DîtbarîGiştîHevpeyvîn

Xwendevanên Zanîngehê li ser çalakîya Enqere: Em soz didin ku emê her li ser xeta wan bin

Ajansa me bi xwendevanên Zanîngeha Rojava axivî li ser çalakîya fedayî ya ku di 1’ê Cotmehê de li Enqere ji alîyê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li dijî dewleta Tirk hat pêkanîn. Axaftina wan wisa bû:

“Navê min Nûjîn Îbiş e, ez xwendekara zanîngeha Rojava me û ez beşa jineolojî dixwînim. Di destpêkê de dixwazim hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrbînim di kesayetê Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat de. Bi rastî ew çalakîya ku li bajarê Enqarê hatîye li darxistin, ji alîyê her du hevalan ve bi rastî jî çalakîyekî wê nameyê didê me ku em hene wekî ciwanên kurd û tu carî wê tu kes nikanibê vê vîn û îradeyê gelê kurd bişkîne. Li kêlekê wê nameya herî mezim ji boyî gelê kurd ew e ku wê fikir û felsefeya Rêbertî her û her di laşê me de be, di ramanê me de be, û tu carî emê ji wê yekê qutnebin. Bi rastî jî helwestê me li hemberî vê yekê hîşt ku em soza xwe nûbikin li beremberî vê yekê, soza nûkirina di xeta azadîyê de hîn zêdetir hîşt ku em li berxwebidin. Weke ciwanên Rojava me got jî bi rastî jî hişt ku ev hêrs di hindurî me da were avakirin, hîn zêdetir em li ber xwe bidin, em hîn zêdetir em tekoşîn bikin. Em jî ve yekê dibêjin, wekî ciwanên Rojava, di kesayeta heval Rojhat û heval Erdal de emê her û her li qadan bin, her û her soza me ew be ku emê berxwebidin û emê tekoşîn bikin li hemberî ev êrîşê ku li hem berî me tên çêkirin, weke ciwan tên çêkirin, ji her alîyekî ve emê vê êrîşan têkbibin û emê bi serbikevin û carekê din şehîd namirin, şehîd namirin.”

“Destpêkê navê min Rolê Mihemed, ji bajarê Efrînê me. Ez wekî rojnemevan, wekî xwendekarekî, wekî şagirtekî Rêber APO, ev çalekî ya fedayî ê ku di yekî Cotmehê de li Enqareyê Şehîd Erdal û Rojhat ê ku ev çalakîya fedayî pêkanînê li cihê askerê tirk, di serîda em wan bi rêzdarî bi bîrtînin, çalekîya wan silav dikin. Bi rastî di nava şoreşa me de, di nava partîya PKK’ê de bi hezaran çalakvanin ku ji bo vê riyê, ji bo azadîyê, ji bo bi taybet êrîşê dijmin, ji bo ku ji dijmin re îspat bikin ku em hene, bi rastî ev çalakîya ku têne kirin çalakîya bi taybet bersîvdayna komplo ye, komplo ku li ser Rêber APO 25 sal berdewam dike, ê ku li Îmralîyê ê tu agahî me li ser Rêber APO nîne. Bi taybet ev bersîvek ji komplo re bû, ev demê dawî, ku dewleta tirk bila nasbike ku ciwanên vê welatê, ciwanên Rêber Apo, şagirtên Rêber APO hene, ê ku bersîva dijminê qirêj bidin hene. Bi rastî di nava şoreşa me de, bi dehan çalakvanên ê ku di vê riyê de, ê ku çalakî fêdayî kirine hene, bi teybet hevalên jin, em bi bîrtînin. Wan şehîdan, em serê xwe li hemberî wan ditewînin, Şehîd Zîlan, Avesta, Bêrîtan, bi dehan çalakvanên jin hene, bi rastî ku ji bo vê riyê, ji bo azadîyê çalakîyên fedayî lidarxistin. Di dawî ye de, em dixwazin bêjin ev ku çalakvanên me ev ên ku li ser vê riyê, li ser vê xetê ji bo azadîyê, ji bo bersîvdayîna dijminê me, ê ku van çalakîyan dikin, em bi rêzdarî bibîrtînin, her wiha em dibejin emê hebin û em henê û em soz didin ku emê li ser xeta wan bin, ê ku wan berdewam nekirî emê berdewam bikin, emê li ser şopa wan bin, kar û xebatê xwe bêhtir bikin, sipas.”

Başa dön tuşu