HESEKE- Şehadeta Jina Amini ser gelê Kurd, gelên bindest ên Iranên û ser tevahiya cîhanê bandorekî mezin kiribû. Gelek ciwanên Kurd ji bo parastina mafên jinan şehîd bûn, gelek kes li Iranê girtî bûn û di bin îşkenceya herî hovane de bûn. Van kesan şeref û rûmeta xwe nîşan dan. Wan serhildan kirin û mafên jinan parastin. Ev careke din hate îsbat kirin ku jin bi serhildanan re gihîştine asta herî bilind û ku jin xwedî hêz û statû ne.
Jinên ku gihîştine çand û exlaqê Apoyî jiyana jinan diafirînin û azadiya jinê dikare bi saya azadiya jinê were misoger kirin.
Li Heseke Jinên Ciwan wêneyekî Jina Amini li ser dîwarê 4ê Nîsanê ji bo bîranîna wê boyax kirin û piştgirî da serhildana “ Jin Jiyan Azadi ”, bi nîvîsandina diruşmeya “ Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî ”.