Giştî

Meşa Dirêj a Ciwanan bi coş dest pê kir

Berî kelîyêkî li ber Warê Ciwanan (Medînê Şebab) ê bajarê Qamişlo hezar ciwan ji her alîyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û dest bi meşê xwe kirin. Li ber Medînê Şebab li ser navê Ciwanên Şoreşger Ronahî Gever axivî û silav ji Rêber Apo û gerîla li ser çiya re kir. Ronahî Gever diyar kir ku ciwan wê bi vê meşê bi seknekê xurt tevlî hemleyê azadîya Rêber Apo bibin. Meş di nav kolanan Qamişlo ber bi Tirsbêspîyê ve diçe.

Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo piştgiriya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) tê li darxistin û wê sê rojan berdewam bike. Meş ji Qamişlo ber bi Dêrîkê diçe û wê li navçeyên Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê derbas bibe.

Îro li Tirbêspîye, saet 5 êvare, bi şahîyeke salvegera PKK were pîroz kirin. Roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Çavkanî: Nûçe Ciwan

Başa dön tuşu