DÊRÎK- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya kampanyaya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêzin!” de li bajarê Dêrîkê perwerdeyekî xweparastinê rêxistin kir.
Perwerde, ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, bi axaftinek ji alîyê Osman Alîka, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger, di derbarê bûyerên vê dawiyê yên li Dêra Zorê û êrişên ji alîyê çeteyan ve di bin navê şerê di navbera eşîrên Ereb û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de, berdewam kir. Di axavtina xwe de, Osman Alîka diyar kir ku hedefê sereke ya van êrişan avakirina nakokî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.
Perwerde bi vekirina û girtina çekan bi dawî bû da ku beşdaran ji her êrîşên dagirkeran re amade bin û bikaribin xwe biparêzin.