Giştî

Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Rêxistinên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrîye wê ji bo silavkirina hemleya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşekî dirêj a 3 rojan li darbixin. Meş wê ji bajarê Qamişlo dest pê bike û piştî 3 rojan li bajarê Dêrîkê bi mitîngekê bi dawî bibe. Meş wê 29’ê Mijdarê, roja çarşemê, saet 09.00’an de li ber Medînê Şebab a bajarê Qamişlo dest pê bike. Meşvan wê di navçeyên Qamişlo a Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê de derbas bibin.

Roja yekem li Tirbêspîye, saet 5 êvare, bi şahîyeke 27’ê Mijdarê were pîroz kirin, roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Rêxistinên ciwanên bangawazîya hemû ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.

Cihê Kombûyînê: Qamişlo, Medînê Şebab
Saet û Dîrok: 09:00 – 29.11.2023

Başa dön tuşu