Komkujiya Helebçeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

0
306

Qirkirina di sala 16 Adara 1988an de bi fermana Sedem Husen ji aliyê generalekî ku bernavkê wî “Eliyê Kimyewî” ve hatiye pêkanîn. Di vê qirkirinê de pênc hezar Kurd hatine qirkirin. Piştî destekariya DYA’yê ya li İraqê Sedem Husen û Eliyê Kîmyewî yên ku wek berpirsyarê vê qirkirinê dihatin zanîn, hatin darvekirin. Hinek hene, angaşt dikin k ev arîşe wisa çareser bû û hal bû.

Gava qala Qirkirina Helepçeyê tê kirin tiştê ku destpêkê tê hişê mirov wêneyên ku li cihanê belav bûyî yên ku Rojnamegerêkî bi navê Ramazan Özturk kişandine. Herî zêde jî wêneya; bavekî ku xwe çekirî ser lawê xwe yê neçar û pitikê di hembêzê de yê ku serketî û devvekirî. Ev wêneya ku dê hemu cihan wek ” Govanê(Şahid) Bêdeng” bi nav bike vêga li gûrizgeha Helepçeyê bûye peykerek. Wêne bi van re jî ne sînordar in, xwezî wisa bûya. Zarok û dayikên ku hevûdin hembêz kirine û wisa matmayî mane. Mirovên ku bi fikra; “dibe ku dikarim xwe biparêzim” xwe li taldeye veşartî û li hev piçikî.Cendekên ku li ser hev kombûyî yên ku ji hêba ruh bi pîkapan reviyayî.
Li deşta gewre ya Helepçeyê Wekî ku wan ewrên biharê ne rehmet, xezep barandine, di biharê de cihê giha mirov çinîne. Çi qas zindî hene hemu qemirîne. Cendekên ajalan belavbûyî yên li deşta ku di bin bêdengiya mirinê de. Ne gengaz e ku tiştek nişana zindîbûnê binimîne. Bi tênê kevir, avahî û derîyên malan wek berê ne. Xwîn tune. Cendekên mirovên ku rûyê wan şewitî û reşpatî bûye hene.Li Helepçeyê dîmenen wisa xedar hene ku nehatine dîtin.

Belê, ev di dîroka Mezopotamyayê de, di dîroka Kurdan de cara ewil e?

Ermen, Yahud û bi dehan gel bi qirkirinên bi vî awayî re rû bi rû mane. Lê belê, dibêtiyeke mezin a ku wek tekane tê dîtin, sedemên wê pir kêm hatiye pirskirin, bi rabirdû û piştî jiyandinên bûyerê ewqas ji hev hatiye dûrxistin ku gava ku qala qirkirina Helepçeyê tê kirin, behsa 16 Adara 1988an de 5 hezar kes bi çekên Kimyewî hatine qetilkirin, ên ku fermana vê qirkirinê hatine darvekirin dikin û arîşe tê girtin.
Divê destpêkê ev bê diyarkirin; Kurd bi tenê di 16 Adara 1988an de li Helepçeyê nehatin qetilkirin. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê; li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Divê em van bi kitekit bi bîr bînin û qet ji bîr nekin.

Qirkirina Kurdan a Osmaniyan; 1914-1918

Dewleta Osmanî di Şerê Cihanê yê yekemîn de, bi gotina ” Ermen têne”, zorandiye ku Kurt cihê xwe biguhêrin û di encama vê polîtîkayê de 700 Kurd di rêyan de; ji birçîbûn,tibûn, serma û şovê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê , artêşa ku şandine eniya Qefqes( Sarikamis) – eniya mirinê- ku gelek ji wan Kurd bûn radestî birçîbûn û sermayê bûne û li vê eniyê 90 hezar mirov wek encama polîtîkayeke qirêj ji canê xwe bûne. Enver Paşayê ku gotiye: ” Ji gefa ku dê li hundir ji Kurdan were, ji gefa ku dê li derve ji İrusan were xeteretir e.”, xwestiye ku ji Kurdan rizgar bibe. Herwiha, tu agahî ji Kurdên ku şandine Yemenê nehatiye hilgirtin. Kurdan di Şerê Cihanê yê yekemîn de 1.5 milion mirovên xwe winda kirine.

