Çalakiyên CiwananGiştî

Ciwanên şoreşger ewlekarî û ewlehiyê pêk tînin

Li bajarê Dêrikê yê ûHesekê navçeya Til Koçer ciwanên şoreşger bi hêzên asayîşa herêmê re tevdîrên ewlehiyê digirin.

Ciwan li ber sînor û ketin û derketinan nobedê digirin û bi hêzên asayîşê re berpirsyariya ewlekarî û parastina gelê herêmê digirin ser xwe.

Ji ber rewşa ewlekarî, ciwanên şoreşger li Hesekê bi erka xwe ya parastinê tevdigerin û di dewriyeyên parastinê, êrîşan û şopandina şaneyên heyî yên DAIŞ’ê de cih digirin. Ciwanên şoreşger ên bajarê Dêrikê jî bi koordîneya bi hêzên asayîşa herêmê re, parêzvanên xwe yên bi şev û roj li ser bendavan û kontrolên ketin û derketina derve diparêzin.

Başa dön tuşu