Çalakiyên CiwananGiştî

Meşa dirêj a ciwanan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê

Tevgerên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrîye wê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî li dijî Rêber Apo, ya ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de dest pê kir, û silavkirina hemleya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ meşekî dirêj a 3 rojan li darbixin. Meş wê ji bajarê Qamişlo dest pê bike û piştî 3 rojan li bajarê Dêrîkê bi mitîngekê bi dawî bibe. Meş wê 14’ê Cotmehê, roja şemîyê, saet 09.00’an de li ber lîstokgeha 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê bike. Meşvan wê di navçeyên Qamişlo a Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê de derbas bibin.

Di bernameya meşê de film, semîner, sînevîzyon, nameyên Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan cih digirin.
Tevgerên ciwanan bangawazîya hemû ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.

Cihê Kombûyînê: Qamişlo, Lîstokgeha 12’ê Adarê
Saet û Dîrok: 09:00 – 14.10.2023

Başa dön tuşu