Ciwanên şoreşger ên Tebqayê bi dirûşma “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin” salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tebqayê vê êvarê bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li taxa yekemîn a bajêr bi beşdariya şêniyên herêmê û hejmarek ciwan û jinan merasîmeke moralî li dar xist.
Li cihê ku beşdaran deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna canê şehîdan rawestiyan û bi dirûşmeyên bîranîna 15’ê Tebaxê û Berxwedana Serdemê ya Gerîlayan dewreya gel a Dabkê destpê kir.
Merasîm bi qîrîna dirûşmeyên azadiya Rêber APO- Bijî Berxwedana Gerîla – Bijî Berxwedana 15’ê Tebaxê bi dawî bû.