Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Bi pêşengtiya jinên ciwan li Qamişlo meş

Îro di pêşengtîya Yekîtîya Jinên Ciwan ê bajarê Qamişlo da meşek girsayî hat li darxistin, bi sedan jinên ciwan û ciwan û gelê Qamişlo beşdarî vê meşê bûn. Di vê meşê da posterên seroketî û alên jinên ciwan hatin hildan, her wiha wêneyên her du hevalên Tabora namiran heval Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn yên ku di roja yekê Cotmehê li Enqerê çalakiya fedayî li derxistibûn hatin hildan. Meş ji ber çarxireya sonî des pêkir û ber bi Wargeha Ciwanan dewam kir. Li ber Wargeha Ciwanan Yekîtîya Jinên Ciwan daxuyanî dan, her wiha piştî daqayekî rêzgirtin ji giyana şehîdan re li ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan Rosêl Alî daxuyanî xwend, daxuyaniya Jinên Ciwan wiha ye:

“Ji bo raya gîştî,
Em di pêvajoyek pir kirêtîk û dîrokî re derbas dibin.
Îşkenceya ku li ser Rêber Apo tê kirin li dijî mirovatiyê ye, Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr tekoşînek bê hempa dide meşandin dîsa di çiyayên kurdistanê de û di 4 perçeyên kurdistanê de şerekî bê eman tê kirin.
Li dijî vî şerî gerîlayên azadiyê tekoşîn dikin û bersiva pêvajoyê didin.
Wekî tê zanîn di 1’ meha Cotmehê de Tabûra Nemiran bi çalakiya li Enqereyê bersiva wê pevajoyê dan.
Li ser xeta Zîlanan bi rihekî fedayî çûn şehadetê. Em jî wek milîtanên Rêber Apo û gelê Rêber Apo em soz didin ku emê li ser xeta şehîdên xwe bi meşin û azadiya fîzîkîya Rêber Apo pêk bînin. Komploya ku di sala 1996’an de li ser Rêber Apo hat kirin hîn jî berdewam e.
Emê wekî Jinên Ciwan bi şîara “Jin, Jîyan, Azadî, Serbixe Azadî” pêşengetî bikin û wek hawarîyên Rêber Apo dawî li komploya ku li ser Rêbertîya me û li ser gelê me hatîye kirin bînin.
Em wek Jinên Ciwan li derdora “Kes nikare roja me tarî bike” de kom dibin û li ser wê esasê em soza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin.”
Meş bi silogana “Bê Serok Jiyan Nabe” “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Başa dön tuşu