Çalakiyên CiwananGiştî

Ciwanan Kobanê rêbazên rêgirtina li ber koçberiyê nîqaş kirin

KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê têkildarî zerarên penaberiyê û rêbazên çareseriyê panelek bi dirûşmeya “Cenga azadiyê bidomînin û çanda şoreşê biparêzin”  li dar xist. Panel li avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê beşdarî panelê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hîlal Elî axivî û bal kişand ser bandorên xeternak ên penaberiyê ku pergalên serdest li ser civakan dimeşînin.

Elî got: “Şerekî xeternak li dijî xaka me tê meşandin. Dijminên me dixwazin xaka me dagir bikin û bi hemû rêbazan hewl didin planên xwe pêk bînin. Dewleta dagirker piştî di şerê xwe yê li ser herêmê me de li hemberî gel bi bin ket, planeke nû daye destpêkirin û bi vê planê dixwaze herêmê ji ciwanan vala bikin ku stûna civakê ne.”

Hîlal Elî got, “yê bixwaze azad û bi rûmet bijî divê bi xaka xwe ve girêdayî be û parastina wê bike”.

Elî diyar kir ku penaberî yek ji cûreyên şeran e û wiha pê de çû û got: “Yên ku propogandaya penaberiyê dikin ji dijminên vî welatî xeteretir in. Yên ku wisa dikin bila ji xwe bipirsin ka çi ji bo vî welatî kiriye û çiqasî xaka azad a pak diparêze.′′

Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto rapora ciwanan a li ser xetereyên penaberiyê xwend.

Di raporê de hate gotin: “Sedema yekemîn a hewlên dewletên despotî yên ji bo dagirkirina çi erdîngariyeke cîhanê, tunekirina gel û guhertina demgorafîk e. Dewleta Tirk a dagirker van tiştan bi me dike da ku planên xwe pêk bîn û ciwanan teşwîqî koçberiyê bike da ku civakê lawaz bike. Dewletên ku ciwanan pêşwazî dikin jî hevkarên dewleta Tirk a dagirker in.′′

Di raporê de bang li gelê herêmê hate kirin ku neyên lîstok û palnên li dijî wan têne kirin, dev ji xaka xwe bernedin û li hemberî êrişan û şerê taybet ên dewleta Tirk û ajanên wî têkoşînê xurt bikin.

Piştî xwendina raporê ciwanan rêbazên rêgirtina li ber penaberiyê nîqaş kirin. Ciwanan gotin, divê ciwan li hemberî şerê taybet bisekinin, rihê şoreşgerî yê gelên herêmê  xurt bikin û rêbazên parastina rewa ya welat pêşbixin.

Panel bi dirûşma “Berxwedan jiyan e′′ bi dawî bû.

Başa dön tuşu