Qirkirina Kurdan a ji aliyê Tirkiye 1920-1938

Bingeha Tirkirina anatolia û Kurdistanê û ji ber və jî sedema ramana qirkirina gelên ne Tirk cara yekem Yekitiya Teraqî amade kiriye. Rayedarên di bin fermana Yekitiya Terqaî de jî Komar li ser vê bingeha îdeoljîk ava kirine. Diyar dibe ku piştî nefî kirina Ermenan dora Kurdan e. Di 1920 an de bûyerên ku hatine serê Kurdan ên di Raperîna Koçgirî de ev yek rast kirine. Gotinên Paşe Nuredinê Sekelî yê Fermandarê Artêşa Navendî yê ji bo tepisandina Raperîna Koçgirî hatî peywîrdarkirin ên: ” Me li Tirkiyê yên dibêjin ‘Zo’ (Ermen) paqij kirin. Koka yên ku dibêjin ‘Lo’ jî ez ê biqelînim” polîtikaya li hember Kurdan ya Komara nû xulase dike.
Yekîneyên Arteşa Tirk ên di bin Fermana Paşe Nuredîn de û çeteya Osmanê Kulek bi hemû hêza xwe ji bo qirkirinê xebitîne.

Ji 1925an şûnve Li her cihê Kurdistanê qirkirin, zordarî, qetlîam, zagonên nefî kirinê yên domdar û kargeriya pihêtkirirî heye. Di navbera sala 1925-1938 an de li Kurdistanê nêzî 800 hezar û 1 milion mirov hatine qetilkirin û nêzî milyonek Kurd jî bi hinceta Raperînan ji welatê xwe nefî bajarên rojavayê Tirkiye hatine kirin.
Qirkirinên Kurdan ên Îraqe 1980-1990

Li Başûrê Kurdistanê, qirkirina li dijî Kurdan di sala 1961 an de dest pê kiriye û heta 1964 an berdewam kiriye û 3 hezar Kurd hatiye qetilkirin. Di navber 1971-1975 an de jî 10 Kurd hatine kuştin. Di sala 1980-1982 an de jî li Bexdayê 13 Kurdê Feylî yên ku di navbera wan de Pirofesor, erkedarê hînkariyê yên zaningehê, nivîskar, helbestvan, hunerwer, rewşenbîr û dîmokrat jî hebûn ji aliyê rejîma Sedem ve hatin revandin û hepiskirin û windakirin. Piştre jî qirkirina Helepçeyê pêk hatiye.
Belê, Qirkirina Helepçeyê çawa çêbû?

Çawa hatine Helepçeyê û çima Helepçe wek armanc hate pejirandin?

Di Pêvajoya Qirkirina Helepçeyê de Rojhilatanavîn
Rojhilatanavîn pêvajoyeke wekî îro lihevketî jiyan kiriye, polîtîkayên û şerên cihanê li ser vê qadê pêşketine. Pirsgirêka İsraîl û Fîlîstînê ketiye heyama herî xedar. Pirsgriêka Kurd di pêşengtiya PKKyê de dîsa zindî bûye. Di hundirê Tirkiyeya ku eniya Rojava ya NATOyê digire de dijîtiyeke micîd a şoreşgerî heye. Li gel van hemuyan Îran bi nasnameya xwe ya nû ya Îslamî bi polîtîkayeke dij DYAyê ya nû dîsa derketiye qadê.
DYA, di têkoşîna xwe ya bi Sosyalîzma Real dimeşîne de bi eniyeke nû re rû bi rû maye.Ev jî bûye eniya Îranê. Ji bo pêşîgirtina vê pêkhateyê polîtîkaya bingehîn a heyamê; bi hêzekî re şerkirin û peritandina wan. Ji bo karekî wiha kesekî wek Sedemê ku bi derbeyê bûye desthilat û xwe wek Serokê netewperestiya Ereb dibîne nayê dîtin. Bi vî awayî rejîma Sedem şandine ser rejîma Humênî. Dibêtiyeke mezin, di dîrokê de Li vê herême şerê ku herî zêde bûye sedema windabûna zindî û derzindiyan hatiye jiyankirin. Dewletên Rojava rejîma Sedem ji her alî ve pesartine. Gava ku zorî kişand, pesartina gaza Kîmyewî nedirixandine. Sedem, rejîma Îranê çi qasî biperitîne dê ev ji bo wan ewqasî baş bibe.

