Civaka Paqij ya Ekoljîk

0
167

Civaka Paqij ya Ekoljîk
Li hemberî çanda serwer ya zilamsalarî a ku ev penc hezar sale ji bo berjewendî, deshilatdariya xwe cûdahiyên dixe navbera tekiliyên xweza û mirov, xweza û civak, kes û civak û mirov-mirov ji holê radike.
Cîhana hişmendiya civaka xwezayi ya xwe dispêre feraseta zindî-xweza yê esase. Mirovê despêkê, civaka despêkê di hêmbêza xwezayê de pêşde çuye û bi xwezayê re lihevkirî jiyan dike. Xwezayê wek xwe zindî dibinin, di her tiştî de ruh heye.
 Mirovê ku debara xwe ya aborî bi saya xwezayê dike, bi xwezayê re dost, lihevkirî û aşitî jiyan dike. Ev jî jiyana azad, demokratik û komînal pêşdixîne. Mirov xwezayê çiqas ji nêz ve nas dike, ewqas bingeha tekilîyên ku xwe dispêre dostanî û hezkirinê ava dike.
 Ev pêşdeçuyina xwezayi ya jiyanê ye, civak di aliyê exlaqi de jî vê esas digre. Li ser xwezayê hukimkirin, xweza xerabkirin, talankirin, qirêjkirin, gemar hiştin û bi awayekî hov bikaranîn tuneye. Berovajî, ev ne li gorî kanûnên civakî ne, di aliye exlaqî û bawerî de ev qedexe ye û wek gunehê mezin tê dîtin. Di roja me îro ev di Îslamê de jî heye ; darek qutkirin, mîna mirovek hatibe qetilkirin tê destgirtin.

 Pergala kapîtalist Pergala Nexweşî û Kûrkirina Pirsgirêka ye
Pirsgirêkên bingehîn bi pergala qapîtalist re kûrbûne, bi endustrîyalîzmê re pirsgirêk derketine lutkeya jor, bi qasî pirsgirêkên civakî pirsgirêkên ekolojîk jî mezin bune.
– Qirêjkirina Havirdor
– Texrîbkirina Xweza
– Qutkirin û Şewitandina Daristanan
– Li ser cihê şînkayî û erdê çandinîyê de avakirina MALL (MOL), Bîna, Xanî
– Bandora Sera, Pirsgirêkên Av
– Felaketên Lehiyê
– Pirsgirêkên Enerjî
– Qirêjkirina Hewa, Av û Ax
– Bi Bendavan (Sed) Gundên ku di bin Avê de tên hiştin ji holê rabune.

 Di bingeha mezinbuna pirsgirêkên ekolojîk de
– Sînai, Febrîqe
– Bajarbûn
– Cihên Xwezayî Texribkirin
– Pir zêde Çêkirina Seyaran
– Santralên Termîk û Kehrebê hwk.
Mina vana hemû sazî û saziyên heyî her yek ji wan cûreyên xaza kîmyewî, Jehrî berdidin xweza yê. Ev hemû li ser tendûristîya mirov û xwezayê xeterî û tehlûkeyên mezin çêkirîye.

 Ji Bo Welatekî Azad û Paqij, Rêxistinkirina Civaka Azad û Paqij

 Li dijî vana emê xwe ji çi paqij bikin?
• Ji hişmendiya ku ferk û cûdahî di xwe navbera tekiliyên xweza û mirov, mirov û mirov
• Ji ferasetên zayendperestî, hişmendiya desthilatdarî
• Ji nêzikbûnên berjewendî perest û kara zêde
• Ji nêzikbûnên ku tu nirx nade xweza û havirdor, exlaqî û wicdanî nêz nabe
• Ji paşverûti û cehaletiyê
• Ji hovîtiya ku bê rehim nêzî xweza û havirdor dibe
• Ji talan, xerabkirin ê
• Ji nêzikbûnên havirdor qirêj dike, gemarî dihêle û qirêjî û gemarî ji xwe re kiriye çandek
• Ji bandoriyên Şerê Taybet ; fuhuş, maddeyên heşbir, ajantî, fesadî û gelaciyê
• Ji ferasetên ku ji welatê xwe direve û naparêze

 Emê xwe bi çi paqij bikin?
• Emê xwe, bi perwerdekirina fikir û felsefeya Rêber Apo
• Emê xwe, bi baweriya pergala netewa demokratîk
• Emê xwe, bi rêxistinkirin û xurtkirina parastina cewherî ya rewa
• Emê xwe, bi girtina zanebûn û hişmendiya netewa demokratîk
• Emê xwe, bi rizgarkirina ji koledarî û desthilatdarî
• Emê xwe, bi avakirina jiyana azad û demokratik
• Emê xwe, bi xwedî derketin û hezkirina ax, welat
• Emê xwe, bi pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe ê di komin û meclisan de
• Emê xwe, bi paqijkirina havirdor û şînkirina xwezayê
• Emê xwe, bi ked û hilberînê
• Emê xwe, bi pêşxistina aboriya civakî
Nivîskar: Rênas Avêsta

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz