Giştî

Meşa Dirêj a Ciwanan bi meşele gihîşt Tirbêspî

Meşa Dirêj a Ciwanan bi êvarê gihêst bajarê Tirbêspîyê û meşele rakir. Meş di nav kolanan Tirbêspîyê bi coş berdewam dike. Niha bi şahîyeke salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) were pîroz kirin.

Rêxistinên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrîye ji bo silavkirina hemleya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşekî dirêj a 3 rojan li dardixin.

Meşvan wê di navçeyên Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê de derbas bibin. Roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Çavkanî: Nûçe Ciwan

Başa dön tuşu