DIRBESIYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan duh evarê li bajarokê Til Kermê ya giredayê navçeya Dirbesîyê meşekî gireseyî li dar xistin. Jinên Ciwan û Ciwanên Dirbesîyê ji bo şermezakirina komploya nevnetewî derketin nav qada. Di bin duruşmeya ”Kes nikare roja me tarî bike” bi dehan ciwan ji hemû navçeyê û gundewarên Direbesîyê tevlî meşê bûn. Meş bi siloganên ”Bê Serok jiyan nabe” û ”Bimre îxanet” di nava bajarokê Til Keremê de derbas bû. Dawîya meşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fereh Hesen daxûyanî xwend. Daxûyanî wiha ye:
”Ev 25 sal komploya nevnetewî li ser Rêber APO û gelê Kurd tê meşandin. Bi reya derketina Rêber APO û avabûna PKK gelê Kurd ku hatibûn tunebûna xwe û Kurdistanekê azad bûbû xeyalekî mirî, ev tarîtî pey xwe hişt. Rêber APO bi berxwedan û tekoşîna xwe ji tarîtiyê ve xeyala Kurdistanê zindî kir. Tevgera PKK bi birdozîya xwe li dijî dagirkerî û metingerî ne tenê li Rojhilata Navîn ama li hemû cihanê bersiv ji bo pirsgirekên mirovahîye.”
Her wiha li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Eliza Hiso axavî. Elîza Hiso diyar kir Komploya nevnetewî ti carî nehat qebûl kirin û ciwan û jinên ciwan ev komplo hertim nelet û şermeza dikin. Diyar kir ku sala 2023 wê bibe sala azadîya fizîkî ya Rêber APO.
Çalakî bi siloganan ”Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.