DîtbarîDosyaGiştî

Rêber Apo, Qasim Engîn û Murat Karayilan ser Pêngava 15’ê Tebaxê – Salvegera 39’emîn

Pengava 15‘ê Tebaxê ji bo hemû gelan pêşxistina têkoşînê îfade dike
39 sal salvagera pêngava 15’ê Tebaxê

Pêngava 15‘ê Tebaxê:
Pêngaveke dîrkokî yê
Pêngaveke azadî û demokrasiyê ye!
Şoreşek e!
Tolhildana Zîndana Amedê bû û jî tolhildana gelê Kurd û mirovahiyê bû!
Pêngava 15‘ê Tebaxê bû garantiya jiyana her kesî!
Bû surprîzek, jixwe PKK, tevgera surprîzan e.
Pêngava 15‘ê Tebaxê bi Egîd bû yek
Herî esas keda Rêber APO ye!

Pengava 15’ê Tebaxê pengaveke dîrokî bû. Bi Pengava 15’ê Tebaxê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hatin îlankirin û bi wî awahî edi her kes da femkirin ku ”Edî bese, em bi dagirkeriyê êdî najîn!’ Îlankirina ji hemû dinyayê re bû. Bi Pengava 15’ê Tebaxê her tiştên ku dagirkeriyê pêş xistibû, ji xwe re kir hedef. Her tiştên ku dagirkeriyê pêş xistibû, êdî qedr û qîmetê xwe wenda kiribû.

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke leşkerî ye. Aliyê wê yê leşkerî jî heye, lê ew aliyê wê yê dawî ye. Esas pêngaveke azadî û demokrasiyê ye. Ji ber bi 15’ê Tebaxê tiştên nû hatin peş xistin. Li Kurdistanê çand, exlaq, pîvan, kesayet, jiyan, civak û zîhniyeteke nû pêş ket, di civaka Kurdan de guhertin û veguhertinên muezem çêbûn. Êdî civakek nû pêş ket. Lewma 15’ê Tebaxê şoreşek e! 15’ê Tebaxê, li Kurdistanê pêşxistina şoreşeke nû ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê, bi taybet tolhildana Zîndana Amedê û di giştî de jî tolhildana gelê Kurd û mirovahiyê rakirin bû. Eger ew berxwedanên Zîndana Amedê nebûya û bi ser neketibûna, dê Pêngava 15’ê Tebaxê li ser wê pêş neketiba û bi ser neketiba. Wê 12’ê Îlonê bernameya xwe bi temamî bimeşanda. Ya ku nehişt 12’ê Îlonê bernameya xwe tam bimeşîne û bi ser bixe, ev tevger e. Ev tevger, tevgera azadî û demokrasiyê ye. Ev tevger li dijî zilmê, faşîzmê û rejîmên dagirker in.

15’ê Tebaxê deriyê zîndanan vekir. Pêşiya êşkence û îdaman girt. Pêşiya qedexekirina partî û sendîkayan girt. Heke careke din vebûn hemû bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê bû. 15’ê Tebaxê bû garantiya jiyana her kesî.

Dema ku pêngava 15‘ê Tebaxê hatiyê peşxistin tû kesî bawer nedikir. Ne dijmin, ne civak, ne jî dost jê bawer nedikirin. Bû surprîzek, jixwe PKK, tevgera surprîzan e.

15’ê Tebaxê û Egîd bûne yek. Keda wî Hevalî tê de esas e. Ligel wê keda Hevalên Abdullah Ekîncî, Emîn Taşdelen, Mustefa Yondem û Mehmed Sevgat wan jî esas in. Di wan çalakiyan de rêveber bûn. Bi xwe ketibûn çalakiyan û li ser çalakiyan bûn.

Herî esas keda Rêber APO ye! Ji aliyê îdeolojîk bigire heta aliyê pratîk, yê pêngav pêş xistiye Rêber APO ye. Hemû derfetên wê amade kirin û li ser wan amadekariyan jî Hevalê Egîd di pratîkê de ew pêş xist. Li dijî wê berxwedan; li dijî hemû kevneperestî, dagirkerî û desthilatdariyê berxwedanê îfade dike. Ji bo hemû gelan pêşxistina têkoşînê îfade dike. Lewma wê PKK û Rêber APO bibe hedefa êrîşên NATO’yê.

Ji bo we lazîme em bi rihê 15’ê Tebaxê edî Rêber APO rizgar bikin û tevlî hemleya “Cenga Azadî Serbixin!” bibin. Ji bo xwedî keda Rêber APO derbikevin, em Cenga Azadî Serbixin. Ji bo rihe Şehîd Egîd û Şehîdan zindî bibin, em Cenga Azadî Serbixin. Ji bo dijmin bi qirejahiya xwe, bi komployên xwe û qetliyamên xwe ser civak, jin û xwezaî serneke, em Cenga Azadî Serbixin.

Bijî Rêber APO! Biji Pengava 15’ê Tebaxê! Cenga Azadî Serbixin!

Başa dön tuşu