Ji milekî din, bi vî şerî re wê di nav cihana İslamî de qelşeke mezin derkeve.Bi vî awayî dê ber belavbûna şoreşa Îranê ya li dewletên herêmê jî bê girtin. Şerekî wiha girîng ku di navbera dewletên Îslamî yen li hember Îsrailê wek tifaq tên dîtin de wê ji bo rejîma Îsrailê jî bibe piştgiriyeke polîtîk.
Di encamê de Îran û İraqeke ku wek aborî peritiye û rastiya gelan ya ku bi pirsgirêkên vê rewşe derxistine holê re mijûl dibe bi temamî siyaseta ku li dixwazin li herêmê bidin meşandin der dibe. Bala xwe bidinê, di nav xiroşiya vî Şerî de Îsrailê midaxeleyî Lebanonê kiriye û tevgera Fîlîstînê derbeya herî giran xwariye. Bi vî şerî re, hêzên ku gelek nakokiyan bi hev re dimeşînin û dixwazin hevsengiyê di destê xwe de bigirin, rê ji xirabûna hevsengiya herêmê ya gelemperî re vekirine. Qirkirina Helepçeyê wek encama van pêşketin û lîstikên herêmî derketiye holê.
Gava ku ev rasteqiniya herêmî bi rasteqîniya Kurd re dibe yek rewş bêhtir tevlihev dibe. Kurdistana ku hatiye çar perçekirin û rasteqiniya Kurd a ku di nav xwe perçe perçe bûyî.. Ev hempayê ne rasteqiniyeke Kurd a ku xwe rêxistin dike,polîtîka dimeşîne û pêvajoyê diyar dike, rasteqiniyeke Kurd a ku ji aliyê hêzên din ve hatin emilandin nîsan dide. Kurd, yek ji perçeyê polîtikayên herêmê ne lê belê ne polîtîkayên xwe bûne amûrên polîtîkayên ku yên din dimeşînin. İraqa ku Kurdê xwe nas nake qaşo Kurdê Îranê nas dike, piştgiriyê didê, Îran jî bi heman awayî bi Kurdê İraqê re tifaqê datîne, piştgiriyê didê û nas dike. Ev rewş, bûye sedem ku bi dewltên ku li eniyên şer dikin re Kurd jî bi hev re şer dikin û dibine dijminê hev. Di hemu heyama şer de bihevketin û tevgerên dijminî ên rêxistinên Kurd ên İraq û Îranê jî tê fêmkirin. Rêxistinên ku nikarin ji bo xwe polîtîka pêş bixin, nikare xeteke serbixwe ya azadiyê ava bike û nikare rêyeke polîtîk a hevgir bi dest bixe bûye mehkûmê ji aliyê yên din ve were. bikaranîn.. Ev yek di rasteqîniya Kurd de pir bandorker e.

Gelek biêş e ku Rexmî ku di dîrokê de gelek caran bi rastiyên êşbar ên wiha re rû bi rû mane jî tu ders jê negirtine. Dîsa rastiyeke êşbar e ku di şerê navbera du hêzên ku şerê desthilatiya herêmê dimeşînin de , rexmî ku tu mîsogeriya xwe tune jî bûne alîgir û li hember hev şer kirine. Şerê di navber PDKya Îran û İraqê de û tifaqa her yekî ya bi dewleta desthilat re bi temamî çavkaniya xwe ji pêşnedîtina polîtik digire.
Wek Kurdên perçeyên din Kurdên Başûr jî qirkirin jiyan kirine. Kurdên Başûr bi tenê qirkirina Helepçeyê jiyan kirin e?

