Çalakiyên CiwananGiştî

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrezorê ji bo azadiya Rêber APO meşek li dar xist


DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêra Zorê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek meşaleyî li dar xist.

Meşa ku bi beşdariya bi dehan ciwanên Dêrezorê pêk hat ber Akademiya Ciwanan destpê kir û 7 kîlometreyan berdewam kir.

Di meşê de pankartên bi zimanên Kurdî û Erebî bi nivîsa “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO cenga azadiyê serbixin” hatin hilgirtin. hat girtin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Rêber APO” hatin berzkirin.

Başa dön tuşu