Bîranînen ŞehîdanGiştîŞehîd

Ji bo bîranîna Şehîd Bawer Agir

Tê zanîn ku berîya bi sed salî li peymanên ku di encama Şerê Cîhanê yê Yekem de, di navbera hêzên xûnmij û metînger de hatin îmzekirin de, biryara di nav lepên faşîstên li Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê de, kurdan di qirkirinê re derbas bikin. Lewra tevahî serhildanên kurdan bi destên van dagirkerên faşîst û Birêtanya, Firansa, Emerîka hatin tesfiyekirin. Di encama van şerên qirkirinê de zêdetirî 300000 kurd di tevkujiya re derbaskirin û bi milyonan kurd koçberî tevahî cîhanê hatkirin. Yan ewê kurd li Kurdistanê di komkujiyan re derbasbana, yan wê bibana tirk, ereb û fars û yan jî wê li derveyî welat bibana alman, rûs, firansî, înglîz û her wiha li gor welatê ku koçî kirî. Ev biryara sedsalê ya qirkirina kurdan a bi navê peymana Lozanê bû.

Divîyabû hêzekî mucîzewî ji kurdan re derkeve, divîyabû bi çi awayî dibe bila bibe rê li ber mirina vî gelî bihata girtin, divîyabû êdî têkçûn, bêçaretî û binkeftin ji ferheng, hest, ruh û mêjiyê kurdan derketa, êdî qêrîna dayîk û zarokan li vî welatî bangîniya xwe bidîta. Lewra Rêber Apo piştî demek dirêj ji lêkolîn û lêhûrbûna giran, di destpêka salên 1970 de vê biryara dîrokî a giran û dev jêneger digre. Rêber Apo dibêje hîngî giraniya wê hebû, ez ji ser hişê xwe çûbûm û heval Heqî rasta min hatibû ez rakiribûm.

Bê guman ger rê li qirkirinê hat girtin, wek mîna ku Rêber Apo di helbesta xwe ya ji bo dewrêşê evdî de dibêje rihet razê êdî kurdîtiya azad rastiya ebediye.Ger ku kurd di cîhanê de bûn hêza ku NATO, Rûsya û dewletên dagirker pêre heyrîne çawa teslîmbigrin, ger ku kurd bûn qehremanên ser dika dîrokê ya sedsalê û ger ku tolhildana dîrokî mezin tê hilgirtin û ger ku kurd bûn hêviya xilasiya tevahî mirovahîyê, ev yek ji ber rêbertiya Rêber Apo ye di serî de. Di heman demê de ev yek encama fedayîtîya keç û xortên apoyî yên qehreman e. Yek ji van hezaran fedayîyan ku di tekoşîna şoreşgerî de pêşengekî bi heybet yê PKK yî bû û bi şehadeta xwe ve ku heta hetayî di asîmanê ciwanan û gelê Kurdistanê de bû stêrka herî ronak ya riya azadî yê û şoreşgeriyê, Bawer Agir e.

Bawer Agir bi navê malbatê Ehmed Akyûz li çinara Amedê ji malbatek kurd ya bi esl û welatparêz jidayîk dibe. Ew jî wek bajarê Amedê hîna ji zaroktiyê ve li ser şopa şêxseîdan û berxwedana zîndana Amedê, serî li dijî koletî, bindestî, bê rûmetê û tevahiya sîstema dagirkerîya li Kurdistanê rakir. Di salên destpêka ciwantiya xwe de êdî di nav xebatên rizgarîya netewî de cih digre, bi taybet jî di nav xebatên ciwanan de, esaleta kesayetî ya ku ji malbata xwe ya amedî girtî dema ku bi rastîya Rêber Apo û ramanên wî û kesayeta milîtanê apoyî ku wî afirandî yê re dema dike yek, êdî ew tam dibe melakekî mukemel û milîtanekî apoyî yê pêşeng. Lewra ew di kur re derbasbe bi wê kesayeta xwe nepêkane ku dil û mejiyê mirovan fetih neke, rêxistinê avaneke, rê li ber serî rakirinên li dijî dagirkerê veneke.

Piştî demek dirêj ji tekoşîna li dijî faşizmê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ew di sala 2012 de biryar dide ku li ser riya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mehmed Xeyrî Durmûş, êdî wek şoreşgerekî xwe bide doza azadê ya gelê kurd û mirovahiyê û piştî jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên bi heybet, yên ku her azad mane û bûne dergûşa afirandina fedayîyan ji bo Kurdistan. Ji ber ku rêheval Bawer Agir dizanî ku wateya çiyayên Kurdistan çi ye û bandora wê li ser têkbirina dagirkeriyê çi ye. Piştî bi demekê ku perwerdeyên îdiyolojîk û felsefîk li ser parêznameyên serokatî dîtin, gavên gelekî mezin di kesayeta xwe ya şoreşgerî de avêtin, lewra ew bû cihê hêvî û bawerîyên mezin û wek endamê Kordînasyona gîştî ya Komalên Ciwan hat hilbijartin.