Heyama berî wê jî heye. Ji pêvajoyê berî wê re “Enfal” tê gotin. Çend rojan berê Parlamentoya Îngîlîstanê diyar kir ku Enfalê wek “Qirkirin”, dibîne. Ev ne şaşker e; Lewre yê ku heri çê dide qirkirin û polîtîkayên şermezarkirinê dimeşîne Îngiliz in.

Li Başûrê Kürdistana ku ji aliyê Sedem ve wek qada qedexe hatiye îlankirin her cure werzerî jî hatiye qedexekirin. Balafirên hikûmetê bi firînên bipergal venihartina werzeriya derdestûr kirine. Ger li cihekî, qedexeya werzerî hatibe binpêkirin, dezgeyên ewlekariyê yên herêmê wek berpirsyarê vê hatine dîtin. Li herêmên Kurdan, zêfandinên mezin ji bo firotina zad û ji bazirganiya çandinî anîne. Evên ku têne kirin qirikirina aborî ye.
Li deşta Balîsana ku 16 Avrêla 1987an de li hember sivîlan êrîşa kimyewî ya ewilî hatî destpêkirin,76 Kurdan jiyana xwe ji dest daye. 5 rojan piştî êrîşa kimyewî ya li deşta Balîsanê, yekîneyên peyadar û dozeran dest bi xebata rûxandina bi sedan gundên li Kurdistana İraqê kirine. Di dema tevgerên 1987an de herî kêm 703 gundê Kurdan ji holê hatine rakirin. Ji van 219 gund li herêma Hewlêrê; 122 li Germiyana li rojhilatê başûrê Kerkukê , 320 jî li hin cihên bajarê Silêmaniyê ne.

QİRKİRİNA HELEPÇEYÊ

Piştî dorpêçkirina Sergelî-Bergelîyê pêşmergeyên YNKyê , bi leşkerên Îranê re dikevine bajarokê Helepçeyê. Dewleta İraqê ya ku desxistina Helepçeyê ya ji aliyê Peşmerge û leşkerên Îranê ji xwe re dike wek ‘arîşeya rûmetê ‘ çend caran hewl dide ku bajêr paşve bi dest xwe bixe jî serkeftî nabe. Piştî van binkeftinan çekên kimyewî derdixine holê.

Di sibeha 16 Adarê de nêzî nîvro, dijêrîşa İraqê bi êrîşa hewayî ya peymanî û bomberbarankirina topan ya ji bajarokê Seîd Sadik yê li Bakur dest pê dike. Gelek malbatên li Helepçeyê, ji ber ku êrîşên hewayî yên di şerê Îran- İraqe de didomin diçin dikevine sitargehên li nêzî malên xwe ava kirine.Gazên kimyewî yên ji gormiz û fosforê pêk tên niştecihan di sitargehan de digire.Di bombebarankirina heta 17ê Adarê didome de 5 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin û nêzî 9 hezar mirov jî birîndar dibe. Ku ev hejmar tu awayî ji aliyê çavkaniyên herêmî ve nehatine sererastkirin. Hejmara leşkerên Îranê û pêşmergeyên ku di vê bûyerê de mirî nehatine hesibandin.
Qirkirina Helepçeyê berxwedana peşmergeyên YNKyê yên li dijî artêşa İraqê şikandiye, şeva 18 Adarê yekîneyên Artêşa İraqê derbeyên mezin li peşmergeyên mayî dixînre û Sergeliyê bi dest dixe. Roja din jî Bergeliyê distîne.
PİŞTÎ HELEPÇEYÊ

Rexmî ku encameke bixwîn û tirsker a wek Helepçeyê derket jî rejîma Baas a İraqê ya di rêveberiya Sedem Husên de polîtîkiya Enfalê ya Kurd neda sekinandin û heta şerê Kendavê yê yekemîn ê di sala 1990an jî dide domandin. Di sala 1978an de tevgera Enfal a ku di desthilatiya Hesen Bekir de dane destpêkirin, heta sala 1992an didome.Tankên Pasvanên Komarê yên Sedem Husên ên ku di şerê Kendavê yê yekemîn de derbeyê dixwin, bi tank û topên xwe tên û berê xwe didine Kurdistanê.Bi sed hezaran Kurdan ji çiyayan nefî sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Ji van sedan kes di rê de ji nexweşî, birçîbûn û bêdermaniyê dimirin û trajediyeke din li trajediyên Kurdan zêde dibe.

