GiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan ên Heseke li dijî Komployê ser dîwaran xêzkirin

HESEKE – Endamên Yekîtîya Jinên Ciwan li navçeyên Til Dêder û Xuwêran a bajarê Hesekê ji bo salvegera komploya li dijî Rêber Apo ya ku di 9’ê Cotmehê de destpê kir, siloganan “KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE” û “JIN, JIYAN, AZADÎ, SERBIXE AZADΔ li ser dîwarên navçeyê xêzkirin.

Komployê Navnetewî ku di 9’ê Cotmehê 1998, bi derketina Rêber Apo ji Sûriyê dest pê kir û bi girtina wî li Kenya di 15’ê Sibatê 1999 de berdewam kir, bi pêşengtîya îstîxparatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsrayîl pêk hat. Di 1’ê Cotmehê 1998 dewleta Tirk tehdîtê hikumeta Şamê kir ji bo ku nehêle ku Rêber Apo li axê Sûriyê bimîne û di 9’ê Cotmehê de jî, Rêber Apo, ji bo ku şer li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çênebe, ji Şamê derket Yunanîstanê. Dewleta Tirk jî heya niha wê rojê wek rojekî ji bo bilindkirina êrîşên xwe li ser gelê kurd û Tevgera Azadîyê Kurdistanê bikartînê û di salê 2019 de di vê rojê de dest bi êrîşên dagirker ser Serekaniyê û Girê Spî kir.

Başa dön tuşu