Meş bi şiara “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” saet 7 de li gundê Sêgir destpekir heta Giré Sêgir berdewam kir. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan yê Dirbesîye endama Yekîtiya Jinên Ciwan Newroz axivî û diyar kir ku 15’ê Tebaxê sala 1984 an de bi pêşengtiya fermardar Egîd de guleya yekem di mêjiya dijmin da teqand û kurdê ku xewdikir ji xew şiyar kir û gihand ronahiyê.
Li Zap, Avaşîn û Metîna gêrîlayê azadîya Kurdistan bi rihê 15’ê tebaxê berxwedanekî bê hempa dimeşîne. Di berdewamiya axaftina xwe de bangî jinên ciwan û ciwanan kir ku têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin û tevlî meşa azadiyê bibin. Piştî ku axaftin xilas bû jinen ciwan ye qantona Heseke bi sloganan çalakiya xwe bi dawî kir.