Di nava 3 rojan de Jinên Ciwanên Hesekê wenêkê ser dîwarekê li parqa 4‘ê Nisan li Hesekê xiz kir û duh ber we diwarê kom dibûn û daxuyanîkekê ji bo bîranina jina Kurd ya Jîna Emînî dan. Berdefka Jinên Ciwanên Hesekê Mîdiya Ebid El- Rehman bi nava Yekitîya Jinên Ciwan daxuyanî da û di despêke axaftina xwe de bal kişand li ser çalakiya Jinên Ciwanên Hesekê ku di nava 3 rojan de surreteke ji bo bîranîna Jina Emînî çekir.
“Jîna Emînî ya bin dirûşmeya ‚Jin Jiyan Azadî‘ ya ku doza azadiya xwe, azadiya jinên cihanê dike bi destê dewleta Îranê ya faşîst hate sehîd xistin, hat qetîl kirin, hat îşkence kirin. Ji bo wê jî em weke jinên ciwan ji bo bîranîna Jîna Emînî resmê wê bi destên jinan hate çekirin, Ew dirûşmeya ku li ser wî esasî berxwedan ew dîrûşmeya hat rezmkirin. Ji bo wê jî weke Yekitîya Jinên Ciwan bi tekoşina Jina Emînî, bi yekitîya jinên cihanê tevahî em hemû jinan bi bîr tînen. Ew jinên ku di bîn îşkenceyan de, di bin qîrkirina dewleten faşîst de gihaştin asta şehadetê. Em hemû jinan bi bîr tînen û Jîna Emînî jî bi bîr tînen. Ji ber ku şoreşeke jin e ya ku nû avakir di cihanê de, ew şoreş di hemû cihanê dr hate belav kirin, ji ber ku Rêber APO dibejê „şoreş a serkeftî be şoreşa jinê bê“. Ji bo wê jî her kes êrişê jinan dike, her kes îşkence li ser jinan dike, her kes dixwaze jinan qîr bike. Ji bo wê jî em weke Yekitîya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê em wan îşkenceyan şermezar dikin. Em dibejîn „hûn ti çarî nikarin vîna Jinan bixînin an jî bişkînen ji ber ku jin vîna xwe bi fikîr û felsefeya Rêber APO girtiyê. Ew felsefe ku di nav giştî cihanê de belav bûyê, ew ê ku her kes li ser wî fikirî xwe perwerde bike, xwe azad dike. Tu çarî ew fikir nayê şikandin.
Ew jina ku li ser vî fikirî dimeşe, ew jin jî tu çarî nayê şikinandin. Tu çarî ser wî fikirî wernegere. Ji ber ku ew fikir ew e azadiya gelan be. Çi gelê ku di bin işkenceyan de, di bin zor û zahmetiyan de ser wî fikirî azad be. Em jî weke jinen ku niha li Rojava yê Kurdistanê li ser fikîr û felsefeya Rêber APO dijîn, xwe perwerde dikin, em jî li ser wî esasî Jîna Emînî bi bîr tînen, em bejna xwe li beramberî tekoşina wê ditewînin û em dibêjin tu carî hûn ê nikaribin me bişkinen, tu carî hûn ê nikaribin felsefeya me tine bikin, tu carî hûn ê nikaribin îdareya me jî bişkînen. Ji bo wê jî em niha di vê deqeyeke de ji bo hemû jinên tekoşer, ji bo hemû jinên azadîxwaz, ji bo hemû jinen ku şehidketine, dibin darê zîlme de, di bin îşkenceyan de em soza xwe ji wan re nû dikin. Em soza xwe ji Rêberê Gelan jî nû dikin, Rêberê ku jinên azad avakir. Ji bo wê jî heta niha û demên bên û hetanî zaroken Kurdistanê avadibin, zarokên Kurdistanê li ser fikrê û felsefeya Rêber APO bijîn em ê tu carî wek tekoşin nayê şikinandin wê berxwedan berdawamiya wan tine be da ku em dijminê xwe yê hovanê têk bibin em azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, em hemû jinen Kurdistane azad bikin, em Kurdistan azad bikin. Li ser wî esasî jî em bejin:
Bê Serok Jiyan Nabe, JIN JIYAN AZADÎ!”
Jinên Ciwan Hesekê mûm pexistîn û piştî daxuyanî ber dîwarê danî. Keleka we jinên Ciwan jî agirekê pêxistin weke sembola serhildana jin li Rojhilatê Kurdistan û Îran şewtand.
Piştî we çalakiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya „Jin Jiyan Azadî“ bi dawî bû.