Gungil her têne ser hev lê xilas nabin…
Piştî 1990’an him YNK him jî PDK di navbera hev de hatine şerkirin û him jî êrîş birine ser PKKyê. Derveyî vê piştî 1990’an gundên ku hatî şewitandin û hatin valakirin û sivîlên hatî qetilkirin gavên cihê yên qirkirinê û gundilên wê ne.

Niha PDK û YNK’ê Kurd naçin Konferansa Neteweyî ya ku dikare bibe bingehê siyaseta wan a hevpar, li ser zemîna hevpar û bi hev re tevbigerin,Li Bakur û Rojava li dijî polîtîkayên li dijî Kûrdan ne li ser desthilatdariya xwe, li girêdayê hinekî din siyasetê dikin. M.Barzanî yê kû sondxwarî yê jenosîda Kûrd e, wek mêvanê rûmetê çûye kongreya AKP’ê û radigihîne ku ew piştgirîya polîtîkayên wê dike.Di pêvajoyeke ku li Rojavayê Kûrdistanê destê hemû hêzan tê de heye û li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş tên kirin, KDP kêleka Kûrdan nîne. Li ser bingeha hêzên cuda polîtîkayên xwe didomîne.

Dema kû dibêjin Helebçe, niha çi tê hişê me?

Jenosîd…

Jenosîdeke ku ji berê ve heya niha didome. Helebçe zengileke. Dîrokek ku her zengilek êş û trajediyek cûda hildigire.Û ji serî heta dawiyê dîroka qirkirinan, encama gelek hêz û polîtîkayên pergala kapîtalîst…
Digel ku her tişt were jibîrkirin, zanîna rastiyan dê ji bo dîtina pêşerojê tevkariyek mezin bike.Di encama polîtîkayên hêzên serdest de Kûrd weke amûreke polîtîk a erzan, yekemîn peyayê siyasî yê hate fedakirin.Ji ber vê yekê ev dîroka qetlîamê wê bi têkoşîna li dijî vê sîstemê ê were vegerandin.Fikirandina vê ya Berovajî,hewldana jiyandina bi hêzên cuda, wê gelê Kûrd Helebçeya nû ê bide jiyandin.Berdewamiya polîtîka û qetlîamên bi vî rengî bi nezanîna taybetmendiya qirkirina Kûrdan ve girêdayî ye.

Ev jenosîdeke wisa ye ku kuştina bi milyonan Kûrdan, koçberkirina bi milyonan Kûrd, ku piraniya kesên sax ji nasnameya xwe reviyane û heta niha jî her kes Kûrdan wek mijar nahesibîne û “bêguhdar” dijî. Bêyî ku haya wan ji van hemûyan hebe, mînaka herî şewitî ya taybetmendiya jenosîda ku hatiye kirin nîne?
Her wiha, li hemberî van hemû qirkirin û êrîşên li hemberî Kûrdan, li hemberî eslê wan ên dîrokî û her wiha li hemberî Kûrdan di hemû derdorên din de xemsar û bêguhdar in.Hemû hawirdorparêz, ji bo bûyereke herî biçûk jî li cihekî din çalakiyan li dar dixin.

Lê qetlîamên xwezayê yên li Kûrdistanê paşguh dikin.Bi kurtasî dema behsa Helebçeyê tê kirin ev tiştên ku min behsa van kir tên bîra min.Helebce; Ji serhildana Baban bigire heta serhildana Şex Seîd, ji serhildana Agiriyê heta komkujiya Dêrsimê, ji komkujiya Qoserê heta Enfalê, ji Enfalê heta Berlînê, ji Komkujiya Berlînê heta komkujiya Gaziyê,ji Komkujiya Gazî heta Komkujiya Madîmakê, ji Komkujiya Roboskî heta Komkujiya Parîsê sîstemek tê bîra min.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz