KOBANÊ –
Îro li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger herdû xwedawendên azadîyê Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîranîn. Ji bo bîranîna çalakîya fedayî ya ku 26’ê îlonê 2022 li Mersînê, Tirkî pêk anîn, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin despê kir. Piştî vê nameya Şehîd Rûken û Şehîd Sara hatin xwendin. Di nameyên xwe de hevalan behs dikin çima ev çalakî kirin û banga li hemû ciwanan kirin ji bo xwedî li welatê xwe û şehîdên xwe derkevin. Piştre sinevîzîyonek li ser jiyan û çalakîya herdû hevalan hat temaşe kirin. Bîranîn bi siloganên ”Bê Serok jiyan nabe” û ”Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Ciwan dan diyar kirin ku Şehîd Sara û Şehîd Rûken bi çalakîya xwe xeta vê pevajo, vê serdemê dan diyar kirin. Ev jî xeta şeref û rûmetê ye, xeta tekoşîn û berxwedanê. Gotin ku ticarî fedayîtîya van hevalan ji bîr nakin û xewn û xeyalên van pêk bînin.