DîtbarîGiştîHevpeyvînJinen Ciwan

Werin li nav refên gerîla û tevlî felsefeya Rêbertî bibin!

Heval Vejîn, Mizgîn û Ararat banga hevalên xwe û giştî jinên ciwan û ciwanan dikin, bila herkes xwe azad bike û berê xwe bidin çiyayên azad.

Bi coş û moral 20 jinên ciwan bi rihê pengava 15’ê Tebaxê tevlî rêfen gerîla bûn û gihîştin çiyayên azad, qadên berxwedanê û rûmet.

Heval Vejîn Faraşîn, Heval Mîzgîn û Heval Ararat Tolhildan jî nava wan 20 jinên ciwan de cihê xwe digrin û bi ajansa me re li ser tevlîbûna xwe, armanc û hedefa xwe axifîn. Her sê jinên ciwan banga hevalên xwe û giştî jinên ciwan û ciwanên di her çar parçe Kurdistanê dikin.

Vejîn Faraşîn: Em wek jinên ciwan a Rojava yê Kurdistan xwedî gotina ‘Ciwan fedaî Rêber APO ne’ derbikevin

Vejîn Faraşîn yek ji wan 20 jinên ciwanên ku bi rihê Pengava 15’ê Tebaxê tevlî rêfen gerîla bûne û hatiyê qadên Berxwedan a çiyayên azad. Heval Vêjîn Faraşîn jî bi ajansa me re axifî û sedemên tevlîbûna xwe anî li ser zîman. Heval Vêjîn got:

Em wek jinên ciwanên Rojava her tim tebikoşin

“Despekê navê min Vêjîn Faraşînê. Ez ji bajarê Kobanê me. Sedema tevlîbûna min di nava rêfen gerîla; wek tê zanîn ev dûh sale agahî ji Rêber APO nayê girtin. Ya din her roj êrîşên Dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê roj bi roj zedetir dibin. Em wek jinên ciwan ya Rojava yê Kurdistanê em ji bo azadiya jinê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hertim tebikoşin.

Ji bo ku ez bikaribim bersiveke bidim Dewleta Tirk ya dagirker tenê ji bo me rêyek heye, ev jî rêya gerîlabûnê ye.”

Ez bi silaha Şehîd Vêjîn Jiyan tola hemû Şehîdan hilinim!

Heval Vêjîn navê Şehîd Vêjîn ku di 7’ê Tebaxê Şehîd ketibû rakir û derbarê wê mijarê de wiha got:

“Di wan rojên dawî de şehadetek çêbû. Kurdistanê Şehîd Vêjîn Jiyan çebû. Min navê Şehîd Vêjîn Jiyan rakir, min silaha wê rakir. Min hêzek ji wê şehadetê girt. Ez bi silaha Şehîd Vêjîn Jiyan tola hemû şehîdan hilinim.”

Emê xwedî keda Rêber APO derbikevin!

“Em ciwanên fedayê Rêber APO ne. Rêbertî dibejê ‘Me bi ciwantî despêkir emê bi ciwantî serbikevin’ em jî wek jinên ciwanên Rojavayê Kurdistanê xwedî vê gotinê derbikevin. Rêbertî ji bo azadiya jinê tekoşîneke mezin kir. Ji bo azadiya jinê peşbixe, ji bo ku jin were azad kirin kedek pir mezin da. Em jî wek jinên ciwan soz didin emê xwedî vê kedê û tekoşinê derbikevin.

Ji bo ku em jiyanek azad û bi rûmet jiyan bikin me berê xwe da çiyayên azad. Emê her tim şopdarên şehîden xwe bin, emê hertim rêya şehîdan bişopînin. Rêya Zîlan, Sara, Rûkênan û Vêjînan. Emê her tim rêya wan bişopînin û şopdarên rêya wan bin û emê tola wan hilinin.”

Berê xwe bidin çiya û şopdarên Hevalên xwe ya şehîd bin!

Derbarê Cêjna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de heval Vêjîn banga hemû jinên ciwan û ciwanên ji her çar parçe Kurdistanê kir û got:

“Ez wek jinêk ciwan, salvagera 39’êmîn Cêjna Vêjînê 15’ê Tebaxê silav dikim. Ez bangawaziya hemû jinên ciwan yên her çar parçe Kurdistanê dikim: Ez dibejim ‘Werin tevlî Rêbertî bibin’. Em rêya rast, rêya heqiqetê ji xwe re hilbijerîn. Bangawaziya me ji hemû jinên ciwan û ciwanan re heye, bila berê xwe bidin çiyayên azad û şopdarên Şehîden xwe bin. Li ser rêya rast em jiyanek azad û rûmet jiyan bikin. Hemû jinên ciwan vê rêyê ji xwe re hilbijerîn, ji bo azadiya jinê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.

Bi şiyara ‘Jin Jiyan Azadî’ emê jinê azad bikin. Bijî Rêber APO.”

Bi saya Rêber APO û gerîlayên çiya rewşa jin di nav civak tê guhertin!

Heval Mîzgîn jineke Erebe û weke hevalek enternasyonalîst tevlî nav refên gerîla bûye. Heval Mîzgîn bi ajansa me re bi taybetî li ser salvagera rizgarkirina Minbiçê axifî û got:

Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan min rizgar kir!

