Çalakiyên CiwananGiştîJinen Ciwan

Jinên Ciwan li Qamişlo Ji bo 15 Tebaxê Şahîyek Lidarxistin

Duh Qamişlo li enterîye li gel Navenda PYD Yekîtîya Jînên Ciwan Şehîyek ji bo salvegera 15 Tebaxê lidarxistin. Di Şahîyê de wêneyên Rêber Apo, Wêneyên Şehîd Nûjîyan Ocalan û Şehîd Vîyan Kobanê û pankartên ku li ser hatibû nivîsandin Cenga Azadîyê Serbixin’’ û ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî’’ hati bûn xemilandin. Bi dehan Ciwan, Jinên Ciwan û Şênîyên wê Qamişlo tevlî Şahîyê bûn. di Şahîyê de Jinên Ciwan û Ciwan bê navber sloganên Bê Serok Jîyan Nabê’’ Berz kirin. Di şahîyê de li ser navê Malbatê Şehîdan Bavê Şehîd Can Welat axivî û wîha got:

Di destpêkê de salvegera 15 ê Tebaxê li Rêber Apo, hemû Şervanên xwe pîroz dikin hemû Malbatê Şehîdan Pîroza dikin hemû kesayetên Walatparez em pîroza dikin. 15 Tebaxê mîraseke ji bo Kurdan e. Di salên destpêkê de Rêber Apo bi 2 gotina ‘’Kurdan Bindeste’’ û destpêkir. Rêber Apo ji bo Tolhildana Şehîd Heqî Karer destbi partîyê kir, 15 Tebaxê jî ji bo Tolhildana Berxwedana Zîndana 14 tîrmehê destpêkir. Îro erkeke li ser milê her Walatparêz xwedî birûmet li vê erkê xwedî derkevin û berdawam bikine.

Şahî bi vêxistina Agir û derdora agir Ciwan û Jînên Ciwan bi Kêfxweşîyek û bi kelecanekê dîlan di girtin bi dawî bû.

Başa dön tuşu