GiştîJinen Ciwan

Li Kobanê Jinên Ciwan pirtûkên Rêber Apo belav dikin

KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwanên Kobanê îro li Navçeya Şeranê standekî pirtûkên Rêber Apo vekir. Di salvegera 25’êmîn a destpêkê komploya navnetewî de jinên ciwan fikir û felsefeya Rêber APO belav dikin ji bo ku hedefa komployê vala derbixin. Jinên ciwan li Şeranê pirtûkên Rêber Apo û belavok li ser Komploya 9’ê Cotmehê belav kirin. Her wiha nameyên ji bo Rêber Apo hatin komkirin.

Islîm, endamê Yekîtiya Jinên Ciwan axavî û got: ”Me îro wek Yekîtiya Jinên ciwan standek vekiriye. Fikirê Rêber APO di pirtukan de heye. Emê di nav jinên ciwan, ciwana û civakê giştî fikirê Rêber Apo belav bikin. Komplo li ser Rêber Apo nêz bûyê, wekê jinên ciwan çi ji me were xwestin emê pêk bînin. Wekê tevahî jinên ciwan emê vê Komplo li ser Rêber APO têk bibin.”

Başa dön tuşu