Bîranînen ŞehîdanGiştîŞehîd

Ciwanên Dêrazorê şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anîn

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dêrazorê ji bo giyanê şehîd Vejîn Jiyan bîranînek li dar xist. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir û piştre sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Vejîn Jiyan hate pêşandan. Piştre ji aliyê ciwanên amade ve mûm hatin pêxistin û bi dirûşmeyên “Bi can, bi xwîn em bi we re ne, ey şehîd” “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî bi dawî bû.

Şehîd Vejîn Jiyan demekî dirêj di nav tevgera ciwanan de rolekî pêşeng lîst û di meha Tebaxê de şehîd bû. Ciwan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çalakî cure bi cure ji bo bîranîna wê li dar dixin.

Başa dön tuşu