Navê min Mizgîn ê, ez jineke Ereb im û salvagera rizgarkirina Minbicê pîroz dikim. Ez bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatim rizgarkirin. Ez tevlî rêfen gerîla bûm ji bo her jinekî. Ji bo jinên Sûryan, jinên Ereb, Asûrî.”

Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşketin û guhertin heye!

Heval Mizgîn di vê mijarê de ser zextên û zoriyên ku jin dibinîn axifî û got:

“Ew mejiyê û canê jin xirab dikin û di nava çend eşîran û kilanan de serê zarokan tê çekirin. Heya îro zewaca keçên bi temenên piçûk heye û tecawûz jî heye. Lêdan û tundiyê li ser jin tê kirin. Ama bi saya fikîr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi saya rêhevalên gerîla ku li çiya ne guhertin heye û pêşketin heye.”

Piştî ez tevlî bûm kesayeta min hat guhertin

Heval Mizgîn piştî tevlîbuna xwe li ser guhertina kesayeta xwe axifî û got:

Ez xwe weke jinek azad hîs dikim ku dizane paşeroj û niha analîz bike û dibînim çawa kesayeta min di demê re di nava çiyayên Kurdistanê de hatiye guhertin.”

Bila jinên Ereb, Suriye, Asûrî û jinên Şengal di bin kontrol û koletiyê de neminin

Dawiya axaftina xwe de Heval Mizgîn banga jinên Rojhilata Navîn dike û bi wî awayê dibêje:

Peyama min ji bo her jinek Ereb, Suriyê û Asûrî û ji bo jinên Şengal heye. Tevlî refên gerîla bibin, Werin tevlî refên PKK bin werin li çiyayên azad û kesayeta xwe nasbikin û xwastekên xwe, armancên xwe nasbikin. Di bin kontrol û koletiyê de neminin.”

Ararat Tolhildan: Em hemû ji taritî derbikevin cihê ronahiyê û ronahî  Rêberti ye.

Heval Ararat Tolhildan, li herema Efrînê dayîk bûye û bi hestên tolhildan li hember dagirkirina Efrînê, bi rihe 15’ê Tebaxê tevlî rêfen gerîla bûye. Heval Ararat nû hatiyê çiyayên azad û ev ji bo wî bûye kexweşiyekî herî bilind.

Ez dixwazim tola şehîdan û Efrîn hildim!

Ararat Tolhildan, li ser tevlîbûna xwe bi ajansa me re axifî û nerîna xwe anî li ser ziman:

“Despekê navê min Ararat Tolhildan e. Ez ji Efrînê me. Îro ez tevlî rêfen gerîla bû me. Ez ber bi çiyayên azad ve dimeşim. Hedef û armanca min, ez tola şehîdan rakim. Ez tola Efrînê rakim.“

Em hatin çiyayên azad û ev ji bo me cihê kexweşiyê ye!

Îro em li çiya ne, îro em pir keyxweşin. Me berê xwe daye ber bi çiyayên azad ve. Em îro pir keyxweşbûne. Jiyanê gerîla rastî pir xweşe. Jiyanê gerîla; dema meşa gerîla, dema govendê wan, dema çay bi hevdû re vedixwin, dema rihê hevaltî bihev re jiya dikin. Mirov her tim ji vê moral digre. Ez ji keziya jina azad pir bandor bûme..“

Em Rêbertî, Efrîn û hemû bajarên bindest rizgar bikin

Heval Ararat behsa sedemên tevlîbûna xwe jî kir û diyar kir:

Îro ez soz dame tevlî rêfen gerîla bûme. Haya dawî ez ê berxwebidim.

25 sal Rêbertî di zindanê de ye. Rêbertî di alî fikrê de azade Lê di alî fîzîkî de, emê Rêbertî ji zindanê rizgar bikin.

Îro di Efrînê de pir şer çedibe. Pir işkence çedibin. Tecavûzkirin çedibe. Îro di Efrînê de xwîn te rijandin. Em wek Kurd destê xwe bikin yek û ber bi rêya azad ve bimeşin. Em wek jin îro Efrîn rizgar bikin. Em destê xwe bikin yek û Efrîn rizgar bikin û hemû bajarên bindest rizgar bikin.”

Tevlî refên gerîla bibin ji ber rêya rast cihê Reberti ye!

Heval Ararat jî ji bo hemû ciwan û jinên ciwan bangavaziya tevlîbûnê kir:

Û ez dawî dibejim ez bangê hemû ciwanan dikim. Hemû hevalen ciwan bila tevlî rêfen gerîla bibin. Îro jin bindeste lê derkevin ser rêya rast, ji tarîtiyê derkevin cihê ronahî û ronahî cihê Rêbertiyê. Ez dibêjim hemû heval tevlî rêfen gerîla bibin. ji ber ku emê ji koletî derbikevin. Li ser rêya rastê, azadiyê bin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me her tiştî kir, ji bo ku jin derkeve rêya azadiyê. Îro Rêbertî di zindanê de yê, her tim li ser me, li ser rewşa jinê difikire. Em hevîne, em bangê hemû heval dikin tevlî rêfen gerîla bibin. Û ez dawî tiştek nabejim. Ez dawî dixwazim stranek ji hevalan re bibêjim.”

Heval Ararat axaftina xwe bi straneke bi dawî kir.

Başa dön tuşu