Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan ên Qamîşlo Jîna Emînî bi bîr anîn

QAMIŞLO – Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Qamişlo duh ji bo Jina Emînî çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Jinên ciwan destpêkê wêneyê Jina Emînî li ser dîwar xêz kirin û di heman demê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”, ku ji aliyê Komalên Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin, nivîsandin.

Hate diyarkirin ku çalakî di çarçoveya pêngava 15 rojan a li dijî tundiya li ser jinê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin de hatiye lidarxistin.

Jinên ciwan piştî bidawîkirina xêzkirinê mûm ji bo şehîd Jîna Emînî û şehîdên din pêxistin. Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Başa dön tuşu