Bîranînen ŞehîdanGiştîJinen CiwanŞehîd

Li Şehbayê ji bo Şehîd Vejîn Jiyan û Jîna Emînî çalakiya bîranînê

ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan duh di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de bîranînek li dar xist. Jinên ciwan ên endamên Şehba Yekîtiya Jinên Ciwan duh êvarê ji bo Vejîn Jiyan ya di 7’ê Tebaxê de de şehîd bûbû û Jîna Emînî bi bîr anîn.

Di bîranîna ku duh saet di 20.00’an de hat lidarxistin de, li ser navê hemû şehîdên şoreşê yên ji bo azadiyê têkoşiyan û şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevîzyona ji bo Jina Emînî û şehîd Vejîn Jiyan hatibû amadekirin hate temaşekirin. Piştî pêşandana sînevizyonê li ser jiyana têkoşer a şehîd Vejîn Jiyan nirxandin hatin kirin.

Jinên ciwan diyar kirin ku ew ê têkoşîna azadiya jinê ya ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bûye bimeşînin û soza parastina mîrateya ku Vejîn Jiyan hiştiye didin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Başa dön tuşu