Ciwanên ku ji erka dîrokî ya mirovahiyê re pêşengtî bike wê serkeftinê bi dest bixe

0
228

Di civaka hiyarerşîk de mijareke din heye divê em bi girîngî li ser rawestin. Ew jî ev e; pîremêrên bi ezmûn û tecrûbe ciwanan bi xwe ve girê didin û li ser wan bi awayekî zordariyê dikin. Di lîteraturê de ji vê rastiyê re dibêjin; jerontokrasî. Tecrûbe mirovê yextiyar û pîr dike xwedî hêz, lê li aliyê din bi pîrbûnê re mirov qels û hejar dibe. Bi van sedeman, pîr mecbûr dimînin ciwanan bixin xizmeta xwe. Ji bo vê yekê bidin kirin jî bi mejiyê ciwanan dilîzin. Hemû tevgera ciwanan dixin bin destê xwe. Civaka bavikanî ji vê rastiyê hêzeke mezin digire. Hêz û bedena wan weke dixwazin bi kar tînin. Ev hewcehîştina ciwanan heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya îdeolojî û tecrûbeyê bi hêsanî nayê şikandin. Xwestina ciwanan a azadiyê jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî tê. Ji zanyarên berê heta ilimdarên îro û saziyên wan, agahiyên wek stratejîk û nazik bi nav kirine ji ciwanan vedizîne. Agahiyên didin, zêdetir ji bo tevizandin û hewcehîştina ciwan e. Yan jî dema agahiyê didinê amûran nadinê, wek taktîkekî neguher ê rêveberiyê timî serî lê digerînin. Sîstemên zordarî û polîtîk ên propagandayê, îdeolojî û taktîk ên li ser jinê têne meşandin, hemû ji bo ciwanan jî têne ceribandin.
Xwesteka ciwanan a azadiyê, ne ku ji temenê wan tê, ji vê rewşa zordar a civakê tê. Gotinên mîna; xeşîm, beredayî, serxweş û hwd. ji bo piçûkxistina ciwanan hatine bi kar anîn. Naxwe ti têkiliya wê bi rastiyê re nînin. Dîsa ji bo hêza ciwan berê xwe nede sîstemê û nîzama serdest zirarê nebîne, ciwan bi seksê re tê lebikandin, bi dogmayên çor, jiber û hişk ve tê girêdan. Ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin. Li serê sîsteman bela herî mezin ciwan in. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi sera de anîne. Di pêşketina civaka hîyarerşîk de piştî jinê, vê rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xistin bin destê xwe heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re sîstemên civaka dewletparêz hatin û hemûyan bi heman awayî kirinên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şuştin, mumkîne her kar pê bê kirin. Şer jî di navê de, her karê zehmet dikare bike. Li rêza pêş her kar û xebata zehmet pê tê kirin. Bi kurtî; mirov bi pîrbûnê re qels dibe, lê bi tecrûbeyan dibe xwedî hêz. Mirovên pîr bi hêza xwe ya tecrûbeyê qelsiya xwe ya ji pîrbûnê ji holê radike, ji bo vê yekê jî hêza ciwanan dixin xizmeta xwe. Ev rastiya ku xwe di sîstema bavikanî de bi rêkûpêk kiriye heta îro dewam dike.
Divê ez careke din destnîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî mijareke fizîkî nîne, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye. Yek ji we-zî-feyên bingehîn ê ilmên civakî ew e ku divê dakeve çavkaniya van mijaran û rastiyên hatine beropaşkirin û berovajîkirin sererast bike. Di vê çarçoveyê de divê em li ser mijara zarok û sêlekan jî rawest in. Jixwe sîstemek ku jin û ciwan kirin bin destê xwe, yekser nebe jî wê zarok û gedeyan jî bigire bin kontrola xwe. Pir girîng e ku mirov, helwestên berovajî yên civaka dewletparêz û hiyarerşîk li dijî zarok eşkere bike. Zarok ji ber rewşa dayikê mumkîn nabe li ser hîmên rast perwerdê bibîne, lewra ev yek tevahiya bergî û paşeroja civakî dixe nav derewê û berovajî dike. Ji bo zarokan sîstemeke zordar û de-rewker a perwerdê tê avakirin. Sîstem, bi pir awayên cihêreng hewl dide ku zarok hê di dergûşê de hewce bike. Gotina; “heft salî çibe, bibe heftê salî jî wê ew be.” (kurmê şîrî heta pîrî) vê rastiyê îfade dike. Himbêza jiyana azad a civaka xweza ji zarokan re timî wek xeyalekê tê hîştin, û destûr nayê dayîn ku zarok ti car van xeyalan bijîn. Yek ji wezîfeyên esîl ew e ku mirov zarokan bi van xeyalên xwezayê bitamijîne.
Bersiva pêşî ya hevpar a ku mirov bide pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike, divê ji nava sîstemê û li ser bingehê dijberiya wê bê dest pê bike. Lê belê, ji bo dijberbûna sîstemê ji nava wê, di asta zaneyên berê de pêdivî bi şervaniyeke heqîqetê heye, ya ku her kêlî dibe ku mirov têde bimire. Pirsên divê mirov çawa bijî û ji ku dest pê bike, divê tu di zikhev de bersiva wan bidî. Ji bo vê jî divê tu vê jiyana modernîteyê weke kirasekî dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirînî, jê nefret bikî û jê bigerî. Wexta hewce kir, tu yê her kêlî verîşî, dil (mîde), mejî û bedena xwe ji vê jiyanê bimalî, paqij bikî. Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te bike jî divê tu bi verîşandina ya hundir û hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du pirsên din re di zikhev de bide, divê mirov bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye.
Li ser van bingeha asta yekemin ya ku şoreş û neteweya demokratik xwedî derkeve di serî de jin û ciwanin. Di her millî de xwedî derketina azadiyê û dijbertiya koletiyê erkeka sereke ya ciwana ye. Beramberê bê fikir û bê ideolojî hîştina pergalê di her qadên civakê de cîh girtin wê bibe bersiv dayîna lêgerîna azadî û heqîqetê. Çawa ku ciwan di bin pergalê de wek amûrekî hatiye kar anîn ji siyasetê jî hatiye dur xistin. Di nav siyasetê de polîtîkeka bi exlaq ger were ava kirin bêguman wê ev yek jî bi destê ciwan û jin ve wê were avakirin. Li ser van esasa ger ciwak tev bigere wê pêşeroja xwe rast azad bike û bi vî ve jiyan bike.
Ciwan xwedî însiyatîf in, pêwîste xwe xweser rêxistin bikin. Di her kolan, her tax û her eniyê de li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk de xwe rêxistin bikin. Bi wî rêxistin buyînên xwe ve divê li gorî şert û mercên berbiçav, rêxistinbûnên cewherî yên dem dirêj û watedartir ku guherbar in, ava bikin. Ez bi vî awayî ji ciwanan re jî peyamekê dişînim. Hûn dizanin, bi sedan ciwan di rêyên xirab de wunda dibin. Bi rêxistinkirina her ciwanekî ve pêwiste ji dest û lepên pergalên hovane ya kapitalist rizgar bikin. Ev yek wê bibe bersiva dîrokî ya beramberê zîhniyeta desthilattarî.
ME BI CIWANTÎ DESTPÊKIR Û EMÊ BI CIWANTÎ BI SERKEVIN…

RÊBER APO