GiştîJinen Ciwan

Perwerde ya Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê bi dawî bû

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê ya kantona Qamişlo di 17’ê Îlonê de çalakiyek bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî… ser bixe azadiya jinan” li gundê Zuhêriyê yê Dêrikê li dar xist, tê de dersên îdeolojî ji bo pêşxistina asta zanabûnê ya jinan hatin dayîn û endamên saziyên sivîl ên navçeyê beşdar bûn.

Piştî rêzesemînerên li ser mijarên cuda hatin dayîn çalakî bi semînerekê li ser jineolojiyê bi dawî bû.

Di semînerê de endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Vejîn Rêzan li ser rola jinan di civakê de axivî.

Vejîn got: “Jin ji berê de û heta niha rastî êşkence û zordariyê ji hêla zinhineta baviksalariyê ve hatin û heta roja îro jî gelek astengî li pêş jinan hene. Lê jina li ser fikra Rêber Apo dimeşe û xwe bi xwe bi ava dike û di civakê de xwedî hêz û vîn be, tu kes nikare vîna wê bişikîne.”

Vejîn wiha domand: “Cewhera jinan rastî, edalet, hest û hêz e.  Ji ber wê jî Rêber Apo jineolojî belav kir û jin teşwîq kir ku di civakê de bibin rêveber, xwedî hêz û vîn. Divê ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalariyê ev zanist li her derê bê nîqaşkirin da ku di nav civakê de bê rûniştandin.”

Vejîn wiha li gotina xwe zêde kir: “Rêber Apo piştgirî da azadiya jinan, lê belê hin kes hene vê azadiyê şaş fêm dikin ku êdî azadî wateya xwe ji dest dide, ji ber wê jî divê azadî wek ku Rêber Apo di felsefeya xwe û jineolojiyê de aniye ziman bê fêmkirin.”

Vejîn destnîşan kir ku şopandina fikra Rêber Apo dê ji jinan re li gorî neteweya demokratîk bibe vîneke xurt û azad.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran der barê mijara azadiya jinan de û piştgiriya Rêber Apo ji jinan re, nêrînên xwe parve kirin.

Başa dön tuşu