Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Qamişlo komxebatek li darxistin

QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan duh li bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê komxebatek li ser şîdeta li dijî jinê li darxist. Di komxebatê de destpêkê deqeyeke rêzgirtin li ser rihê şehîdan hat seknandin, piştre axaftina vekirinê hat kirin, semîner li ser tûndiya li ser jinê û zihniyeta bavikselar ji aliyê komîteya Jineolojî hat dayîn û sinevizyon hat temaşekirin. Di dawiyê de encamname hat xwendin û komxebat bi siloganên “JIN JIYAN AZADΔ û “BÊ SEROK JIYAN NABE” bi dawî bû.

Başa dön tuşu