemûyan silav dikin. Lê belê divê em zanin ku ev dem demeke awarte ye û çi dikeve ser milê kê divê bike. Ez nabêjim ku li hemberî hinekan rabin. Dibêjim, ji bo Kurd Kurdan nekuje rabin ser piyan, bikevin nava liv û tevgerê. Hevdu bikin îrade. Di vê demê de divê gelê me xwe bike îrade. Bi vî rengî dikare pêşî li rewşên şaş bigirin. Rewşenbîrên Kurd, hunermendên Kurd divê bikevin bin bar, derkevin meydanê, bibin xwedî însiyatîf. Divê pêşî li rewşên şaş bigirin. Yanî banga me ya ji bo her kesî ev e. Li pêşberî vê dema dîrokî divê kes bêdeng nemîne; her kes li gorî xwe, li gorî şert û mercên tê de ne xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û ji me bawer bikin. Ji ber ku em bi soza ku me dane dilsoz in. Dibe ku em nikaribin her tiştî bikin, lê belê tiştên ku em dikarin bikin jî hene. Û di vê mijarê de em heta dawiyê bi biryar in. Em ê bersiva pêwîst bidin vî dijminî.

IRAQ BI TEŞWÎQA DEWLETA TIRK ÊRIŞ DIKE

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên artêşa Iraqê êrişî hêzên asayîşa Şengalê dikin û niha şer diqewime. Wateya vê êrişê çi ye? Di demeke wiha de çima êrişeke bi vî rengî pêk hat?

Em jî ji çapemeniyê dişopînin. Carna jî nikarin çapemeniyê bişopînin, lê belê firsend bû me hinekî şopand. Bi rastî jî mirov matmayî dimîne. Yanî divê li Şengalê leşkerên Tirk tune bin. Heta niha 74 ferman li xelkê Êzidî rabûn. Û bi tenê hatin hiştin. Leşkerên Iraqê jî li wir bûn, lê bi tenê hiştin. Niha baweriya gel bi van hêzan kêm bûye, dixwaze hêza xwe ava bike. Çima wan dikin hedef, mirov fêhm nake. Yanî ev hemû bi teşwîqa dewleta Tirk tê kirin.

Vaye dîwar lê dikin. Gelo ew dîwar li dijî kê tê lêkirin? Di navbera kê de tê lêkirin? Yanî tê dîtin ku dewleta Iraqê di vê mijarê de hin şaşitiyan dike. Bi taybetî piştî ku Mistefa Kazimî bû Serokwezîr hikumeta Iraqê di temsîlkirina gelê Iraqê, gelê Ereb de zêde kêmasî kişand. Mînak hikumeta Iraqê beriya Kazimî bi rengekî fermî ji dewleta Tirk re got ‘Divê Başîka bê valakirin’. Dewleta Tirk guh neda. Vala nekir, leşkerên xwe yên li wir zêde kir. Niha jî we dît, dewleta Tirk beriya niha 2 generalên Iraqî şehîd xist. Wesayita me li pêşiyê bû, li wesayita me nexistin. Bi zanebûn li wesayita leşkerî ya fermî ya Iraqê xistin. Baş e, Kazimî li hemberî Tirkiyeyê çi kir? Piştre çû pêşberî Erdogan û mîna leşkerekî sekinî. Yanî eşkere ye ku îradeya gelê Iraqê temsîl nake. Serokkomar, her wiha Sadr nerazîbûn nîşan dan. Ev yek ji bo temsîlkirina gelê Iraqê gelekî girîng e. Bêguman tiştên baş e. Lê mînak Serokwezîr çima daxuyaniyekê nade? Ya ku di pratîkê de bû, gelo ew nîne? Mirov bi rastî jî matmayî dimîne. Mînak li wir çawa dikarin li Êzidiyan bixin, çawa dikarin li hemberî Êzidiyan operasyonê bikin? Ev yekîtî nîne.

PÊWÎSTÎ BI SEKNEKE AQLÊSELÎM HEYE

Em her tim bi gelê Êzidî re ne. PKK li wir nîne, lê belê em piştgiriyê didin wan û em her tim bi wan re ne. Mafê wan e ku asayîşa xwe ava bikin, xwe biparêzin. Bila dewlet jî lê hebe. Ev tiştekî rewa ye. Banga min li dewleta Iraqê wiha ye; bi aqlêselîm bin, pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin. Li dijî gelê Êzidî yê ku ji nava lepên DAÎŞ’ê rizgar bû, artêşa ku dema DAÎŞ lê bû ne li wir bû, îro hatiye dixwaze li dijî vî gelî operasyonê bike. Ev rast nîne. Hêvîdarim wê bi aqlêselîm tevbigerin. Çi pirsgirêk hebe bi diyalogê çareser dibe, li Şengalê aramî pêk tê. Di vê demê de herî zêde pêwîstî bi vê heye. Hêvî û bendewariya min bi vî rengî ye. Li wê derê hêzên Êzidiyan YBŞ, Asayîşa Êzidxanê rewa ne û em piştigiryê didin wan. Lê belê îdîaya ku ‘PKK wan bi rê ve dibe’ derewa dewleta Tirk e. Divê kes ji vê bawer neke. Divê nêzîkatiyeke rasteqîn bê nîşandan. Di vê mijarê de em hêvî dikin ku mesele bi diyalogê bê çareserkirin.

Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bêjin heye?

Pêvajoya ku em tê de ne ji aliyê dîroka me ya têkoşînê rojên herî giran e. Ev dema em tê de ne demeke girîng e. Çawa? Şerê navbera me û dagirkeriya Tirk di asta herî bilind de ye. Bêguman ew dixwazin me têk bibin, em jî dixwazin wan têk bibin. Lewma demeke girîng e.

HER CIWANEKÎ KURD DIVÊ TEQEZ BI ROLA XWE RABE

Welatparêzên Kurd hemû, gelê Kurd di vê demê de divê teqez bi rola xwe rabin. Divê xwedî li wezîfeyên welatparêziyê derkevin. Bi taybetî Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd, jinên azadîxwaz di vê demê de pêwîste bêdeng nemînin. Li dijî siyaseta Tİrk a faşîst, li dijî siyaseta komkujiyê divê gelê me bêdeng nemîne. Bi taybetî ciwanên Kurd ên niha li Tirkiyeyê ne, dikarin li metropolan bi her awayî çalakiyan bikin. Însiyatîfa xwe heye. Bila nebêje çek nîne; çek heye. Bi xwe dikarin peyda bikin. Hesteyek jî çekeke, çekên cûrbecûr hene. Lewma divê her kes teqez tiştekî bike. Mirovên me li zindanan têne qetilkirin, gardiyan her roj êşkenceyê dikin. Vaye êşkenceyê li ciwanên me dikin. Bi vê wesîleyê şehîdên zindanan hemûyan bi bîr tînin. Li pêşberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Lê belê divê mirov serî li ber zilmê rakin. Li hemberî zilmê divê em bêdeng nemînin. Eger li hemberî zilmê tu bêdeng bimîne hingî tu jî dibe parçeyek ji zilmê. Lewma divê mirov li ber zilmê rabe. Li dijî neheqiyê be. Neheqî heye, divê mirov li ber rabe. Banga min wiha ye; bi taybetî ciwanên Kurd di vê demê de divê teqez çalakger bin. Yanî li cihê ku lê ye çalakiyan bikin yan jî tevlî nava refên gerîla bibin. Banga min ev e. Di vê dema dîrokî de her ciwanekî Kurd divê teqez rola xwe bi cih bîne û xwe bigihîne nava refên gerîla.

DI VÊ DEMÊ DE DIVÊ HER KURDEK RÎSKÊ BIDE PÊŞ ÇAVÊN XWE

Gerîla îro bi rola xwe ya dîrokî tevdigere, rola stratejîk dilîze. Eger gerîla nebûya, ti hêz tune bû ku li ber vî dijminî bisekine. Dixwazin vî gelî qir bikin. Lewma di vê demê de divê her kes tevbigere, xwe bi rêxistin bike, kes li benda fermaneke taybet nemîne, li benda kadroyan nemîne. Li her taxê mirov divê xwe bi rêxistin bike; hêza xwe, îrade, komîte û hêza xwe ya çalakiyê biafirîne. Hêza tevlî dibe, hêza tevlîkar; ev girîng e.

Li aliyê din berxwedaneke mezin heye. Em careke din hevalên ku di vî şerî de mîna şêran di nava êgir de tevdigerin ji dil û can silav dikin. Em di nava vî karî de ne, ez jî berpirsyar im. Lê belê ev heval, jin û xortên Kurd bi ruhê fedaî, li pêş çavên me bûne mîna egîdan. Fedakariyeke gelekî mezin heye. Cewhereke mezin e. Li ser bingeha vî cewherî em ê teqez encamê bi dest bixin. Ev dem girîng e, di vê demê de em ê bikevin bin bar. Em rîskê didin pêş çavên xwe. Di vê demê de divê her mirov rîskê bide ber çavên xwe. Ev ji bo mîn jderbas dibe; ji bo hemû kadroyan, şervanan, fermandaran, tevahiya welatparêzan jî derbas dibe. Lê belê ji bo her Kurdî jî derbas dibe. Ji bo em vê salê bikin saleke mezin divê her kes fedakariya pêwîst bike.

Me îsal sala 50’emîn a Newrozê pîroz kir. Ruhekî bilind afirî. Weke dewama wê divê em sala 2022’an bi ruhê agirê Newrozê, bi ruhê berxwedana Zapê bikin sala meşa mezin. Bikin sala meşa azadiyê. Banga min a li her kesî ev e, bi vî rengî tevlî bibin. Careke din her kesî ji dil û can silav dikim.
Çavkanî :ANF

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz