QAMIŞLO- Duh li bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Şehîd Sara Tolhildan û Şehîd Rûken Zelal çalakî li dar xistin. Ciwanên Qamişlo li navenda Şehîd Serhet ya Ciwanên Şoreşger kom bûn û bîranîn bi deqayek rêzgirtin ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre sinevîsîyonekî hat temaşe kirin ser her du şehîdên ku di 26’ê îlonê 2022 li Mêrsînê, Tirkîyê, çalakîyekî fedayî li dijî eskerên dewleta dagirker kirin û darbeyekÎ mezin di dilê dijmin dan.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoresger Zîr wiha got: ”Em îro heval Sara û heval Rûken bibîranîn. Emê tola van rakin û li ser rêya van bimeşin.”
Çalakî bi siloganên ”Şehîd namirin” û ”Rêya şehîd rêya me PKK partîya me” bi dawî bû.