DîtbarîDosyaGiştî

SALVEGERA 39’AN A 15’Ê TEBAXÊ – Bi pêşengîya Fermandar Egîd Fîşeka Yekemîn hat teqandin!

15’ê Tebaxa 1984’an. Roja ku PKK’ê bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest bi têkoşîna çekdarî kir.
Ev dîrok, ev roj di heman demê de pêngava yekem bû ji vejînê ber bi rizgariyê ve…

Di ser wê rojê re 39 sal derbas bûn.

Têkoşîna di oxira azadiyê de ku bi wê fîşeka yekem dest pê kir pêl bi pêl bi pêş ket û mezin û berbelav bû.

Li Dihê dest pê kir, li Kobanê, li Şengalê, li Kerkûkê li Garê û Metîna, li Zapê veguherî kevneşopiya berxwedana efsanewî. Îro rewş ev e, pêşketina berxwedanê her berdewam e.

Lê wan salan beriya fîşeka yekem, salên 1980’yî ji bo PKK’ê û gelê Kurd çawa derbas dibûn?
Faşîzma 12’ê Îlonê di serî de li zindana Amedê temamiya welat veguherandibû zindan û îşkencexaneyê.

Rejîma faşîst dixwest gelê kurd hemûyî bi îşkence, zindan û darvekirinan teslîm bigre. Di bin şert û zirûfên vî rengî de fişeka yekem 15’ê Tebaxê li Dihê hat teqandin. Artêşa gerîla jî bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK’ê di bin fermandariya Egîdê nemir de piştî wê çalakiya li Dihê hat îlankirin.

Roja çalakiyê; 15’ê Tebaxê
Dema ku li Kurdistanê saet 9 û nîvê şevê bû
Komeke gerîla ji Çiyayê Çiravê xwe berda navçeya Dihê

Çalakiyê bi avêtina roketekê dest pê kir.

Roketê hedefa xwe dît, li qereqola eskerî ket.

Piştî çalakiya bi roketê, komeke gerîla qereqola eskerî, komekê garnîzon û koma sêyem jî girtîgeh hedef girt.

Komeke din a gerîla jî li mizgefta navçeyê îlana Pêngava 15’ê Tebaxê xwend.

Hemû eskerên li qereqolê esîr hatin giritn. Gerîlayan dest danî ser çek û cebilxaneyên li qereqolê. Di nava saetekê de bi selametî ji navçeyê derketin.

Rejîma faşîst a ji vê çalakiyê sewsî bûbû, piştî hinek hat ser hişê xwe, bawer kir ku ewê vê berxwedanê jî weke yên berê bifetisîne.

Lê ev baweriya wê xwexapandin bû. Ji ber ku ev berxwedan ji gelek aliyan ve ji yên berê pir cuda bû.

Ev berxwedana ku bi Pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê bi pêş diket zêde nedişibiya berxwedanên berê yên klasîk.

Ji bo fîşeka yekem amadekariyên mezin, plansazî, taktîk û stratejî hatibûn amadekirin.

Rêber Apo hê beriya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê derbasî qada Rojhilata Navîn bûbû û li wir dest bi amadekariyên mezin kiribû.

Wekî din, berxwedana li zindana Amedê bi taybetî berxwedana 14’ê Tîrmehê li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê bûbû haveyna Pêngava 15’ê tebaxê û jê re zemîn çêkiribû.

Rêber Apo bi van gotinan qala wan rojên dijwar dikir:
“Hebûn û jiyana gelekî bi temamî di bin gefa tinekirinê de bû.
Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo pêşî li vê tinebûnê bigre bi pêş ket.
Bi amadekariyeke mezin bi kedeke pir mezin hat bi pêşxistin.
Ji bo vejandina biranîna berxwedana zindanê û girêdana bi şehîdên zindanê re ev gav hat avêtin.
Û helbet di serî de jî ji bo neteweya kurd nefesa xwe ya dawîn jî nede ev gav diviya bihata avêtin.
Me jî ji bo avêtina vê gavê texsîr nekir.”

Pêngava 15’ê Tebaxê berxwedana gelê kurd bû, û vî gelî ev gav bi hêza xwe ya cewherî avêt.

Berxwedaneke wisa bi tesîr bû ku çar beşên Kurdistanê jî ji dil lê xwedî derdiket.

Başa dön tuşu