Çalakiyên CiwananJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Qamişlo li dijî tecrîda li ser Rêber APO meşek bi duruşmeya ”Bê Serok jiyan nabe” li dar xist

QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên ciwan li Qamişlo li dijî tecrîd li ser Rêber APO meşîyan. Bi sedan jinên ciwan û gelê Qamişlo pejdarî meşê bûn. Meş li diwara Sunî despêkir û heye Medînê Şebab dewam kir. Meş bi sloganan ”Bê Serok Jiyan nabe” û ”Jin Jiyan Azadî” di nava sûka Qamişlo de derbasbû. Li pêşîya Medînê Şebab daxuyanî hat xwendin.

Barî Botan li ser navê Yekîtıya Jinên ciwan daxuyanî xwend:

“Li hemberî van êrîşan ji bo gelê Kurd bibe xwedî nasname, welat û ziman ev 50 salên Rêber APO bê navber tekoşîn dike. Hezên hegemon ji bo tekoşîna gelê kurd tûne bikin û ji bo fikr û felsefeya Rêber APo li Rojhilata Navîn belav nebe bi komploya navnetewî Rêber APO rehin girtin. Dewleta tirk bawer kir ku bi dîlgirtina Rêber APO PKK tesfîye bike û gelê kurd tûne bibe, lê berxwedana Rêber APO ya ku di greva Îmralîyê 25 sal dijî diyar ku ev xeyalên dagirkerî vala derketin. Fikre û felsefeya Rêber APO ne tenê di Rojhilata Navîn de ama di tevahî cihanê de belav bûye.”

Di dawî de Jinên ciwand an diyar kirin ku ticarî tev ji tekoşîna xwe bernadin û heya Rêber APO bi fizîkî azad nekin tekoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Bi hemleya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” xwe bigihînin hemû jinên ciwan û tevahî civakê. Jinên ciwan diyar kirin ku li hemberî hemû êrîşên dewleta tirk a dagirker di xeta azadîyê de israr bikin û berxwe bidin.

Başa dön tuşu