Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Dêrîkê xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO perwerde dikin

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê, çalakiyek bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî azadiya jinan bi ser bixin” di 17’ê Îlonê heta 21`ê Îlonê li dar dixin. Di wê çalakiyê de plan de, waneyên fikrî têkildarî felsefeya Rêber APO bide ji bo ku jinan perwerde bikin.

DÊRIK – Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi armanca perwerdekirina jinan çalakiyeke konvedanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî azadiya jinan ser bixin” li gundê Zehîriyê yê Dêrikê li dar xist. Endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Yekitiyê dê di çalakiyê de, waneyên têkildarî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bide.

Endama rêveberiya Kongra Star Şedye Yusif der barê girîngiya perwerdeyê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan, armanca perwerdekirinê, girîngiya wê di civaka exlaqî û polîtîk de, girîngiya rola jinan di civakê û pêxistina çand û behreyên jinan de û pêxistina giyanê komî û karê hevbeş, de axivî.

Piştî bidawîbûna waneya yekemîn, beşdaran nêrînên xwe der barê mijara wê de anîn ziman.

Çalakî dê heta 21`ê Îlonê berdewam bike.

Başa dön tuşu