Bi dirûşmeya (Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin) Tevgera Ciwanên Şoreşger û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Reqayê bi boneya 15’ê Tebaxê şahiyek li dar xistin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre agirê dayikên şehîdan pêxistin, piştre li ser navê Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê rêheval Cîhad Hesen axaftinek kir. Di axaftina wî de pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê û rola ciwanan di 15’ê Tebaxê de û piştre jî bi minasebeta vê roja birûmet gotin, helbest û stran hatin gotin.
Şahiya govendên çandî yên kurdî û erebî bi dawî bû