Tevî ku wî zareveya soranî nedizanî di nava demek kurt de bi sedan ciwan rêxistin kir

Dema ku çeteyên modernîteya kapîtalîst û hevkarên faşîzma tirk, DAIŞ êrîş bir ser kurdan li başûrê Kurdistanê, şehîd Bawer vê carê derbasî kelha welatparêziyê Kerkûkê bû. Tevî ku wî zareveya soranî nedizanî jî û ciwan û gelê Kerkûkê jî kurmancî nedizanîn, lê şehîd Bawer Agir bi wê kesayeta xwe ya milîtan û şoreşgerî ku bê qusûr bû, tam kesayetiya PKK jiyan dikir û temsîl dikir, di nava demek kurt de bi sedan ciwan rêxistin kir, gelek ji wan bi bandoriya sekna wî ya bi heybet , durust, kedkar, cesûr û dilsozê welat bandor bûn û tevlî nava refên gerîla bûn, ji ber ew ji xwe re esas girtin di nav refên gerîla de gavên serkeftî avêtin, di heman demê de gelek ciwan bi pêşengtiya şehîd Bawer ji Kerkûkê tevlî nav berxwedana rojavayê Kurdistanê jî bûn û bi ciwanên ku li Kerkûkê rêxistin kirî dikarî seknek bi cesaret ya gelê Kerkûkê û ciwanên wê mil bi milê gerîlayên azadê ku çeteyên daîşê li Kerkûkê têkbirin pêşbixîne. Bi vî awayî xebatên ku şehîd Bawer meşandiye her serkeftîbûna xwe îsbatkirê ye.

Herî dawîyê vesaziya şehîd Bawer li xebatên ciwanan ên rojavayê Kurdistanê di nav rêvebirya gîştî de çêbû û bi taybet jî li herêma Kobanê û Girê Spî bi cih bû, ji ber ku wê demê hesabên gelek aliyan yên xeter li ser Kobanê hebûn, di serî de jî dagirkeriya tirk a faşîst. Li wê der li ser ciwanan û civakê pilanên giran yên şerên taybet bi rêve diçûn, bi vî awayî, şehîd Bawer ji ber baweriya partiyê bi kesayeta xwe ew vesazî wir kiribû.

Li Kobanê û Girê Spî ne tenê li ser xebata ciwanan, lê belê ser tevahî civakê bi wê kesayeta xwe ya ku di her warî de sekna mukemel û pêşeng a şoreşgerê apoyî temsîl dikir, bandoreke gelekî mezin çêkiribû. Di dema ku komploya hevbeş a Emerîka, NATO û dagirkeriya tirk li dijî şoreşa Rojava, ku di roja komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de, kete pratîkê li Serêkanîyê û Girê Spî, rêheval Bawer Agir digot, ev pilanek gelekî xeter e ger ku dijmin li Girê Spî neyê şikandin û têkbirin wê derbasî her deverê bibe. Ji ber wê jî bi îsrar got ez ne li Kobanê lê li Girê Spî li cebha herî pêş û xeter dixwazim bi cih bibim, digot çênabe dijmin derbasî Girê Spî bibe.

Bi vî awayî bi nêzî 35 ciwanan kurd û ereb re li ber deriyê sînorê Girê Spî di xeta herî pêş de hema di heman şeva êrîşa yekemîn de, bi insiyatîva xwe xetek cebhê avakir, tevî ku îmkanên di dest de kêmbûn.

Roja berya şehadeta wî me hev dîtibû, dagirtî moral bû, wek navê xwe heta dawiyê bi xwe bawerbû, bi hêrsek gelekî mezin jî li benda hatina dagirkeriya tirk û çeteyên wê bû. Lê dijmin di gundan re êrîş dikir û Girê Spî çember dikir. Di roja çaremîn a êrîşê de, ango di 13 Cotmehê 2019 de, emrê vekşînê hatibû tevî ku rast nedidît jî lê ji ber ku li ser navê rêvebiriya Rojava bû wî iltîzamkir û bi hevalên xwe re vedikşiya, balefir bi rêve li wan didin, ew û şehîd Canfeda, hevalên din û sîlehan li navbera Girê sipî û Eyn Îsa li seyareyan siwar dikin û dişîni bi xwe jî li pey dimeşin û di vê esnayê de balafir li wan didin.

Şehîd Bawer Agir ango şoreşgerê pêşeng û mukemel, bi vî awayî ne bi destê dijminê tirsonek lê bi teknîka nûjen a NATO ya xûnmij hate şehîdxistin. Bi vî awayî ne tenê tevgera ciwanên apoyî lê PKK yek ji pêşengên xwe yê siberojê fedakir, ji xwe şehîd Bawer wiha pêşengek bû ku dizanî kengî li ku çi zerarî ye û çi ji milîtanê apoyî tê xwestin, wisa heta nefesa xwe ya dawîyê li dijî dagirkerîyê û hêzên komploya navdewletî, bi hesreta dîtina Rêber Apo û Kurdistan azad xwe feda kir û bû ronahîya rêya hevalên xwe, ciwanan û mirovahiyê.

Çavkanî: Nûçe Ciwan

Başa dön tuşu