GiştîJinen Ciwan

Jinekî ciwan destnîşan kir ku wê li dijî êrîşan tevlî nava refên azadiyê bibe

ŞEHBA – Kesên ku di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava de li Şehbayê şehîd bibûn, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin şandin. Di merasîma oxirkirinê de jineke ciwan a ji Efrînê soza tevlîbûna nava refên azadiyê li dijî êrîşan da. Di heman demê de jina ciwan banga tevlîbûnê li jinên ciwan kir û got, “Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo bibin.”

Jina ciwan diyar kir:

“Ez weke jineke ciwan bang li hemû jinên ciwan dikim ku tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo bibin. Werin xwe nas bikin! Wek hûn jî dizanin dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tine bike. Em ê weke jinên ciwan bersivê bidin van êrîşan.

Erdoğan tu kî yî ku dest li axa me dikî? Em ti carî destûrê nadin ku hûn destdirêjiyê li ser axa me bikin.

Ez dixwazim rexne dayin xwe bikim. Ev xwe rexne jî wê bibe soza min. Ez soz didim Rêber Apo û gerîlayên li çiya. Ez soz didim şehîd Mazlûm, şehîd Rênas, şehîd Vejîn, şehîd Hesen û şehîd Rojhat. Em ê ti carî çekên van şehîdan li erdê nehêlin.

Ez soz didim. Ez soz didim. Ez soz didim.

Bijî Rêber Apo
Bijî Ciwanên Şoreşger”

Başa dön tuşu